Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdogan li pey mezinkirina aloziyê ye!

Erdhêjên pey hev ya 6’ê sibatê bi tevî 10 bajarên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê, Suriye û rojavayê Kurdistanê jî lerizand. Divê em qebûl bikin, ev erdhêj ne ji rêzê ye. Tofanên bi vî rengî belkî di sed salan de careke çêdibe. Bi vê rastiyê ve girêdayî, bi taybet ji alî encam ve em dikarin sed hezar tiştan bêjin.

Di serî de em vê rastiyê bînin bîra xwe. Belê, sedema vê tofanê ku ji alî encam ve dişibe qiyametê, tenê rêvebirên xwînmij û dîktator in. Ji ber kiryarên wan ên qirêj, bi hezaran avahî hilweşiyan, bi dehhezaran însan jiyana xwe winda kirin, bi sedhezaran jî birîndar bûn. Rast e. Rêvebir jî di bin kavilan de mane. Lê ew vê qebûl nakin. Niha difikirin ku ew ê çawa xwe ji bin kavilan derxin û desthilatdariya xwe biparêzin.

Pêngava ewil, Bulent Arinçê AKP’yî avêt. Got, “Di rewşek wisa de hilbijartin naye çêkirin. Divê em vê hilbijartinê herî kêm salek texîr bikin.” Erdogan jî qet şerm nekir, ji bo çareserkirina rewşa aloz û dermankirina birînan ji hemwelatiyan salek dem xwest. Ev her du peyam ji ber xwe ve çênebûn. Erdogan û Arinç bi planek hevbeş axivîn.

Muxalefet bertekek baş nîşân da. Di serî de HDP û hevşîrîkên wê, hemû partiyên muxalefetê gotin, “Divê hilbijartin di wexta xwe de çêbe.” Ya rast jî heke muxalefet piştgirî nede desthilatdariyê, ango ji bo gûherîna destûra bingehîn rê veneke, AKP û MHP’ê bi serê xwe nikarin hilbijartinê texîr bikin. Destûra bingehîn ya Tirkiye aşkere ye. Hilbijartin, tenê di rewşa şer de, ew jî bi biryara parlamentoyê tê texîrkirin. Niha Tirkiye bi awayekî fermî ne di nav şer de ye, ango parlamento rewşa şer ranegihandiye. Ji ber vê jî Erdogan nikare ji parlamentoyê biryarek wisa derxe.

Beriya erdhêjê jî li ser vê meseleyê, ango li ser paşvexistina hilbijartinan galegal hebûn. Erdogan ji hemû kesan baştir dizane ku ew ê di hilbijartinekê asayî de sernekeve. Ji ber wê jî rê û olaxan digeriya ku careke din bikaribe desthilatdariya xwe biparêze. Belê, dewlet hemû di destê wî de ye. Lê her weha di nav dewletê de jî nakokî heye û nikare her tişt bi dilê xwe rêve bibe. Tiştê tê dîtin, niha dixwaze careke din ji rewşê derfet bibîne û bi rêya mezinkirina aloziyê hikma xwe bidomîne.

Bi gorî agahiyên hene, vê yekê, ango plansaziya karanîna derfetê roja ewil ya erdhêjê çêkirine. Hin rayedarên desthilatdariyê xwestine bi gorî planên erdhêjê ya ku di sala 2019’a de hatiye nûjenkirin, dest bi karbin. Lê Erdogan rê nedaye vê yekê. Heke her tişt bi gor plansaziya raporên heyî ya sala 2019’an bihate rêvebirin, ew ê aloziyek derneketiba û desthilatdariya faşîst jî nikariba ji rewşê îstîfade bike. Ji ber vê yekê bi biryara Erdogan û aqilmendên wî însanan 3 roj di bin kavilan de hiştin. Pişt re qasî ku “dost di bazarê de bibînin” hin însanan xilas kirin. Niha jî dixwazin hemû tişt bigrin bin kontrola xwe, her weha kavilan rakin û cenazeyên di bin kavilan de ne jî bi vî awayî ji çavê gel veşêrin.

Wisa xwiya dike ku ev zordarî, her weha ew ê bibe sedem ku bertekên gel mezin bibin. Heke di rewşek wisa de bertek dakeve kolanan, ew ê Erdogan bi awayeke giştî rewşa awarte rabigîhîne. Di rewşek wisa de heke Erdogan hilbijartinê texîr neke jî, hesab dike ku ew ê careke din bikaribe were hilbijartin. Hisaba wî niha ev e.

Erdogan, di sala 2015’a de desthilatdarî windakiribû. Di 8’ê Hezîranê de kurd bi serketibûn. HDP, bi awayekî xurt ji hilbijartinê derketibû. Ev yek ne tenê tirsa Erdogan, her weha tirsa statuparêzan jî xurt kir. Nexwestin kurd bibin şîrîkê dewletê. Bi vî awayî Erdoganê sucdar careke din kirin sermiyandarê dewletê.

Lê niha rewş cûda ye. Yên di sala 2015’a de Erdogan kirin sermiyandarê dewletê, vê carê ne di heman fikrê de ne. Ew jî êdî ji xeternakiya Erdogan hayîdar in. Hin aliyên dewletê, hebûna Erdogan ji bo dewleta xwe jî xeter dibînin. Tirsek Erdogan tevgera azadîxwaz a Kurdistanê ye. Bêgûman, ev tirs di statûparêzan de jî heye. Lê tirsek din ya Erdogan û desthilatdariya wî jî helwesta muxalefeta dewletî ye. Ji ber vê yekê jî li pêy mezinkirina aloziyeke nû tevdigerin. Derdê wan ew e ku aloziyeke mezin derxin û ew jî di vê aloziyê de careke din bi dara zorê hikma xwe biparêzin. Plana wan niha ev in. Lê rastî jî xwiya ye: Trênê revandin. Êdî ew çi bikin, nikarin ji bin kavilên erdhêjê derkevin.

Nûçeyên Têkildar