Dîktator ji tecrubeyan dersan dernaxin. Ji dîrok û bûyerên beriya xwe sûdê wernagrin. Pirsgirêk û aloziyên ku ew dibin sedem her tim bi derve ve girê didin û hinekan sûcdar dikin. Tu carî li xwe mikûr nayên ku çavkaniya hemû pirsgirêkan ew bixwe ne.
Di dîrokê de gelek diktatorên ku zilm û zordarî li civakan dikirin hebûn. Bêguman li dijî wan dîktatoran her tim lêhengên berxwedêr jî hebûn. Weke, Fîrewn û Mûsa weke Nemrûd û Brahîm. Gelek navên bi vî rengî hebûn lê encam yek bû. Her tim serkeftina ya mazlûmên berxwedêr bûye. Her tim serkeftin ya gelên bindest bûye.
Her wiha diktator û zordaran ji şoreşên gelan ku erd di bin lingên wan de hêjiyaye ders dernexistine. Ji xwe re nekirinê mînakên erênî. Heke ji wan şoreşan ders derxistina wê bidîtina ku tu carî zilm bisernakeve û dawiya dîktatoran tune bûne.
Em dizanin çi bi serê Zên Elabibîn, Mobarek, Salih û niha jî bi serê Esed de tê. Her çiqasî Îran û Erdogan hewl bidin wan biparêzin jî wê hêza wan têrî neke, wan ji hêrs û xezeba gelan rizkar bikin.
Li gel hemû zext û zordariyan, li gel hemû qirkirin û kuştinan piştî desthilatdariya xwe ya 17 salî Erdogan bi têkçûneke mezin re rûbirû ye. Dawiya wî nêzik bûye. Ew çibike jî wê nekaribe xwe ji aqûbeta dîktatoran a nebixêr rizgar bike. Mînakên dîrokê ji me re dibêjin ku dem dema bi dawîbûna dîktatoriya Erdogan e.
Erdogan piştî ku bû desthilatdar kirasê Ixwan Elmuslimîn li xwe kir û di bin wê kirasê de armancên xwe yên faşîst û netewperest bi cih anîn. Xwest hişmendiya Imparatoriya osmaniyan weke nexwaşiya penceşêrê di laşê civakê de belav bike û vejîna osmanî pêk bîne.
Erdogan di hilbijartinên xwecihiyên 31’ê adarê de têk çû. Bajarên sereke yên weke Enqere û Stenbol ji destê wî çûn. Helwesta civaka kurd a ku di vê hilbijartinê de bi Erdogan da windakirin weke xençerekî di dilê Erdogan de çikiyaye. Xewn û xeyalên wî û şirîkê wî Bahçelî yên serkeftinê hemû têk çûn. Gelê azadîxwaz dengê xwe bilind kir û got “Na” êdî bes e ji zilmê re, êdî bes e ji qirkirin û koçberiyê re.
Bajarê Stenbolê ku destpêka desthilatdariya Erdogan bû tê bayîn ku wê bibe navenda destpêka têkçûna desthilatdariya wî. Stenbolê wekî paytexta aborî ya Tirkiyeyê ye lê belê ji bo Erdogan wekî bajarê Konstantîniye ku ji aliyê Siltan Mihemed Elsanî hatiye fetihkirin e.
Ji ber ku Erdogan gelek caran ragihandibû xwe weke Siltan Mihemed Elsanî dibîne. Împaratoriya Osmaniyan bi destxistina Stenbolê deriyê dagirkirina Ewropayê vekirin û Erdogan di sala 1994’an de bû şaredarê Stenbolê û vê yekê dişibîne serdema Osmaniyan. Ji ber vê yekê Erdogan Stenbolê wekî bajarê olî dimeyzîne û dixwaze Stenbolê bi dest bixe û têkçûna xwe ya li Stenbolê napejirîne.
Hilbijartin dê di 23’ê hezîranê de pêk bên û Erdogan ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve dê hemû derfetên dewletê bi kar bîne. Lê wisa xuya dike ku dawiya desthilatdariya wî dê li Stenbolê dest pê bike.
Erdogan heta niha gelek caran xwe avêt bextê gelê kurd û Abdullah Ocalan. Kurd ji ber hemleyên Erdogan matmayî neman ji ber ku dizanin Erdogan durû û fêlbaz e û ji bo li ser hikum bimîne serî lîstikan dide. Erdogan çi dike bila bike fikra kurdan naguhere û kurd Erdogan wekî dîktator dibînin û li gorî gel divê ji hikûm were daxistin.
Hemû gel dizane ku tenê kesek dikare li herêmê aştî û aramiyê peyda bike û we jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ocalan 20 sal in di zindanê de ye û ew hemû fen û rêbazên Erdogan dizane. Ji ber ku Ocalan nûnerê aramî û aştiya herêmê ye.