Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Erdogan wenda dike wê biçe an neçe?

Ji hilbijartinan re, 10 roj kêmtir ma.Di kampanyaya hilbijartinê de derket holê ku tifaqa Akp-mhp winda dike. Eger tifaqa cumhur li ser bikeve wê zanista siyasi û civaki iflas bike.Niqaşen karkirina faşizma akp-mhp dahi jibo muxalefeta Tirkiye şermek pir mezine.Di aliyê aboride di diroka Tirkiyê de rewşa heri xirap te jiyankirin.Dewleta tirk tu cari di aliyê aboride ewqas rezil û riswa nebuye. Xelkê tirk birçî, tazî û xizaniyek mezin jiyan dike.

Di encamên rewşa aboride pirsgirêkên civaki û rizandina civaki a heri mezin derketiye holê . Dizî, rant, tacîz, tecawîz, fihûş, tiryak gihistiye asta heri jor.Pergala dewletê perçe perçe bûye,Tu şeref û haysiyeta dewleta tirk nemaye. Buye dewletek mafyatik. Bi darê zorê li ser piyan disekine.

Ev hemû encamên Şerê ku li hemberi gelê kurd û li hemberi Tevgêra Azadiya Gelê Kurd hatiye meşandine. Jiber vê yekê jî akp-mhp propaganda xweya hilbijartinê bi temami li ser dijminahiya kurdan dimeşîne. Radibe û rûdine Îmralî û Qendîl. Wekî din tu argûman di destê wan de nemaye. Jiber ku Şerê li hemberî Îmralî û Qendîl windakirine, têk diçin. Eger di vî şerîde bi ser biketana wê faşîzm bi sazî bikirana. Lê jiber ku bi serneketin, a niha pergala wan,hatiye ber hilweşandinê.

Hemu pirsgirêkên siyasî, aborî û dewleti deyne aliyek.Beriya du mehan erdhejek çêbû. Di vî erdhejê de, 10 bajar ji hole rabûn. Nezî sed hazar însan, jiyana xwe ji dest dan,nezî 15 milyon însan ji vê erdhejê bi bandor bûn. Hemû kes dizane ku encamek ewqas giran, bi nezîkatî û sekna deshilata akp-mhp’ê ve girêdayî ye.

Jiber vê yekê eger hêja akp-mhp partiya an jî tifaqa yekemîn be, ev jibo mûxalefeta tirk şermek pir mezin e. Gerek ji sedî yek dahî derbas nekiribana. Eger hêj qezaenckirina akp-mhp tê nîqaş kirin, zanista siyaset,zanista civakî û mirovahî îflas kiriye. Ne mimkûn e ku bi rêyên demokratîk bi serbikevin.

Hemu aliyan tifaqên xwe çêkirin, namzetê xwe diyarkirin û niha daketine qadan. Li Kurdistane, akp bi temami têk çûye, bûye wek mhp.. Cara yekem ku, partiyen dewletê, li Kurdistanê nînin. Akp têk çûye, chp ji valahiyê hêj tijî nekiriye. Jiber ve yekê, wê Partiya Çepên Kesk, li Kurdistan û cihê kurd lê dijîn sûprîzên mezin bike. Li Kurdistanê hilbijartin wek qarnaval û festîval tê meşandin. Meş, mîtîng, govend, dîlan, stran ajîtasyon, propaganda hemû tişt heye. Li aliyê Tirkiye, tu hewaya hilbijartinê nîne. Meş û mîtîng vala derbas dibin. Tu kelecan nîne. Bi giranî propaganda li ser medya civakî tê meşandin. Medya civakî ji cihê derew û spekûlasyona ne.

Hemû qad û kolan îstatîstîk û anket  nîşan didin ku wê, akp-mhp û Erdogan winda bike. A niha, pirsa herî girîng ew e ku, eger Erdogan winda bike, wê biçe an na? Di rojên dawî de bi awayek sîstematîk û bi yek dengî gef û şantajan dixun. Didin xûyakirin, ku winda bikin, wê dev ji deshilatiyê bernedin. Dixwazin bi van gef û şantajan tirs û xof ava bikin û hêvî bendewariyan bişkînin. Bi vî awayî çûyîna ser sindoqan kêm bikin û rayê xwe zêde bikin.

Sê ihtîmal heye. A yekemîn, di nav vî çend rojîde, bûyerek mezin derxînin û hilbijartin betal bikin. A duyemîn, li pişt deriyan, bi tifaqa millet re hin bazariyan bikin û bi aweyek nerm dev ji deshilatiyê berdin. A sêyemîn eger bazarî bi sernekeve, bi darbeyekê dest dayne ser deshilatiyê. Ew hêza wan heye ku wiha bikin. Polîs, dadgeh, leşker, cemaat, tarîqat, sadat, mafya hemû destê wan daye. Lê ya esasî hêza gel e. Êdî gel ne di destê wan de ye. Ji sedî 60 gelê tirk li hember wan e. Ew jî wan ditirsin. Eger dev jê bernedin û mûxalefeta tirk li berxwe  bide wê Erdogan bireve. Eger teslîm bibin û li berxwe nedin wê faşîzm bi serbikeve. Divê gelê kurd ji xwe ji vê rewşê re jî amade bike. Amadekariyên xwe  parastinê  bike. Ray avêtin tenê têrnake, divê ray û îrade parastin jî hebe.

Nûçeyên Têkildar