Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdogan û Misir

Di van rojên dawîn de li hemberî Misirê gotinên Erdogan dijwartir bû. Li Tirkiyeyê û li dawa navneteweyî kesên li dijî siyaseta wî derdikevin bi bêbextiyê tawanbar dike. Beriya hilbijartina şaredariya Stenbolê ji bo namzetê xwe bi ser bixe gelek peyam dan. Dema bigihêje armanca xwe dê gotinên ku beriya hilbijartina aniye ziman ji bîr bike, berevajî wan gotinan tevbigere û di hilbijartinên salên berê de jî heman rêbaz bi kar anî. Mixabin li vê erdnîgariyê hilbijartin li gorî pîvanên demokrasiyê pêk nayên û îradeya gel nayê naskirin. Nemaze jî encamên hilbijartinê li gorî dilê serdestan nebe û tişta ku hêvî dikirin bi dest nexin serî li rêbazên dijdemokrasiyê didin.

AKP’ê heta niha di hilbijartinên giştî, hilbijartinên şaredarî, serokwezîrî û referandûmê de serî li lîstikan da û bi rêya van hilbijartinan despota xwe xurttir kirin. Ji bo wî nêrîn û daxwazên civakê ne xem e, a girîng ew e ku serdestiya xwe mayînde bike. Ji bo di hilbijartina şaredariya Stenbolê de bi ser bikeve qarebar kir. Erdogan pir baş dizane ku ger li Stenbolê serweriya wî bi dawî bibe tê wateya bi dawîbûna serweriya seranserê welat. Stêrka Erdogan 25 sal berê li Stenbolê geş bû.

Gelek kesan di nirxandinên xwe de gotin ku ger partiyek bixwaze li Tirkiyeyê serdest bibe Stenbol ji bo wan wekî xezîneyê ye. Her wiha Stenbol di navbera Asya û Ewropayê de pire ye û herdu parzemînan digihîne hev. Ger em meselê berfirehtir bigirin dest, di warê olî de Stenbol sembol e. Ji ber ku li gorî Erdogan bajarê Stenbolê pîroz e û Hz. Mihemed di hedîsa xwe de behsa Stenbolê kiriye. Erdogan jî xwe wekî Fatîh Sultan Mehmet ê duyemîn dibîne û li gorî feraseta wî divê Stenbol nekeve destê kafiran.

Erdogan hewl dide nîşaneyên siltanên berê jinûve vejîn bike û osmaniya nû ava bike. Li ser îslama modernîteya kapîtalîst a lîberal tevdigere û ji bo vê yekê olê bi kar tîne. Dixwaze navê ol, dîn û îslamiyetê bixe xizmeta xwe. Vê fikra xwe li seranserê Tirkiyeyê belav dike û civakan tîne li hemberî hev. Ji bo wî ya esasî ew e ku temenê îktîdara xwe dirêjtir bike.

Ev di heman demê de xeta Îxwanî Muslîmîn e, ji aliyê Hesen El Bena ve hatiye diyar kirin û Seyît Kutup jî ev xet da berdewamkirin. Ev xet û xeta Erdogan her çiqas nav cuda be jî naverok heman e û tu cudahî navbera wan de tune.

Mirov dikare bibêje ku Îxwan-î Muslîmîn xeta Osmaniyan didin berdewamkirin. Ji bo wan a girîng ew e ku xwe bigihînin îktîdarê û dema îktîdar bi destxistin civak û nirxên mirovahiyê ji bo wan ne girîng e. Di dîroka Osmaniyan de xuya dike ku çiqas tiştên xirab hatine serê civakan. Erdogan dema têkildarî Misirê diaxive xwe wekî xelîfe dibîne û misilmanên ku li Misirê diaxivin wekî tebaeyên xwe dibîne. Em niha baştir fêm dikin ku Erdogan ji bo Mursî ku di dadgehê de jiyana xwe ji dest da çima wisa diaxivî.

Mirina Mursî ya li ber çavê hemû kesî pêk hat, dişibe mirina Hz. Osman ku hinek derdoran mirina wî ji bo îktîdara xwe bi kar anîn. A niha Erdogan jî dixwaze bi rêbaz û şêweyên nû heman şanoyê dubare bike.  Dixwaze bi îdiaya ku Mursî nemiriye hatiye kuştin, piştgiriya hinek kesan werbigire. Armanc ew e ku ebaya olê li xwe bike da ku hikum bike.

Di dîrokê de heman hişmendî û mantiq ji aliyê Muaviye ve hatiye bi kar anîn. Îro Erdogan jî heman tiştî dike û li ser navê Qur’anê bedbextiyê li misilmanan dike. Dixwaze wekî pez misilmanan rêve bibe û bibe şivanê wan. Ev rêbaz û şêwazê siyaseta ketî ka Erdogan hemû kesên din wekî kafir pênase dike. Erdogan ancax dê karibe tehekumê li pezên li pey wî dimeşe bike. Erdogan li derve û hundir siyaseta derxistina aloziyan dimeşînê û ev siyaset dibe sedema binketinên wî. Pirsgirêkên hundirin bi çareserkirina rêbazên demokratîk pêkan e. Birêz Ocalan di nameya xwe ya dawî de dibêje pêwîst e kurd nabin amûrê şerê îktîdarê. Dibêje lazim e kurd li ser esasê xeta sêyemîn xwe rêxistin bikin û xeta sêyemîn dê civakê temsîl bike û bi ser bixîne. A girîng tifaqên demokratîk, siyaseta azad û bi destxistina mafên gerdûnî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar