Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, beriya seredana xwe ya Azerbeycanê li Balafirgeha Esenbogayê hin daxuyanî dan çapemeniyê.
Erdogan axaftinên xwe yên derbarê reformê de nû kirin û bi van gotinan ferman da darazê: “Ne hedê min e ku ez mudahaleyê karê darazê bikin. Bi taybetî em mafê terorîstekî wekî Selahattîn Demîrtaş nikarin biparêzin, tiştekî wisa tune ye. Ez bawer dikim ku daraza me wê derfetekî wiha nede terorîstekî weke Demîrtaş. Faîlê Kobanê, Amedê û Yasîn Boru ew e. Ma em ê van paşguh bikin? Daraza me dê van paşguh bike? Em rê nadin vekirina pêşiya terorîstekî wisa. Mafê van ên mulkiyetê nîne. Hesabên mezin hene ku ev bidin vî gelî. Ew zatê ku niha li Îngilistanê dê çawa bedelê van bide?” ENQERE