Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...
Pazartesi - 26 Ağustos 2024

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP’ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk bû ku bi hezaran çete û xwînrêj derbasî Sûriyeyê kirin û ew bi çek kirin. Dewleta tirk bû ku bi hezaran DAIŞ’î ji dinyayê kom kirin û di sînor re berdan nava axa Sûriyeyê da her derê talan û wêran bikin. Erdogan bû ku hemû xerabûna li Sûriyeyê anî da ku xîlafeta Osmaniyan bi kerasê DAIŞ bi cih bîne.

Piştî ewqas xerabiya 13 salan ku bi serê xelkê Sûriyeyê û vê erdîngariyê de anî, vê carê dixwaze bi Beşar El-Esed re hevdîtinekê bike. Êdî Erdogan derdikeve pêş çapemeniyê û lavahî û rica ji Esed dike û dibêje ka were em hev bibînin. Erdogan bang li Esed dike û dibêje; “ma çibûye, çima nayê em mîna berê li hev bên?”

Di vê navberê de, Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê bersiv da Erdogan û got; Heta hûn ji Sûriyeyê venekşin û desteka ji bo terorê ranewestînin, em tu hevdîtinên ji bo vegera peywendiyan pêk naynin. Her wiha Serokê Şamê Beşar El-Esed jî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bersiv da Erdogan ku ew ji bo danûstandinan ne li dijin, lê gelo wê armanc ji van hevdîtinan çi be? Ew ê ji Sûriyeyê vekişin? Ew ê desteka didin terorê rawestînin? Esed he rwiha işaret bi lavayiyên Erdogan ji bo hevdîtinê jî kir û diyar kir ku mesele ne meseleya em hev bibînin lê ger hedefên zelal nebin, hewceyî bi hevdîtinan tuneye.

Ya ku dixuye, rejîma Şamê di helwesta xwe de hinekî giran e lê ew ê hevdîtin pêk werin an neyên mijareke din e. Lê kî wê sudê ji van hevdîtinan bigir û çima Erdogan ewqas dixwaze bi Esed re rûnê, bersiva van pirsan gelekî girîng in. JI sedemên sereke Erdogan dixwaze ev hevdîtin pêk werin, ne sedemên stratejîk in lê taktîkeke ku pê zextê li Amerîkayê bike. Erdogan dizane helwesta Amerîka di mijara vegerandina peywendiyan bi Esed re ne erênî ye lê ger ew karibe hevdîtinekê bike, ew ê karibe ji Amerîkyêa re bibêje ger hûn di bakur û rojhilatê Sûriyeyê de destekê nedin min da em kurdan qir bikin, vaye ez ê bi Esed re li hev bikin. Her wiha Erdogan çawa bi Bexdadê re li hev kir da li dijî başûrê Kurdistanê dest bi dagirkeriyê bike, xwest bi Şamê re jî li hev bike û esas van operasyonên dagirkeriyê bi hev re bimeşîne. Lê xuyaye Şam û Bexdadê ne heman fikrin. Tevî Wezîrê Karê Derve yê Bexdadê aşkere kir ku ew hewl didin Şamê û Enqereyê li hev bînin, lê Şam ê hîn e qebûl nekiriye ku bê şert û merc peywendî vegerin.

Li aliyê din, ew ê çi sûda Şamê ji asayîkirina peywendiyan hebe? Gelo ders ji tevgerên xwe yên berê bi Erdogan re girtine an na? Dewleta tirk dixwaze Esed dîsa wekî amûrekê bi kar bîne û bavêje. Lewma Erdogan ewqas li ber Esed digere. Ma ne ji Esed re digot bira Esed û paşê derket û got kujer Esed? soz da ku ew ê Esed bixîne û li Mizgefta Emewî nimêjê bike lê Esed neket ka îjar wê çawa biçe Şamê?

Her wiha ev mijar zêdetir kurdan û bakur û rojhilatê Sûriyeyê eleqedar dike ji ber hemû tawîz û li hev kirin li dijî Rêveberiya Xweser in. Lê herêma kurdan jî ne herêmeke ku kî bixwaze ew ê karibe derbas bibe ji ber hêza wan heye û herêm di bin sîwana koalisyona navdewletî de ye. Ger koalisyon bixwaze DAIŞ li herêmê vegere, ew ê tawîzan bide dewleta tirk û ev jî ne pêkan e.

Nûçeyên Têkildar