Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Erdogan li pey fantaziyên xelîfetiyê ye’

Nûnerê Yekitiya Suryaniyên Ewropayê yê Swêdê Metîn Rhawî anî ziman ku Erdogan naxwaze pevya kurd û axaftina bi kurdî bibihîze. Rhawî diyar kir ku Erdogan hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn weke tirk û sinnî dibîne û wiha got: “Erdogan naxwaze suryanan weke etnîkeke cuda bibîne. Erdogan li pey fantaziya xelîfetiyê ye û kirinên wî yên dîktatoran in.”

Nûnerê Yekitiya Suryaniyan Ewropayê yê Swêdê Metîn Rhawî têkildarî serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û kiryarên wî yên li dijî gelê kurd û kêmpêkhateyên li Tirkiyeyê, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Mûrat Kuseyrî re axivî.

Metîn Rhawî anî ziman ku Erdogan ji hêla fizîkî û giyanî ve nexweş e û diyar kir ku heke gelên Tirkiyeyê li dijî Erdogan ranebe û wî ji fantaziya xîlafetê venegerînin, dê hemû kesên li Tirkiyeyê zirarê bibînin.

Rhawî diyar kir ku Erdogan naxwaze peyva kurd û axaftina bi kurdî bibihîse û wiha dom kir: “Dixwaze her kes ji xwe re bibêje tirkê sinnî. Naxwaze bibîne ku suryan etnîkeke cuda û baweriyeke cuda ne. Li gorî wî çi kesê ku li Tirkiyeyê dijî, tirk e û misilman e. Hebûna gelên din înkar dike.”

‘Em ne suryanên Esat û ne jî yên Erdogan in’

Di berdewamê de jî Rhawî bi lêv kir ku Erdogan dixwaze suryanên rajêrî xwe bike û ev tişt destnîşan kir: “Em ne suryanên Esat, ne yên Erdogan û ne jî yên kurdan in. Em bi kurdan re dixebitin. Bernameyeke me ya hevpar heye. Berjewendiyên me yên hevpar hene. Kurd û suryan xwedî heman nirxan in. Divê Erdogan kurdan, asur, suryan û gelên din nas bike. Divê her kes bi azadî û bêtirs fikra xwe bibêje.”

‘Ya ku Erdogan dike dîktatoriye’

Herî dawî jî Rhawî ev tişt gotin: “Hikûmeta AKP’ê û Erdogan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku mafên kurdan, asur, suryan û kêmneteweyên din diparêze hedef digire. Erdogan hewldana 15’ê tîrmehê weke darbe dît. Lê li ber çavê hemû cîhanê bi xwe darbe kir. Tu kes cesaret nake ku bibêje êdî bes e. Rêveberên HDP’ê yên ku bi wêrekî li dijî Erdogan derketin jî niha girtî ne. Hevşaredarên vîna gel ji erkê hatin girtin. Tu maf û rayeya wî ya kirina vê nîne. Yên rêz ji encamên hilbijartinê re negirin, tu mafekî wî yê qala demokrasiyê jî bike nîne. Ev dîktatorî ye.” STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar