Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Erdogan li hêlekê şirîkên wî li hêla din gel dişêlînin

Li Wanê û navçeyên wê bêkarî û hejarî ji sedî 85 zêde bû di nava meha dawî de gelek kes ji ber mijara aborî dawî li jiyana xwe anîn. Asta bêkariyê bi taybet jî piştî tayînkirina qeyûman hêj zêdetir bû. Ji ber ku qeyûman weke karê destpêkê bi hezaran kes ji kar derxistin û kirin ku asta bêkariyê hej bilindtir bibe.

Yek ji van qeyûman jî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû. Qeyûmê ku şaredarî dagir kirî, bi sedan karker ji kar derxist û tevî biryara dagehê jî ezmûnên 250 karkeran weke serneketî nîşan dan û girtina karkeran a kar red kir.

Mesût Babat ê ji aliyê qeyûm ve di sala 2016’an de ji kar hate avêtin û di sala 2019’an de ji aliyê şaredariya HDP’ê ve dubare hate girtina kar, vê carê bi îdiaya lêpirsîna ewlekariyê ya ji aliyê walîtiya Wanê ve ji kar hate derxistin întixar kir.

Li aliyekê qeyûm dibin sedemê bêkarî û mirinê, li aliyê din jî Kargeha Belavkariya Gaza Xwezayî a Aksa ya Wanê ku bi nêzikbûna xwe ya bi desthilata AKP’ê ve tê zanîn di nava meha adarê de ji bo aboneyê xwe du carî fatûre şandin. Welatiyên ji ber belavbûna vîrûsa koronayê ji malên xwe dernakevin, hê nekarîne fatureya yekem bidin, hatina fatûreya duyan rê li ber nerazîbûnan vekir.

Şêniyan diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê nikarin ji malên xwe derbikevin. Şêniya got ku piştî kampanyaya Erdogan a ‘bexşîn’ şîrketa gaza xwezayî jî cara duyem fatûre ji bo wan şandine. Têkildarî mijarê welatiyekî got: “Her serê mehê carekî fatura tê. Heta niha tiştekî wiha nebû. Çawa dibe ku di mehekê de du fatura tên. Divê di şertên heyî de dewlet li me binêre lê çav berdaye pereyê di berîka me de. Fatureya dwî di navbera 20’ê adarê û 1’ê nîsanê de ye. Gelo ji bo 10 rojan çawa fature tê birîn? Me hêj fatureya din nedaye, vaye yeka din jî şandin. Ne tenê şîrketa gaza xwezayî, şîrketên din jî peyaman dişînin û dixwazin fatureyan bidin. Em nikarin ji mal derkevin û ketina qirika ruhê xwe, ew ketine derdê pereyan.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar