Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Erdogan ê ku nikare biçe Ewropayê bi telefonê kampanyaya hilbijartinê dimeşîne

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala bi dengê zindî yê Erdoganê ku beriya hilbijartinê destûr nehatibû dayîn ku were Ewropayê, welat bi welat digere, xebatên hilbijartinê dimeşîne.

Hê bi fermî biryara hilbijartina di 14’ê Gulanê de ya ji bo parlementerî û serokkomariyê nehatiye dayîn, desthilatdariya AKP-MHP’ê li Ewropayê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Di hefteyên dawî de gelek wezîr, cîgirên wezîr, parlementerên AKP’ê û rêveberên payebilind ên hikûmeta Tirkiyeyê ji bo xebatên xwe yên hilbijartinê pêk bînin, di serî de Almanya çûne gelek welatên Ewropayê.

Beriya hilbijartinê hikumeta Almanyayê hatine Erdogan asteng kiribû û serdanên wî hatibûn betalkirin. Erdogan Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê û Berpirsê Têkiliyên Derve Efkan Ala şand Ewropayê. Ala yek bi yek li welatên Ewropayê digere û bi beşdariyeke mezin civînên hilbijartinê li dar dixe û dengê Erdogan bi awayekî zindî dide guhdarîkirin.

Welatên Ewropayê beriya referanduma 2017’an li rêveber û wezîrên AKP’ê xebatên hilbijartinê qedexe kiribûn û di navbera wan û rejîma Enqereyê de krîzek çêbûbû. Desthilatdariya AKP û MHP’ê kampanyayên hilbijartinê bi navê ‘Em bi tirkên li Ewropayê re kom dibin’ organîze kir. Gelek rêveberên payebilind ên AKP’ê, parlementerên berê û yên niha yên AKP’ê tevlî civînan dibin û Erdogan bi rêya telefonê ji civînê re axivî.

Piştî Fransa, Belçîka û Hollandayê, rêveberên AKP’ê yên bi serokatiya Efkan Ala rojek berê çûn Almanyayê. Hate hînbûn ku rêveberên AKP’ê yên ku ev 2 roj in li navenda rêxistina lobiya AKP’ê ya li Ewropayê UID’ê hevdîtinan pêk tînin, xebatên propagandayê yên li Almanyayê nîqaş kirine.

Beriya niha hatibû ragihandin ku xebatên hilbijartinê yên ji aliyê AKP’ê ve wê di bin navê “civînên çandî”, “civînên gel” û “civînên ciwanan” de wê di meha Adarê de li gelek bajarên Almanyayê bên lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar