Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdogan siyaseteke întixarî dike

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Êdî tu huner û cewherê Receb nema ye ku bide xebitandin. Çiqas derew û durûtî hebûn, bi navê îslamiyetê ji bo civakê bixapîne bi kar anî. Piştî di warê olî de hunerê wî xelas bû, êdî Bahçelî kişand cem xwe û li ser tirkîtiyê liska xwe dewam kir.

Mirov dikare niha bêje; ev amûrên wî yê ‘tirk-îslam’ siyasetî jî hatiye qonaxa dawiyê. Lê dewlet xistine destê xwe. Bêguman bi daxwaz û alîkariya Amerîkayê, ewqas sal e vê desthilatiya xwe dide meşandin. Helbet ji bo xizmetek wisa, hosta û hunermendekî bi ser xwe re ye. Dewletek kamil a faşîst, qirker, dagirker û mêtinker ava kiriye.

Niha êdî yekser bi hêzên dewletê desthilatiya xwe birêve dibe. Erê dîsa wan argumanên xwe: îslamiyetê û tirkîtiyê jî dide xebitandin lê bi bingehîn zora hêzen dewletê û bi giranî jî hêzên çekdar bikar tîne.

Li hundir pergala dewletê bi tevayî rizya ye û ber bi hilweşandinê ve diçe. Ji bo pergala xwe li ser pêya bigire û nakokiyên civakî û dijberiya gel a li hemberî dewletê bide rawestandin, balê dikişîne derve.

Ev siyaseta êrîşkarî û dagirkeriya derve, gelek belawela bûye û ew jî êdî weke ku dixwaze nameşe. Ne li Rojava-Sûriyeyê, ne Libyayê, ne li Qerebaxê û hwd. li tu deverê ne serkeftî ye. Herî dawî di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de gelek amadekarî kiribû û lewma hêvîdarê hinek destkeftiyên mezin bû jî. Lê na, wisa diyar dibe ku ji bilî firotina ÎHA û SÎHA’yan tu destkeftiyek wan li vir jî pêk nehat.

Dihere û tê, vedigere ser serê Kurdistanê. Weke ku tola her şikestina xwe li kurd û kurdistaniya digire. Niha dîsa bi hemû giraniya xwe, bi taybetî li Başûr, dîsa dest bi siyaseta xwe ya qirêj a lidarxistina şerê navxweyî yê kurdan kiriye. Bêguman gefê xwe yên li ser Rojava jî her dewam dike.

Helbet vê siyaseta gemar û qirker û dagirker, bi tenê nade meşandin. Weke tê zanîn, ji xwe Receb û partiya wî AKP, projeya Amerîkayê ye. Bi taybetî jî, van êrîşkariyên xwe yên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê û yên derveyî Tirkiyeyê, ne bêyî Amerîkayê ye û  senarîst ew bi xwe ye.

Lê fermandar û organîzatorê vê senaryoya berfireh Receb Tayyîp Erdogan e. Her wiha lingê wê yê Kurdistanê jî PDK a Başûr e.

Mirov dikare wisa hîn şênbertir bike û bêje serkirdeya vê proje, planê û senaryoyê, niha Trump, Receb û Berzanî ne. Di vê dema dawî de li pirî cihan Putin jî beşdar dibe û li ser Kurdistanê, hinek caran Ruhanî jî li gel Putîn û Receb dibe hevparê vê siyaseta malxerab.

Belê li van welatan hemûyan qeyrana siyasî hene. Lewma van serkirdeyan çarenivîsa xwe bi hev ve girêdan e. Bi taybetî û bi giranî ev gotin ji bo Trump-Receb-Berzaniyan derbasdar e.

Trump, sê rojên din diçe hilbijartinê û guman xurt e ku bi ser nakeve. Li gorî saloxan Biden tê hilbijartin. Binkeftina Trump, zemîna binkeftina Receb û Berzaniyan jî xurt dike.

Li ser Biden jî, li gorî çapemeniyê, ji bo kurdan û bi taybetî ji bo Rojava dîtinên wî ji yên Trump pozîtîftir tê xuyakirin. Ev nerîn û helwestên pozîtîf ên Biden ji bo kurdan, Receb gelek hêrs dike. Ji vêna jî girantir, li ser Receb jî gotin û dîtinên xerabtir diyar dike. Dibêje ‘ger ez bibim Serokê DYE, ez ê alikariya dijberên Receb bikim da ku rêvebriya wî hilweşînim’ û hwd.

Lewma tê gotin ku ev pêşkeftinên bi vî awayî, derûniya Receb zêda xera dike û dibe ku dest bi êrîşên hîn xerabtir bike. Wate, bêyî razîbûna Amerîka û Rûsya dest bi hinek êrîşkarîyên hîn berfirehtir, ên bi xeyalên emperyal weke Osmaniya Nû bike!  Ev jî tê wateya întixarkirina wî.

Wisa tê xuyakirin ku hefteye li pêş me, ew ê gelek bûyerên girîng pêkbên û her wiha li ser çarenivîsa gelek rêveber û serokên welatan bandorên giran bike. Ger Biden bi serkeve, di serî de textê Receb ew ê biheje û pêve girêdayî Berzanî jî lawaz dikevin. Belê dibe ku ji bo Tevgera Kurdan, zemîn hinek baştir bibe. Bêguman divê kurd, baweriya xwe her bingehîn bi hêza xwe bînin, ne bi ya derve!

Nûçeyên Têkildar