Li gor agahiyên dawî yên ketine destê Rojnewsê, di serdana herî dawî ya Cîgirê Yekemîn yê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ya bo Enqereyê de, Erdogan ferman daye Barzanî ku di qada siyasî ya başûrê Kurdistanê de cih ji Huda Parê re veke û avahiyan jêre bide avakirin. Huda Par an jî bi navekê din Hizbûl-Kontra ya ku ji aliyê gelê kurd ve baş tê naskirin ku di salên 90’î de 17 hezar kurd bi rêbazên herî hovane qetil kirin û bû sedema malwêraniya bi hezaran malbatên kurd.
Di 16’yê cotmehê de, ankû du rojan ji beriya dengdana taybet ya hilbijartinên dema şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi serdaneke ji nîka ve çû Enqereyê û li deriyê celadê gelê xwe Erdogan da. Destpêkê li gel du serokê MÎT’a dewleta tirk rûnişt û piştre li gel Erdogan hevdîtin kir. Destê ajansa me Rojnews’ê gihişt beşek ji naveroka van hevdîtinan û ji raya giştî re eşkere dike.
Li gor agahiyên bi dest ajansa me ketine, şefê faşîst Erdogan ferman daye Nêçîrvan Barzanî Huda Parê di qada siyasî ya Başûrê Kurdistanê de çalak bike ku bikaribe karê siyasî bike û li ser vê yekê nûnertiyên xwe li Başûr veke û Barzanî jî ev fermana wî yekser qebûl kiriye û li ser vê yekê bi awayek fermî lihevkirin kirine.
Li beramberî vê yekê jî hat ezanîn ku dê dewleta tirk a bi serkêşiya şefê faşîst Erdogan Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê razî bike ku bi PDK’ê re kabîneya 10’emîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike.
Huda Par paşmaya Hizbûllaha Tirkiyeyê (Hizbûlkontra) ye, hêzeke tundrew, faşîst, îslama tundrewe ku li dijî hebûn, nasname û neteweya kurd hatiye avakirin. Li Tirkiyeyê nûnertiya îslama sexte, siyasî û dewleta Tirk a qirker dike. Serokê Huda Par an jî Hizbûl-Kontrayê Zekerya Yapicioglu ye. Ya ku Huda Par paşmayê wê ye (Hîzbûlah) di salên 90’î de 17 hezar kurd li bakurê Kurdistanê rêbazên herî hovane qetil kirin.
Huda Par hevpeymanê partiya Erdogan AKP’ê ye ku di sedsala 21’an de zilm, qirkerî, talankerî, girtin, revandin, windakirin, kîn û nefreta wê ya li dijî gelê Kurd û nasnameya Kurd gihiştiye lûtkeyê.
Bi heman awayî hevpeymanê Dewlet Bahçelî yê Serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) ye ku yek ji partiyên herî nijadperest, dijminê nasname û hebûna kurd a Tirkiyeyê ye. Ev partiye û serokê wê Baxçelî ji destpêka avabûna xwe ve bi her awayî înkara hebûna nasnameya netewî û destkeftiyên wê dike. Her wisa MHP û Bahçelî Kerkûk û Mûsilê weke bajarên Tirkiyeyê dihesibînin. Ev partiye bi kuştin, karê mafyatiyê, bazirganiya bi madeyên hişbir û belavkirina wê di nav gel de tê naskirin.