Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Erdogan, xeyalên wî û hatina Trump

Donald Trump piştî 4 salan ji dawîbûna serdema serokdewletiya wî ya destpêkê, careke din wekî serokdewletê Amerîkayê hat hilbijartin. Ev encamên hilbijartinê ne tiştekî ku kes ne li bendê bû û gelek aliyan bawer dikir wê ew vegere li ser desthilatê. Trump bi di propagandaya hilbijartinan de ya digot ew bû ku ew ê gelek pêvajoyên şer bi dawî bike. Di nava wê de mijara sereke jî Îsraîl û Îran, Rûsya û Ukrayna û her wekî din, hene.

Lê bandora hatina Trump helbet li ser rojavayê Kurdistanê jî heye û ji ber ev yek zêdetir kurdan eleqeder dike, em ê qala wê bikin. Çawa serketina Donald Trump aşkere bû, yekser dewleta tirk propagandaya ku vaye dostê Erdogan Trump careke din hat û ew ê xwe ji bakur û rojhilatê Sûriyê bikşîne û em ê dest deyînin ser. wekî ku mîrasê bavê wan e ew ê hema destên xwe li ba bikin û werin di nava Rojava de bi cih bibin.Piştî wê bi çend rojan vê carê Erdogan bi xwe derket pêş kamereyan û gefa dagirkirinê li Rojava xwar. Gelo Amerîka û Trump vê carê jî wekî cara berê bin?  Trump bi peywendiya xwe ya bi Erdogan re bi mijara vekşîna ji Sûriyeyê û rêdana dagirkirina Serêkaniyê û Girê-Spî di sala 2019’an de, nava koşka Spî hejand. Lê paşê dewleta tirk mecbûrî peymanekê kir ku êdî sînorê dagirkirinê xêz kir.

Her wiha em bala xwe bidinê, sedsaliya Lozanê bi dawî bû û pêvajoya nexşeyên nû dest pê kir û ev jî bi şerê Îsraîlê li Xeza û Lubnanê hîn zêde li ber çavaye. Piştî destpêkirina şer û tevgera îsraîlê ya ku divê Hemas bi dawî bike, dewleta tirk ket tirsa xwe û rayedarên wê daxuyanî li pêyî daxuyaniyê dan ku Îsraîl dixwaze axa wan jî dagir bike. Li gorî mentiq mirov li meselê binêre, Îsraîl wê çawa xwe di ser Sûriyeyê re gav bavêje û were derbasî Tirkiyeyê bibe? lê esasê meselê ew e ku guhertinan dest pê kir. Trump di tevgera Îsraîlê de helbet destekê dide û ev jî plana dewelta tirk a girtina riya enerjiyê û bazirganiyê ku di ser Îsraîl re wê derbas bibe têk dibe. Lewma dewleta tirk hîn zêde ketiye tevgerê ku berî Trump were ser desthilatê, welatên ereban li dijî Îsraîlê sor bike. Ji ber wê yekê jî di 11’ê mijdarê de li lûtkeya dewletên ereb û misilman li Suidiyê beşdar bû û digot divê ew qedexeya çekan li ser Îsraîlê bisepîne. Yek nebîne ku dewleta tirk çekan çêdike û kesên hazir jî belav dikin. Ji Erdogan were ku bi van çend gotinên xwe yên nepixandî, ew ê civaka erebî bide aliyê xwe û bibêje ew bira ne.

Lê Erdogan ji bîr dike ku li pêşberî wî serokê rejîma Sûriyeyê Beşar El-Esed ku her roj jêre digot qatil rûniştiye û tişta Îsraîl li Xezayê dike, dewleta tirk heman tiştî 10 sal in li ser axa Sûriyeyê dike. Ma ne dîsa ew Erdogan bû ji bo doza Başiq jî rojnamevanê ji Sûidiyê ku li Tirkiyeyê hat kuştin û ji ber wê ji Mihemed Bin-Selman mîrê Sûidiyê re digot qatil?

Ji van hemû tevgerên Erdogan û dewleta tirk jî ew ê ku kurdan ji guhertinên li herêmê wê çêbibin bêpar bihêle, lê wê bi kîjan siyasetê xwe li ser lingan bigire û kî jê bawer bike? Trump ji bo xwatirê Erdogan, wê Îsraîlê neke qurban, hebûna xwe li Rojava û Başûr û dîsa li Iraqê ji bo çavên dewleta tirk nexe xeteriyê. Kurd jî li van deveran bûne aktorên sereke ku her kes girîngiyê dide vê hebûnê.

Nûçeyên Têkildar