Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

‘Erdogan kesek bêkêr û xirabe’

Siyasetmedarê kurd Dr Mehmud Osman da zanîn ku, Amerîka û Rusya pişgiriya siyaseta şerxwaz a dewleta tirk dikin û guh nadin bangên ji bo aştiyê. Osman got: “Ocalan her jo bo aştiyê gav diavêje lê Erdogan kesekî bêker û xirab e.”

Pêşbîniyên we yên ji bo hilbijartina Tirkiyeyê çine?

‘HDP wê biryara herî rast bi xwe bide’

Bi van hemû pirsgirêkên ku Erdogan rûbirû maye re, nabe carek din were hilbijartin. Lê çibêjim, hemû tiştek diyare, yên dijberê wî şeş partî ne û dibe ne yekgirtîbin. Dibe ne hêsan be. Wê pişta xwe bi HDP’ê girêdin, lê gelo wê HDP deng bide Kemal Kiliçdaroglu? Ev jî giringe, ji berku dengek zêde yê HDP’ê heye. Lê HDP dibêje ewê deng nedin tu kesê/î. Yanî li gor ew bi xwe dibêjin. Ji ber wê eger HDP piştgiriya van partiyan (Îtifaka Milet) bike egerek mezin heye ku Erdogan bisernekeve. Heq jî ewe ku bisernekeve, ew kesek bêkêr û xirabe.

Li gor we wê ev hilbijartin bikare derfetek nû ji bo pêvajoya aştiyê biafirîne?

‘Erdogan û muxalefeta Tirkiyeyê di mijara kurdan de xwedî heman nêrînan e’

Partiyên muxalefetê jî li ser pirsgirêka kurd xwediyê heman nêrînên Erdogan in û tu cûdahiyek di navbera wan de nine. Divî warî de Amerîka tawanbare, kurd hertim ji bo aştiyê amadene, lê ew ne amadene. Hêvîdarim her guhertinek çêbe, bibe derfetek ji bo pêvajoya aştiyê. Li gor min divê hikûmeta Tirkiyeyê êdî vê yekê fam bike ku bi şer pirsgirêka kurd çareser nabe. Pirsgirêka geleke û mafên wan hene. Lê tu zext li ser Tirkiyeyê nine, ne Amerîka nejî Ewropa tu zextan li Tirkiyeyê nakin. Rusya jî hevalbendê wê ye.

Erdheja ku di 6’ê sibatê de çêbû wê bandorê li ser hilbijartinên Tirkiyeyê bike?

‘Erdhej wê bandorek mezin li ser hilbijartinên Tirkiyeyê bike’

Wê bandora xwe hebe, ji berku karesatek mezin bû. Nêzî 100 milyar dolar zirar çêbû. Wê çawan tazmînata qurbaniyan were dayîn, sedemên karesatê û kêmaniyên hikûmetê hene. Ji berku gelek avahî ji wan tevî ku mercên selametiyê têde nebûn, rê hatibû dayîn welatî têde bijîn. Ji ber van sedeman mirov di kîjan alî de lê dinêre tê dîtin ku wê bandora xwe li ser hilbijartinê hebe.

Wek hun jî dizanin dewleta tirk zextek mezin dike daku HDP were girtin. Hikûmeta tirk çima dixwaze HDP’ê bigre?

‘Tirkiye dijî tevahî kurdan e’

Belê ya yekem ji ber HDP bandorek wê ya mezin heye, ya duyem ji ber hevkariya AKP’ê nake, ya sêyem ji ber kurdin. Desthilat çawan li dijî kurda ye û şer li gel kurdan dike, HDP jî ji ber tekane partiya yasayî ye li Tirkiyeyê parastinê li mafên kurdan dike, ji ber wê jê acizin û li dijî wê ne. Bi salane Demîrtaş bêy sedemek hebe xistine girtîgehê. Lê naberdin, ji berku Demirtaş li dijî wane û parastinê li kurdan dikin ji wî acizin.

Hun biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî ku ji ber erdhejê da, çawan dinirxînin?

‘Biryara rawestandina çalakiyan a KCK’ê helwestek başe’

Helwesta KCK’ê gelek ciwan bû, ji berku karesatek mezin bi serê gel de hat. Erê raste di karesatê de mala Erdogan nerûxiya, lê xaniyên gel ku piraniya wan kurdin rûxiyan. Ji ber wê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî biryarek di cih de bû. Lê dewleta tirk guh neda vê biryarê û bi berdewam êrîşan dike. Li Rojava jî HSD’ê şer sekinandiye.

Çima dewleta tirk guh nade van bangên ji bo aştiyê? Çima sud ji van derfetan wernagire? Ma gelo ev ne derfeteke ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê?

‘Tirkiye li dijî hemû neteweyên cûda ne’

Tirkiye gav bi pêş de navêje û aştiyê naxwaze, ger Tirkiye aştiyê bixwasta bi salane Ocalan li girtîgehê hertim daxwaza aştiyê kiriye û proje pêşkeş kiriye. Lê dewleta tirk qet bersiva van daxwazan nedaye û li gel Ocalan de neaxivîne. Bi salane Ocalan di bin tecrîdê de ye. Li gor min, ji berku Tirkiye naxwaze aştiyê li gel kurdan de bike, vê yekê dikin. Ji berku siyaseta wan netewperestiye, li dijî hemû neteweyên cûda ne. Di madeya 66’an a destura bingehîn ya Tirkiyeyê de tê gotin, her kesek li Tirkiyeyê bijî tirke. Yanî tu netewek din qebûl nakin, bi taybetî jî kurd. Gelek derfet ji bo aştiyê çêbûne, kurd ji bo aştiyê amadebûn, lê dewleta tirk nexwestiye aştî pêkwere.

Beriya niha gelek aliyên siyasî, gelek welatên herêmî û navdewletî her wiha serkirde û rewşenbîran rexneya wê yekê li PKK’ê digirtin ku şer narawestîne. Vaye PKK biryara rawestandina çalakiyên leşkerî daye. Aliyên ku rexne li PKK’ê dikirin, divê niha ji dewleta tirk re çi bêjin?

‘Ocalan ji bo aştiyê her gav avêtiye le tirk bi şer bersiv dide’

Bi qasî ku ez dizanim ji salên 90’î ve gelek caran PKK’ê agirbest ragihandiye, lê dewleta tirk tu demê bersiv nedaye. Gelek alî hebûn ku wisan difikirîn PKK şer dike. Vaye hemû helwestên PKK’ê û Ocalan ên ji bo aştiyê li holê ne. Divê aliyên ku wan rexneyan dikirin, nêrîna xwe biguherînin, divê êdî PKK’ê sucdar nekin. Xetayên hikûmeta Tirkiyeyê zêdetirin. Xeletiya bingehîn li Enqerê ye. Ger siyaseta hikûmeta Tirkiye li Enqereyê biguhere û hebûna kurdan qebûl bike, bixwaze aştî pêkwere, kurd amadene. Yanî xeletî li cem hikûmeta tirke, tu sucê PKK’ê nine. Me li Îtalyayê Ocalan dît, Ocalan got, ‘Em amadene PKK’ê nehêlîn û ez ê xwe jê dûr bigrim, lê bi mercê ku pirsgirêka kurd çareser bikin.’ Ji bona wê pirsgirêka PKK’ê û dervey PKK’ê nine. Başe eger em bêjin PKK nebaşe, mane li parlementoyê parlementer hene, ma wan çikirine? Serokên şaredariyan çikirine?, partiyên din ên kurdan çikirine, hinek partiyên kurdan li Tirkiyeyê hene qet destê xwe nedane çekan jî. Lê dewleta tirk silavek jî nade wan. Dewleta tirk bi rastî jî bi siyaseta netewperestiyê tê birêvebirin. Şerxwaze û aştiyê naxwaze.

Gelek caran tê gotin ku ger Amerîka û NATO piştgiriya Tirkiye nekin, wê Tirkiye nikaribe li gel kurdan şer bike. Yanî pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêkek herêmî û ya Rojhilata Navîne, di heman demê de pirsgirêkek cîhanî ye.

Li gor we eger Amerîka bixwaze dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd de li Tirkiyeyê rola xwe bilîze?

‘Amerîka li dijî kurdan hevkariya dewleta tirk dike’

Bê guman dikare bi rola xwe rabe û ji bo pêkhatina aştiyê zextan li Tirkiyeyê bike. Lê tu demê vê yekê nekiriye. Amerîka hertim hevkariya dewleta tirk kiriye û alîgirê şer bûye. Teknolojî bi Tirkiyeyê daye, balefirên bê mirov ji Îsraîlê jêre hatine. Niha Rusya jî hevalbendê Tirkiyeyê ye. Ji ber mijara Ukraynayê tu zextek cidî li Tirkiyeyê nekiriye. NATO jî li gel Tirkiyeyê de ye û zextan lê nake. Ji aliyê welatên derve de tu zextek li ser Tirkiyeyê nine. Ji ber vê yekê dewleta tirk di şer de israr dike.

Li gor we pêwîst dike di navbera kurdan û tirkan de navbeynkarî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bê kirin? Ger hebe, divê kî navbeynkariyê bike?

Pêwîstî bi navbeynkariyê heye. Aliyê herî baş ku bikare navbeynkariyê bike, Neteweyên Yekbûyî ne. Dikare ji bo aştiyê bi erk û rola xwe rabe. Ji ber ku şerê heyî ewlehiya Tirkiye, kurdan û başûrê Kurdistanê têkdaye. Pêwîste NY destwerdanê bike. Ji berku ewlehiya Iraq û Suriyeyê jî têkdaye. Ewlehiya Tirkiye bi xwe ji ber vî şerî xirabûye. Herî kêm dikarin di aliyê mirovahî de destwerdan bikin, lê nakin. Ji berku ev mijar di jêr kontrola Amerîka de ye.

Derbarê hilbijartina li Tirkiye de, li gor we HDP piştgiriya namzetiya Kiliçdaroglu bike, yan jî bi namzetê xwe tevli hilbijartinê bibe?

‘Ger Îtifaqa Milet projeyên HDP’ê qebûl bike, bila HDP piştgiriya Kiliçdaroglu bike’

HDP xwedî siyaseta xwe ye, divê her şeş partiyên di nav Îtifaqa Milet de projeya HDP’ê qebûl bikin. Ger projeyên HDP’ê qebûl bikin, HDP dikare piştgiriya wan bike. Bila hemû bi hevre Erdogan biguherînin. Lê ger qebûl nekin, bila HDP bi namzetê xwe tevlî hilbijartinê bibe. Ji berku her şeş partî jî PKK’ê wek ‘terorîst’ pênase dikin û fikra wan nebaşe.

Li gor we ger Erdogan ji desthilatê were durxistin wê rewşa Tirkiye bi taybetî jî di aliyê pirsgirêka kurd de guhertin pêkwere?

‘Ya esas gava hatin desthilatê wê çi bikin’

Ger mirov guh bide Kiliçdaroglu, Elî Babacan û Ehmed Dawutoglu bi awayek giştî nêrîna wan ji ya Erdogan cûdatire. Heta radeyek behsa kurdan jî dikin. Lê ya giring ewe eger ev alî hatin ser desthilatê wê qet tiştek bikin? Ji ber ku gelek kes hene dema muxalefete tiştek dibêje, dema dibe desthilat jî tê guhertin. Lê çawan be jî li gor gotin û daxuyaniyên wan siyaseta wan ji ya Erdogan baştire.

Di dawiyê de bixwazî tiştek bêjî heye?

Tenê hêviya min ewe ku kurd yekgirtîbin û li pey karê xwe de bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar