Piştî ku di sala 1978’an de PKK hat damezirandin û şûnde gelek serokwezir û Serokkomar hatin û çûn. Eger em vê serdemê bi kurtasî bibîr bixin, ji sala 1980 û şûnde li Tirkiyeyê Kenan Evren, Turgut Ozal, Suleyman Demîrel, Ahmet Necdet Sezer, Abdullah Gul û herî dawî Tayyîp Erdogan bûn Serokkomar. Erdogan 10 sal in Serokkomar e. Yê herî kêm serokkomarî kir Turgut Ozal bû. Yê herî zêde Serokkomarî kir û hêj Serokkomar e jî Erdogan e. Yên din tevan 7 salan serokkomarî kirin.
Dîsa di van 46 salan de Bulent Ecevît, Suleyman Demîrel, Turgut Ozal, Alî Bozer, Yildirim Akbulut, Mesût Yilmaz, Suleyman Demîrel, Erdal Înonu, Tansû Çiller, Necmettîn Erbakan. Mesût Yilmaz, Bulent Ecevît, Abdullah Gul, Tayyip Erdogan Ahmet Davûtoglu, Bînalî Yildirim (2018) bûn serokwezîr. Li Tirkiyeyê 6 sal in Serkowezîr Tune. Di 6 salên dawî de Erdogan hem serokwezîr e, hem serokkomar e, hem jî general e. Hemû hêza leşkerî û siyasî xistiye kontrola xwe.
Dema PKK nû ava bû, Serokkomar Kenan Evren wê demê leşker bû. Ji leşkeriyê derbasî siyasetê bû û siyaset xist xizmeta leşkeriyê. Darbeya leşkerî pêk anî û bi hezaran însan girtin û êşkence li wan kir. Rê li pêşiya siyaseta demokratîk girt. Di 2014’an de jî Tayyîp Erdon ku ji siyasetê hatibû, bû Serokkomar. Vê carê Erdogan ku 12 salan serokwezîrî kir çawa ku bû Serokkomar li dijî leşkeriyê û rêxistinên sivîl û demokratîk darbe pêk anî. Hem Leşkerî xist kontrola xwe û hem jî qada siyasî xist bin tundiyê. Beriya ku Erdogan bibe Serokkomar di navbera 2013-2015’an de pêvajoya diyalogê pêş ket. Lê piştî Erdogan bû serokkomar rê li pêş diyalogê qut kir û tecrîd kur kir. Darbe pêk anî û şer kûr kir. Artêşa taybet ava kir. Li dijî Efrîn, Elbab, Serêkaniyê, şer pêş xist. Li dijî Şengal, Mexmûr, Zap, Metîna, Avaşîn, Zaxo, şerê leşkerî kûr kir.
Di vê pêvajoyê de dema em li helwesta Erdogan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dinerin, em dibînin ku di şer, înkar û îmhayê de israr dike. Di polîtîkayên dîktatorî, monarşî, otorîteriyê de israr dike. Li şûna demokrasiyê monarşiyê tercih dike û di rejîma yek mirovî de israr dike.
Eger em îro li 14 sal berê vegerin û analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo Erdogan kiribûn binerin em dikarin hin rastiyan bêtir zelal bibînin.
Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran ên 2010’an de wiha gotibû: “Artêş û dewlet çareseriyê dixwaze, lê hikûmet çareseriyê naxwaze. Li pêş aştî û çareseriyê astengiya herî mezin hikûmeta AKP’ê ye. Serokwezîr Erdogan dê bibe wekî Turgut Ozal? an jî dê bibe wekî Çiller? Hêj ne diyar e. Dê wekî Ozal li çareseriya aştiyane bigere an jî dê wekî Çillerê şer pêş bixe? Ji bo min ev pirsek mezin e. Ozal beriya bê kuştin biryara aştiyê dabû. Ji bo diyalogê pêş bixe heyetek şandibû. Lê serokwezîr geh diçe DYA, geh diçe Îngiltereyê. Eger wekî Çiller biryarê bide, dê ji Çiller bêtir talûke be. Lê niha wekî qutuya girtî ye. AKP dibêje “Em nikarin hêzê bidin aştiyê. Em nikarin.” Ev ne rast e. Tu hikûmet e. Divê tu biryara aştî u çareseriyê bide.” Em dibînin ku hêj 14 sal berê Rêber Abdullah Ocalan li hemberî sekn û nêzîkatiya Erdogan biguman e. Wê demê zêdetir îhtîmala ku Erdogan wekî Çiller şer pêş bixe dibîne û dibêje “Eger çareserî pêş nekeve dê wekî sala 1791’an a serdema terora mezin û wekî 1918’an a piştî avakirina Sovyetê û şerê navxweşî bibe.” Dema em li rewşa niha dinerin em dibînin ku Erdogan ji Çiller bêtir şer kûr dike. Bêtir şer fireh dike. Tenê şer kûr û fireh nake. Ji bo şer pêş bixe şirîkên wekî Iraq û Sûriyeyê jî ji xwe çêdike.
Eger îro em li hewldanên hikûmeta AKP’ê dinerin, ji dagirkeriyê zêdetir îlhaqkirin e. Erdogan û Barzanî hêza xwe dikin yek û axa Başûr bi Tirkiyeyê ve girê dide. PDK axa başûr pêşkêşî AKP’ê dike û dixe xizmeta şerê Tirkiyeyê.
Rêber Ocalan di heman hevdîtinê de balê dikişîne ser têkiliya AKP û Gladyoyê û wiha dibêje: “Piştî salên 1980’yî Hegomonyaya Tirktiya Kesk xistin meriyetê. MHP û Nijadperest ji aliyê Gladioyê ve li DYA’yê hatin perwerdekirin. Niha li pişta AKP’ê heman hêz heye. Berhemên heman gladioyê ye. Gladioya Tirk-Ergenekonê wekî ahtapotê ye. Gelek milê wê hene. AKP parçeyekî vê pêvajoyê ye.”
Em ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan jî dibînin ku AKP û hêzên gladyo bi hevre li dijî kurdan bûne yek. Li şûna pirsgirêkê bi bi rêya aştî, demokrasî û diyalogê çareser bike, Artêşa xwe, NATO, Cerdevan, Leşkerên bi pere û pêşmergeyên Malbata Barzanî dikin yek û li dijî kurdan û axa Kurdan dide şerkirin. Li dijî vê yekê jî PKK bi rêbazên nû, taktik û planên nû şer dike û berxwedanek mezin pêş dixe. Dîrok jî nîşanî me dide ku heta niha tu artêşên cîhanê çiyayên Kurdistanê derbas nekiriye. Şervanên kurd her dem li çiyayê Kurdistdanê şer kiriye û axa xwe parastiye.