Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Erdogan ê 68 salî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye

Yek ji rêberê Ciwanên 68’î Ahmet Erdogan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Erdogan got ku li dijî faşîzmê divê muxalefet xwe bike yek

Yek ji rêberê Ciwanên 68’an û qedroyê pêşeng ê THKO’yê Ahmet Erdogan. Erdogan di 31’ê gulana 1971’an de li Nurhakê li gel Mustafa Yalçiner, Haci Tonak bi birîndarî hate girtin. Erdogan li gel Metîn Gungormuş reviya lê piştî 4 rojan hate girtin. Cezayê heta mirinê danê. 10 salan li girtîgehê ma û ev demeke dirêj e li Swêdê dijî.

Erdogan ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, li paytexta Swêdê Stockholmê li gel 23 kurdistaniyan di greva birçîbûnê de ye. Erdogan li ser polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî kurdan ji ANF’ê re axivî.  Erdogan bal kişand ser yekitiya muxalefeta a li dijî desthilatiyê.

‘Hêzên li dijî faşîzmê divê werin gel hev’

Erdogan diyar kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê divê hemû hêz xwe bikin yek, werin gel hev. Erdogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nikarin eniyê berteng bikin. Divê em muxalefetê komî ser hev bikin û bikin desthilat. Hêzên ku li Enqere, Stenbol û Îzmîrê hatin gel hev divê vê domdar bikin. Heta ku faşîzma AKP-MHP’ê were cehimandin dive ev yekîtî bidome.”

Erdogan da zanîn ku AKP-MHP polîtîkayeke emperyal dike, ji nakokiyên nav dewletan sûd werdgirin û wiha got: “Ji bo vê Cerablûs, Ezaz û Efrîn dagir kir. A ku Tirkiye kirî nav krîza aborî jî şerê AKP’ê yê li dijî kurdan e. Tim balafiran radike û Kurdistanê bombe dike. Ew hêz Tirkiyeyê tune ku şer fînanse bike. Lê azweriya Erdogan a emperyal, xalîfebûnê û kirina rêbertiyê ya ji Misilmanan re, ji hêza wî ya aborî zêdetir e. Erdogan tam maceraperest e. Dişibe Enwer Paşayê Îttîhat û Terakkiyê.”

‘Ê ku DAIŞ’ê rê ve dibe dewleta tirk e’

Li ser têkiliyên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê jî Ahmet Erdogan ev tişt anî ziman: ”Ê ku DAIŞ’ê rê ve dibe rasterast dewleta tirk e. Li gel ku têk çûye jî hêj berevaniyê li DAIŞ’ê dike. Hesab dike bê ka ew ê çawa alîkariyê bide DAIŞ’ê ya ku radestî hêzên kurd bûye. Ji bo armancên xwe yên emperyal destek da DAÎŞ’ê. Dema ku Efrîn dagir kirî jî ji artêşa tirk zêdetir OSO bi kar anî.”

Erdogan got ku hêzên paşverû yên cîhanê bi lîstikan dixwazin pergala demokratîk a Rojava têk bibin, divê destûra vî tiştî neyê dayîn û li kesê li dijî mêtingeriyê ye divê li dijî êrîşên li ser Rojava derkevin, bang kir ku hemû hêzên pêşverû û şoreşger li pişt Rojava bisekinin. STOCKHOLM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar