Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Erdogan ha ket û ha ket

Her ku roja 14 Gulanê nêz dibe hêvî, coş û kelecana gelê me zêdetir dibe. Gelê me bi hêviya rêvekirina li pêşiya guhertin, edalet, azadî û demokrasiyê bi vîneke mezin dê berê xwe bidin ser sendoqên hilbijartinê.

Ew roj roja hesabxwestinê ye û di hiş û wijdanê her mirovekî ku mohra hilbijartinê bixe destê xwe dê ev hestê hesabxwestina ji vê desthilatê pê re hebe.

Ne tenê gelê kurd, ne tenê jin , ne tenê ciwan, ne tenê karker, ji mexdûrên erdhejê û heta bi cotkar û karkerên ku li geza nanê zarokê xwe heyrî mane, her kesên ku biçin ser sendoqa hilbijartinan dê hesabekî wê/î yê ku ji vê desthilatê bixwaze hebe.

Efendiyo, mexdûrên erdhejê yên ku bê mal û war mane, yên ku çend kes ji malbata wan di bin kavilan de man û kesekî neçû bi hewara wan ve, gelo ew kes dê hesabê çawa ji te bixwazin û çawa bikaribin mohra xwe li bin wêneyê te û partiya te bidin.

Efendiyo ma wê karker û cotkarên ku li geza nanê zarokên xwe heyrî mane wê mohrê çawa ji ser wêneyê te û partiya te veneguherînin.

Zarokên vî welatî û bi taybetî zarokên kurdan dê çawa rahêjin alên partiya te û li kolanan bihejînin da ku malbata wan dengê xwe bide te.

Dê gelê kurd dê çawa xayintiyê bi bi zarokên xwe yên di binê zindanên tarî de dîl tên girtin, bervekên xwe yên xwe yên dîlgirtî, şaredariyên xwe yên dagirkirî, bi bajarên xwe yên dagirkirî re xayintiyê bikin.

Gelo dê kurd hewara Efrîna çav zeytûn, nalîna Serêkaniya çavreş û Girê Spî jibîr bike. Gelo wê gelê kurd hesabê wan zordestiyan tevan ji vê desthilatê nepirse?

Ma ew dê û bavên ku tu çekên kîmyewî bi ser serê zarokên wan de dibarînî, çawa hesab ji te nexwazin? Ma wê çawa xayintiyê bi xwîna zarokên xwe yên şehîd re bikin?

Gelo dê mamoste, karmend û karkerên ku te bi zordestî dest danî ser sazî û şaredariyên wan û bi riya biryarên di hukmê qanûnê (KHK) te ew ji karê wan avêtin, gelo dê hesab ji te nexwazin.

Tu dibêjî werin em riya xwe berdewam bikin, tu dibêjî riya me bê rawestan berdewam dike. Îca de ka dê kîjan beşê vê civakê li pey wê riya te bi rant, bêrêtî û diziyê xemilandî de were. Rate hene yên ku li pey wê riya te werin, kesên xwefiroş hene, kesên ku tu 4-5 maaşan didî wan hene, kesên ku tu bi îhale û diziyê wan zingîn dikî, hene. Lê ew dimînin beşa herî biçûk a vê civakê. Ew ne têra dengdanê dikin ne jî dikarin bi hewara te ve werin. Ji xwe di firsenda pêşî de piştî ketina te ew ê berî her kesî bibin dijminê te û xwe bi aliyê desthilata nû şelaf bikin.

Ev şerê bê hawe yê ku ev desthilat li Bakur, Başûr û Rojava li dijî kurdan dimeşîne ne tenê zirarê dide kurdan lê maliyeta vî şerî jî di serê hemû civaka Tirkiyeyê de derdikeve û her kes ji encamên wî şerî zirarê dibîne. Lewre sedema bingehîn ya krîza aborî ya vî welatî jî ew şer e.

Dawî jî efendîko ez ya dilê xwe bêjim. Para min ji gelek wan zordestiyên te hebû, dibe ku pareke biçûk be jî lê te gelekî dilê min êşandiye. Ez yekê tenê ji te re bêjim.

Dawî ez ya dilê xwe bêjim, di wê rojê de û di kêlîka ku ez mohra xwe li bin dara jiyanê ya partiya Çepên Kesk bidim ez ê ji Erdogan re bêjim: Tê bîra te dema çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya te  Kobanê dorpêç kiribûn û te digot Kobanê ha ket û ha ket. Kobanê ma û îro ez ji te re dibêjim: Erdogan ha ket û ha ket. Ne tenê ez dizanim tu jî niha di dilê xwe de dibêjî desthilatî û qesra min ha ket û ha ket.

Nûçeyên Têkildar