Di 22’yê nîsanê de û piştî 12 salan Erdogan seredana Iraqê kir. Ev seredan di demkê de bû ku di nava van mehên derbasbûyî de çûn û hatina dîplomasiya di navbera rayedarên Iraq, Tirkiye û PDK’ê de zêde bibû. Ev çûn û hatin piştî ku dewleta tirk sê sal in bi hemû hêza xwe operasyona li dijî qadên gerîla daye destpêkirin. Temam bûna sê salan li ser şerê li hemberî gerîla de nîşaneya şikestina artêşa tirk a li hemberî gerîlayan e. Dewleta tirk ku nikariya bi hêza xwe ya leşkerî bigihêje armaca xwe, xwest bi Iraqê re li hev bike û xwe ji şermezariya şikestina artêşa xwe ya li hemberî gerîla xilas bike.
Di seredana Erdogan de gelek propaganda hatin kirin mîna ku Iraq wê her tiştekî qebûl bike wisa bi raya giştî re hat parvekirin. Di serdana xwe ya ji bo Iraqê de li ser 26 mijaran lihevkirin û ji hev famkirin ketin rojevê. Lê eger em li van mijara binerin yek ji wan jî ne ji bo berjewendiya operasyoneke nû ya Tirkiyeyê ye. Ji ber xalên hatin nîqaşkirin û îmzekirin, Iraqê jî li beramberî wan daxwaza ji Tirkiyeyê hene. 26 mijarên hatine nîqaşkirin di berjewendiya xelkê Iraqê de ne. Di vir de tê xuyakirin eger dewleta tirk van mijaran bi Iraqê re bibe alîkar, Iîraq jî di hin mijaran de wê bi wan re bibe alîkar. Mijara Tirkiyeyê ya esasî ew bû ku Iraq beşdarî şerê li hemberî PKK’ê bike û piştgiriyê bide dewleta tirk, PKK’ê wek rêxistineke “terorê” nas bike û di avakirina herêmek biewle ku li gorî projeya Tirkiya bi qasî 30 km. di nava axa Iraqê de were avakirin. Li beramberî pêkanîna van mijara Iraqê xwestiye di hemû aliyan de bi taybetê di mijarên av, perwerde û avadaniyê de piştgiriya wan bike. Tişta ku Iraq ji Tirkiyeyê dixwaze ne mimkun e ku di vê rewşa qeyrana aborî de daxwazên Iraqê pêk bîne.
Erdogan bi hedefa destekgirtina leşkerî berê xwe da Bexdayê, lê Iraqê tiştên ku Erdogan dixwestin bi temamî neda wan. Gelek daxwazên ku Tirkiye nikare ji nav derkeve xistin kefa destê Erdogan û ew şandin malê. Ji ber ku Iraq di şerê DAIŞ’ê de ye niha nikare xwe li ser piyan bigire û hikûmeta Iraqê hemû hêza xwe jinûve avakirye û herêmên ku DAIŞ’ê xirakiribûn û dixwaze gelê wê bi aramî jiyan bike. Lewma di demek wisa de ew ê Iraq nikaribe dijminekî xwe yê din mîna PKK’ê çêbike. Di Iraqê de PKK xwedî hêza civakî ye û hijmareka mezin ji gelê Iraqê di aliyê îdolojîk ve bi PKK’ê re ne. Heke Iraq şaşitiyek wisa bike û bikeve xefikên Erdogan ew ê bi qeyraneke mezin a civakî re rû bi rû bimîne.
Piştî serdana Erdogan gelek rayedarên Heşdî Şabî helwesta xwe nîşan dan, ev helwest çiqasî ne fermî be jî lê helwesta Heşdî Şabî diyar dike. Ji ber ku ji niha de di navbera Heşdî Şabî û Amerîkayê de jî şerekî ne rasterast heye û di nava Heşdî Şabî bi xwe de jî du alîbûn heye. Komên Heşdî ku ser bi Faleh Elfeyad in, siyaset û çalakiyên wan di berjewendiya Amerîkayê de ne, di aliyê din komên Esayb Ehil Elheq ku Qeys Xezelî wan bi rê ve dibe, bi hemû hêza xwe li dijî destwerdana Tirkiyeyê ne. Ji ber ku Qeys dizane cihê ku Tirkiye têkevê ew ê bi tu awayî ji dernekeve. Hikûmeta Iraqê jî vê dizane. Hikûmeta Iraqê dixwaze bi helwesta Heşdî Şabî zextên Tirkiyeyê liser xwe kêm bike. Iraq bi kurtî ji Erdogan re da diyakirin ku di vê rewşa heyî de ew ne amade ne daxwazên wî pêk bînin. Ji ber ku Iraq ne amadeye nakokiyên navbera xwe û pêkhateyên siyasî, civakî û leşkerî de kûrtir bike.
Rayedarên PDK’ê bi Tirkiyeyê re beriya serdanê li hev kiribûn, lê serdana wî ya ji bo Hewlêrê heya kêliyên dawî ne zelal bû. Eger tişta ku Erdogan dixwest li Bexdayê bi dest bixista dibe ku seredana wî ya ji bo Hewlêrê pêk nehatiba. Lê ji ber ku bi destekî vala ji Bexdayê vegeriya, neçar ma destê xwe yê vala li Hewlêrê tije bike. Di şêwazê pêşwaziya wî û her wiha dîmenê alên tirk li nav kolanên Hewlêrê xwestin hewayekî çêbikin ku Erdogan, di seredana xwe de serkeftî ye û hemû daxwazên wî pêk hatine. Em dizanin PDK bi salan e xulamtiya Erdogan dike lê dîsa jî eger ne ji neçarî be ew ê Erdogan li bajarekî kurdan, di bin ala başûrê Kurdistanê de rûneniştiba. Em dixwazin bêjin ku Erdogan ji neçarî serdana Hewlêrê kir. Em di wê baweriyê de ne eger Erdogan destek ji Iraqê girtiba wê di 24’ê nîsanê de li herêmê dest bi opereseyonek din a dagirkeriyê kiriba. Ji ber ku di 24’ê nîsanê de sê sal temam dibin ku artêşa tirk a dagîrker li hemberî gerîla di nava şerekî mezin de ye.