Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Erdogan dixwaze mîna li Efrînê, li bakurê Sûriyeyê jî sûcên şer bike’

Fermandarê Hêzên El Şîmal Demokratîk Ebû Umer El Idlibî diyar kir ku armanca Rûsya, Îran û dewleta tirk çareserkirina aloziya Sûriyeyê nîne û tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. El Idlibî anî ziman ku tevî lûtkeya sêalî jî li Idlibê şer gur dibe. El Idlibî got ku Erdogan bi pêşniyarên xwe dixwaze mîna li Efrînê, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî sûcên şer bike

Di 16’ê îlonê de li Enqereyê di navbera Rûsya, Îran û dewleta tirk de lûtkeya sêalî hat lidarxistin. Tevî ku dihat gotin her sê aliyan li ser Idlibê lihev kiriye jî, şer û pevçûnên li Idlibê hê jî didomin. Têkildarî mijarê fermandarê Hêzên El Şîmal Demokratîk Ebû Umer El Idlibî ji ANHA’yê bi Cafer Cafo re axivî.

Ebû Umer El Idlibî anî ziman ku qewimînên li Idlibê nîşan dide ku rewş ber bi aliyê leşkerî ve diçe û wiha domand: “Dê Idlib di navbera aliyên Astanayê de bê dabeşkirin. Armanca van hêzan çareserkirina aloziya Sûriyeyê nîne. Tenê pêkanîna berjewendiyên wan in. Rûsya hewl dide ku bi Amerîkayê re bibe blokeke cîhanî. Xuyaye ku helwesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê dê neguhere. Dixwaze ku temamiya Sûriyeyê di hêla erdnîgarî, leşkerî û siyasî de vegerîne rewşa berê.”

Hewldanên Îranê

El Idlibî da zanîn ku Îran pişta xwe dide komên li Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Ev siyaset li Iraq û Lubnanê jî meşand. Vê yekê jî di danûstandinên têkildarî mijara nukleerê bi kar tîne. Lewre li Sûriyeyê hebûna xwe bi israr didomîne û vê girîng dibîne. Ji bo berfirehkirina berjewendiyên xwe, Idlibê weke mijareke girîng dibîne.”

Alîgiriya komên çete ya ji bo Tirkiyeyê

Di berdewamê de jî El Idlibî bi lêv kir ku ya herî zêde zirar daye Sûriyeyê, destwerdana dewleta tirk û hebûna AKP’ê ye û wiha pê de çû: “AKP parçeyeke ji tora partiyên Îxwan a ku li Rojhilatê Navîn mîna penceşêrekê belav bûye ye. Xeyalên Erdogan ên vegerandina xewnên osmanî hene. Divê rola vê neyê jibîrkirin. Ji ber vê yekê komên çete alîgiriya Tirkiyeyê dikin. Idlib ji dewletên mezin re berjewendiyeke girîng e. Ji ber vê jî YE û DYA naxwaze li Idlibê şer biqewime. Sedema vê jî 3 milyon penaberin. Lê ya ji vê jî girîngtir ew e ku heke rejîm li Idlibê serwer bû, dê ji biryara çareseriya siyasî ya navneteweyî ya li Sûriyeyê ya bi hejmara 2254’an bireve.”

Pêşniyara Erdogan a penaberan

Herî dawî jî El Idlibî bal kişand ser pêşniyara Erdogan ku di got; ‘Em ê 4 milyon penaberan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi cih bikin’ û wiha got: “Dixwazin mîna sûcê guherandina demografyaya herêmê û qetilkirina gelê wê ku wan û Rûsyayê li Efrînê kirin, li vir jî bike. Rûsya û Tirkiyeyê bi lihevkirinên xwe re li Xuta û Efrînê sûcê şer kirin. Niha jî dixwaze li hemberî radestkirina Idlibê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar