Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Erdogan li Mêrdînê Kiliç ê parastvanê kûjeran kir namzet

Farûk Kiliç ê AKP’yî ku wek parastvanê kûjerên Necmettîn Kiliç û di gelek nelirêtiya de tiliya wî heye tê nasîn, ji aliyê Erdoganê AKP’î ve li Mêrdînê weke namzetê di rêza ewil de hate nîşandan.

Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî êdî roj mane û partiyên siyasî namzetên xwe aşkere kirin. AKP’ê li Mêrdînê di rêza yekemîn de serokê bajêr Farûk Kiliç weke namzet nîşan da. Kiliç, ji bo namzetiyê, ji serokatiya bajar îstîfa kiribû. Kiliç, ji Qoserê ye û li gel têkiliya xwe ya bi rêveberiyên qeyûman re, her wiha gelek caran ji ber wergirtina kar a bi rêyê nelirê di rojevê de ye. Li gel van; di sala 2017’an de cînayetek hatibû kirin û Kiliç bi rola xwe ya negirtina 9 bersûcên cînayetê yên firarî, di rojevê de ye.

Kuştina Necmettîn Kiliç û negirtina bersûcan  

Di 12’ê kanûna sala 2017’an de li gundê Tiltêmik ê Qoserê ji ber nelihevkirina ser erd, di navbera du malbatên Kiliçan de nîqaş derket. Apên Faruk Kiliç û pismamên wî bi çekan êrîş kirin û di encama êrîşê de ji xizmên wan Necmettîn Kiliç jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî bi giranî birîndar bûn. Di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de 6 kes hatin binçavkirin û 9 kes jî bi îdiaya “nehatin dîtin” nehatin binçavkirin. Di qonaxa ewil a lêpirsînê de 2 kes hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Lêpirsîn hate temamkirin û di hezîrana sala 2018’an de îdianame hate amadekirin. Dadgehê ji bo mamê Faruk Kiliç ê bi navê Osman Kiliç û kesên bi navên Bekir û Şukru Kiliç de bi sedema “sorkirinê” û ji bo 12 bersûcên din jî bi sedema “kuştina plankirî” cezayê hefsê xwest.

Ev 6 sale sûcdar li mala Farûk Kiliç de dimînin

Doz, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Firarî Îhsan, Tahîr, Muaz, Mehmet, Îsmaîl, Veysî, Îbrahîm, Suleyman û Mûstafa Kiliç di nava 5 salan de nehatin girtin. Aliyê mexdûr her carê îdia kir ku bersûcên firarî li mala Serokê AKP’ê yê Mêrdînê Faruk Kiliç dimînin û ji ber parastina wî, nayên girtin. Di tîrmeha sala 2022’yan de geşedaneke ku îdiayên aliyê mexdûr piştrast dike pêş ket. Di encama îxbarên aliyê mexdûr de pismamên Kiliç ê AKP’ê yên bi navên Îbrahîm û Veysî Kiliç li baxçeyê mala Faruk Kiliç hatin girtin. Lê belê 7 kesên din bi tu awayî nehatin girtin.

Hevkariya polîsên tevgera taybet bi bersûcan re derket holê

Di qonaxên piştre yên dozê de derket holê ku ji faîlan Ahmet Kiliç ku firarî nebû, bi alîkariya polîsên tîmên taybet ji cihê bûyerê reviyaye û ev yek di qeydên tapeyan de derket holê. Ahmet Kiliç û polîsê tevgera taybet Erkan K. demekî kin piştî bûyerê li ser telefonê hevdîtin kirin û polîsê tîmên taybet ji bo Kiliç li noqteyên lêgerînê bêyî pirsgirêkekê bijî derbas bibe, jê re bûye alîkar. Di qeydên bi îbareya “Veşartî” de; du axaftinên ser telefonê yên di navbera polîsê tevgera taybet Erkan K. û Ahmet Kiliç de derket holê ku yek ji wan beriya bûyerê û yek jî di roja bûyerê de hatiye kirin. Di hevdîtina ewil de Kiliç, bêyî ku pirsgirêkê bijî ji noqteya kontrolê derbas bû. Di hevdîtina duyemîn a piştî bûyerê de jî derket holê ku Ahmet Kiliç ji Erkan K. dixwaze ku wesayîta wî ya li nêzî Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê bîne.

‘Gef tê xwarin ku doz paşde bê kişandin’

Xizmê Necmettîn Kiliç, Osman Kiliç jî diyar kir ku bersûcên firarî ji hêla Faruk Kiliç ve tên parastin û wiha got: “Me gelek îxbar kir ku kesên firarî bi salan li gund dijiyan. Lê kesekî ji me bawer nekir. Piştî girtina du kesan, derket holê ku îdiayên me rast in. Doz, ev 6 sal in didome. Lê bersûcên firarî hêj jî nehatine girtin. Sedema vê jî pir aşkere ye. Faruk Kiliç, xizmên xwe yên firarî diparêze. Hêj niha jî li ser kesên firarî gef li me tên xwarin. Ji me dixwazin ku doza xwe paşve bikişînin. Ji ber ku em doza xwe paşve nakişînin, gef li me tên xwarin. Dema Faruk Kiliç serokatiya bajar dikir nehişt ku ev kes bên girtin. Jixwe Faruk bibe parlamenter ev kes êdî qet nayên girtin. Li gel ku bi ser re 6 sal derbas bûne jî dadgehê derheqê bersûcan de biryar da û li şûna ku dosyaya firariyan cuda bike, her carê dozê dirêj dike. Li gorî me mudaxaleyek tê kirin. Nexwe mimkin nîne ku ev kesên ewqas li ber çavê her kesî bi sala ye neyên girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar