Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Erdogan hat Hatayê, lê xelkê Hatayê ew nedît

Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglû diyar kir ku Erdogan hat Hatayê, lê gel ew nedît û got, "Rê ji bo wî hatibûn girtin, bend hatibûn danîn."

Alî Kenangolû yê HDP’yî ku di dema erdheja dawî de li Hatayê bû, bal kişand ser pirsgirêka konan û destnîşan kir ku di nava pirsgirêkan de hêrse gel mezin bûye.

Li Hatayê bi du erdhejên 6.4 pileyî ku 20’ê sibatê qewimîn, avahiyên xisareke kêm li wan bû bûn jî, hilweşiyan. Di encama erdhejê de 6 kesên ku ketibûn malên xwe, jiyana xwe ji dest dan. Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû ku di dema erdhejê de li Hatayê bû, ji ANF’ê re axivî.

Alî Kenanoglû anî ziman ku erdhej ji ber nava rojê neqewimî, pêşî li karesatekê hat girtin û got, “Du nuqteyên girîng ên erdheja êvara duşemê hebûn. Ya yekemîn, bi roj nebû û demkurt bû. Nava rojê dema ku em li herêma Hatay/Antakyayê, li navenda wê û navçeya Samandagê digeriyan, walîtî destûr dabû mirovan ku ji bo 2 saetan bikevin hundirê avahiyên xwe û alavên xwe jê derxînin. Lewma mirov gelekî dikevin hundirê avahiyan. Eger bi roj biqewimiya wê gelek mirov bimira. Ji ber ku êvar bû, ew liv û tevger sekinî bû. Ya duyemîn jî erdhejê zêde dewam nekir, lê gelekî giran bû. Em jî li vir tevî ku li derve li ser xakê bûn, welê hejiyan ku nikarîbûn li ser xwe bisekinin. Gelekî nebaş bû. Dema ku mirov jiyana li hundirê avahiyan difikire, ku di rewşeke bi vî rengî de bi rastî jî mirov dikeve nava tirs û fikaran.”

Pirsgirêka kon dewam dike

Kenanoglû yê HDP’î ragihand ku li Hatayê pirsgirêka kon, stargeh, germkirin û tiwaletê hîn jî dewam dike û got, “Kon li nêzî avahiyan, li dora wan têne vedan. Eger kon nebe, mirov naylonan bi dar û avahiyan ve dikin û konekî bi vî rengî ji xwe re çêdikin. Lewma di rewşeke gelekî bi rîsk de ne. Eger erdheja bi 6.4 pileyî 30 saniyeyên din dewam kiribûya, Xwedê neke mirovên li dora van avahiyan wê hemû di binê enqazê de biman. Bêguman rayedarên hikumetê dibêjin xwe nêzî avahiyan nekin, lê belê şert û mercên vê yekê ava nakin. Divê hûn li derve derfetên germkirinê, stargeh û tiwaletê bidin van mirovan ku ev mirov xwe ji avahiyan vegirin. Li vir navenda me ya koordînasyonê ya HDP’ê heye. Mirovên têne vê derê jî bi israr kon ji me dixwazin. Ev pêwîstî dewam dike. Tevî vê yekê xurek jî namîne û bi lez pêwîstî pê heye.”

Gel bêzar e, bi hêrs e

Kenanoglû diyar kir ku wan dît, dema baran dibare çi bi serê wan konan tê û destnîşan kir ku li aliyekî mirov bêzar bûne, li aliyê din jî hêrsa mirovan gelekî zêde bûye. Kenanoglû got, “Dema ku em çûn Samandagê, mirovan gotin ku nîvê mirovên jiyana xwe ji dest dan dikarîbûn bêne rizgarkirin. Gotin ku hawara mirovan dihate bihîstin. Jİ ber ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin. Li gel dilxwazan jî alav tune bû. Kepçe tune bû, kes tune bû ku wan blokan rakin.”

Pirsgirêka giran

Parlamenter Alî Kenanoglû anî ziman ku Serokkomarê AKP’î Erdogan hat Hatayê, lê xelkê Hatayê ew nedît û got, “Erdogan tevî derdora xwe hatiyê Hatayê. Bêguman me ew nedît, lê belê ji bilî me jî xelkê Hatayê jî ew nedît. Li cihekî ku ji bo wî bi taybetî hatibû amadekirin, rê hatibûn girtin, bend hatibûn danîn. Nedihiştin ku mirov bigihêjin wê derê. Ji xwe kesî jî nedixwest biçe wê derê. Rêyek ji wir derbas dibû, mirovan dixwestin di wê rê de biçin, lê rê girtî bû. Li gorî dilê xwe dihiştin ku çend k es ji wê rêyê derbas bibe. Bi kurtasî Tayyîp Erdogan hatiye Hatayê, lê haya xelkê Hatayê jê çênebû. Mirov gelekî bi hêrs e. Di nava pirsgirêkên giran de mirov hewl didin jiyana xwe dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar