Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê xuya dibe. Wer xuya ye Erdogan nema dikare welat bi rê ve bibe û bi taybet piştî ketina lîreya tirk li hemberî pereyên cîhanî, qelsbûna AKP’ê nema tê veşartin.
Helbet qeyrana aborî jî ji ber gelek sedeman e.
- Fişarên Erdogan ên li ser Bankaya Navendî û daxwaza kêmkirina faîzeyê. Vê yekê hişt ku lîreya Tirkiyeyê ji sedî 30 zêdetir nirx winda bike.
- Kêmbûna rêjeya karê şîrketên mezin li hundirê Tirkiyeyê, vê jî lerzeke mezin li aboriya welat da.
- Têkliyên Tirkiyeyê yên xerab bi Amerîkayê re, xwedî bandor e. Bi taybet li kêleka kirîna Tirkiyeyê ji çekên rûsî re, diyar e daxwazên din ên DYA’yê ji Tirkiyeyê hene. Ew jî birîna peywendiyan bi Îranê re û xistina Tevgera Hizbulah a îranî di nava lîsteya terorê de. Herî dawî jî ji bo lutkeya demokrasiyê Tirkiyeyê nehat vexwendin û ev jî nameyeke rêverberiya Joe Biden ji bo Erdogan e.
- Bazirganên û dewlemendên herêmî êdî ji bo pêkanîna projeyekê bi tirs in û gelek nîgeran in.
- Piştî dijminatiya Tirkiyeyê bi gelek welatan re, geştiyarî jî li Tirkiyeyê kêm bûye û nema weke berê ye.
- Sedema herî bi bandor jî, şerê dewleta tirk ê li dijî kurdan e. Li Başûr hemû teknîka xwe ya pêşketî bi kar tîne û heta niha jî encamek li dijî gerîla bi dest nexistiye. Di heman demê de, operasyonên lêgerîn û qirkirinê yên li hundirê bakurê Kurdistanê jî mora xwe li bin krîza aborî xistiye. Her wiha destwerdanên li Lîbya, Azerbaycan, Yemen û Sûriyeyê û piştgiriya ji komên çete re hema bêje nîvê dahutiyên Tirkiyeyê lê diçin. Ev hemû barekî giran li ser xezîneya dewletê çêdikin û tiştek şûna wê nagire.
Vê rewşê hişt ku zehmetî di jiyanê de çêbibe û ji ber hêrsa xwe ya zêde, welatiyên Tirkiyeyê xwepêşandan li dar xistin û daxwaza istîfaya partiya desthildar û serokê wê Erdogan kir.
Vê yekê jî daxwaza opozisyonê yên ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext rewa kir û êdî bi xurtî wê daxwaza xwe datînin ser maseyê.
Wer xuya ye dê kurd sûdeke mezin ji vê rewşê bibînin, lê di heman wextê de gelekî bi baldarî tev digerin. Nexasim ku HDP’ê dibîne ‘Divê CHP di serî de, partiyên muxalîf pêşengiya vê daxwazê bikin, ew ê jî destekê bidê’.
Ne dûr e, Erdogan careke din berê xwe darbeyeke din a leşkerî bi vî awayî rê li ber hilbijartinan bigire, ji ber ku ew dizane êdî bi ser nakeve. Lê belê ger hat û mijar ji destê wî derket, wê bi bihaneya tendurstiya xwe dest ji karê serokatiyê berde û kesekî ji zilamên xwe bike wekîlê serok. Bi vî awayî dê bide xuyakirin ku yê bi bin ket ne Erdogan e.
Niha derfet di destê kurdan de ye. Yan wê karin dawî li desthilata Erdogan bînin û karin doza kurd bi rengekî siyasî çareser bikin yan jî dê Erdogan bi rêya Îmaratên Erebî rewşa xwe ya aborî baş bike û careke din dest bi binpêkirina mafê mirovan bike û dibe ku kurd rastî qonaxeke din a êrîşan werin.