Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Erdogan gelek zêdegavî kirin lewma jî têk diçe’

 

Aloziya li Idlibê ya di navbera Rûsya, rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk û çeteyên wê de didome. Piştî şerekî giran û pêşveçûna hêzên rejîma Sûriyeyê ya li gundewarên Idlibê, şandeyeke bi pêşengiya serokomarê tirk Tayyîp Erdogan duh li Moskovê bi şandeya rûsî ya bi serokatiya serokê dewletê ya Rûsyayê Vladîmîr Putîn re civiya. Di civînê de biryara agirbestê derket. Têkildarî mijarê alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Karên Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy ji ANF’ê re axivî.

Ozsoy diyar kir ku dewleta tirk ji destpêkê ve penaberan li dijî Ewropayê weke amûreke gefxwarinê bi kar anî û wiha domand: “Vê carê hem hinekî bi kêr hat, hem jî bi kêr nehat. Erdogan vê carê encama ku dixwest nekarî bi dest bixe. Yekitiya Ewropayê (YE) nerazîbûneke tund nîşan da. Lê belê Merkel xwe nêzî nêrîna ‘herêma ewle’ ya Tirkiyeyê kir. Mîna berê xurt nebe jî qerta penaberan hîn jî di destê Erdogan de ye. Qerta herî mezin a li dijî YE’yê bi kar tîne ev e.”

Helwesta DYA’yê

Têkildarî helwesta DYA’yê jî Ozsoy ev tişt anî ziman: “Di nava hikûmeta DYA’yê de yên ku piştgiriya Erdogan dikin bi tenê man. Ne ji Pentagonê û ne jî ji kongreyê zêde nikare piştgiriyê werbigire. Di mijara însanî de paketek hate aşkerakirin. Dixwazin ji vê firsendê sûdê werbigirin û Tirkiyeyê li dijî Rûsyayê bikişîne ber bi aliyê xwe ve. Bi taybetî di demekê de ku têkiliyên navbera DYA û Îranê aloz bûye, dixwazin Tirkiyeyê ber bi aliyê xwe ve bikişînin. Lê belê di vir de mijara krîtîk ew e ku Tirkiye wê di mijara S-400’î de paşve gavê biavêje yan na? Ger biavêje dê DYA ji bo sererastkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re hewl bide. Lê belê ger tawîzê nede, wê dema bê gelekî zorê bidin Tirkiyeyê.”

Gefên li dijî Ewropayê

Bi domdarî jî Ozsoy bi lêv kir ku di rewşa heyî de têkiliyeke dîplomatîk a Tirkiyeyê bi Ewropa, DYA û Rûsyayê re nîne û wiha pê de çû: “Bi gef û şantaja li Ewropayê dixwe hewl dide vê rewşê bimeşîne. Ger bi Erdogan re kar dikin, sedema vê yekê ne ew e ku ji Erdogan û rêveberên wî hez dikin. Ew ji vê rêveberiyê bêzar bûne. Hêrs bûne. Li ser gefxwarinê têkiliyê bi Ewropayê de datînin. Encama vê têkiliyê jî îflas e.”

‘Di polîtîkaya li dijî kurdên li Sûriyeyê de bi tenê ma’

Herî dawî jî Ozsoy ev tişt anî ziman: “Di polîtîkaya li dijî kurdên li Sûriyeyê de bi tenê ma. Li DYA’yê yên ku piştgiriya wan dikirin jî êdî bi rengekî aşkera piştgiriyê nakin. Sazî hemû li dijî Erdogan in. Mijara penaberan DYA’yê eleqedar nake, bi giranî Ewropayê eleqedar dike. Hin welatên Ewropayê dê nexwazin ku Erdogan bikin dijberê xwe. Mînak; Yewnanistan, Bûlgaristan, Îtalya û başûrê Ewropayê. Erdogan kêm jî be dê Merkel ber bi aliyekî ve bikişîne. Ji bo vê hewl dide. Erdogan di mijara şantaj û gefxwarinê de gelekî zêdegavî kir, lewma li qada dîplomatîk têk diçe. Di rewşeke wiha de ku ji aliyê leşkerî ve ew û Rûsya li dijî hev tevdigerin, Ewropayê li aliyê xwe nabîne. Ev yek ji bo Erdogan rewşeke giran e. Hewl da van hêzan li dijî hev bi kar bîne, lê belê êdî ev siyaset bi dawî bûye. Lewma li Idlibê ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomatîk ve têk çûye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar