Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Erdogan û rewşa tevliheviyê

Dewleta Tirkiyeyê bi pêşengiya Erdogan gav bi gav ber bi tevilehevî û nearamiyê ve diçe. Ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên zindîkirina Împortariya Osmanî dewletên derûdorên xwe jî ber bi tevliheviyê ve dibin. Erdogan dixwaze bi awayekî dîrokê paşve vegerînê û Împaratoriya Osmanî ya mirî careke din rake ser piyan.

Di serdemên dagirkeriya Osmaniyan de civakên ku diketin bin serweriya wan roj li wan tarî dibû.  Dewleta Osmanî, di bin navê ol de hemû rê û rêbazên tundwar û qirker li ser civakên di bin serweriya xwe de ferz dikirin.

Îro Erdogan hewil dide ku bi hişmendiya Osmanî careke din di bin navê ol de erdnîgariyên derûdorên xwe dagir bike û siyaseta Osmaniya qirker careke din li ser civakan ferz bike û xewn û xeyala xwe ya Osmanî bi cih bîne. Êş û azara gel ji bo wî ne xem e, tunebûna çand û dîroka gelen ji bo wî ne xem e. Ji bo wî ya girîng pêkhatina dagirkeriya wî û serkeftina faşîzma wî ye. Lê ji ber siyaseta Erdogan a dagirker dewleta tirk ji hêla siyasî, aborî û civakî ve bi têkçûneke mezin re rû bi rû maye.

Qirkirina fizikî û çandiya ku di serdema Osmaniyan de li ser civakan hatibû ferzkirin di serdema komara nû de jî berdewam kir. Faşîzma ku dewleta Osmanî ber têkçûnê ve bir niha jî di bin pêşengiya Erdogan de dewleta tirk ber bi têkçûna mezin a ku dişibe têkçûna Osmaniyan ve dibe. Tunekirina maf û edaletê, tunekirina çand û dîroka civakan dê dewleta tirk jî wekî Osmaniyan ber bi hilweşînê ve bibe.

Di hilbijartinên dawîn de mîsoger bû ku xema Erdogan ne civak e û ne jî aramiya civakê ye. Yekane xema wî heye,  ew jî parastina desthilatdariya wî û aramiya malbata wî ye. Lewre dema ku gel deng nede wî dikare bi biryara dadgehên ku di bin fermana wî de ne hilbijartinan betal bike û careke din dubare bike. Înyada Erdogan a ku di her qadî dewleta Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve dibe û civakê jî roj bi roj ber teqînê ve dibe. Heke di warê civakî de teqînek pêk were dê tu kes nekaribe xweli ber bigre û dê bibe sedema têkçûna xeyalê împaratoriya Erdogan.

Dagirkirina rojava û başûrê Kurdistanê, derxistina niştecihên wan herêman û bi cihkirina çeteyên xwe yên li wan herêman dê dewleta tirk ji qeyranan rizgar neke. Her wiha şandina çeteyên xwe yên li Lîbya û Sûdanê jî dê dewleta tirk ji qeyran û aloziyên navxweyî rizgar neke. Berevajî dê hilweşandina wê zûtirîn bike.

Erdogan dibêje heke hûn dengê xwe nedin min û ez tune bibim dê her tim qirkirin, talankirin, kuştin û tevlihevî hebe. Erdogan dibêje qey dema ku ew here dê dinya hilweşe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar