PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Erdogan xwest Garê bike şoveke siyasî lê jê nehat’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser êrîşa dewleta tirk a li Garê wiha got: “Erdogan bi qumarê lîst, lê xisirî. Ya rast, xwest ku Garê veguherîne şoveke siyasî, lê jê nehat.”

Navenda Nûçeyan |

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û bi berfirehî qala êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê û berxwedana gerîla kir.

Karayilan diyar kir ku şer û berxwedana Garê ji niha ve cihekî girîng di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girtiye û got ku bi ked, wêrekî û fedakariya şehîdan ev destan hatiye nivîsandin.

Karayilan anî ziman ku êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê operasyoneke ji rêzê nebû; di asta herî bilind de hate birêxistinkirin, biryar li ser hate dayîn û wiha got: “Serokkomar, wezîr û fermandariyên wan ên giştî bi xwe li ser sekinî bûn. Her wiha bi mehan amadekariya wê kirin û piştre êrîş kirin.”

Ji bo domandina rejîmê

Di berdewamê de Karayilan bi bîr xist ku bi taybetî di van 6 mehên dawî de li dijî dagirkeriya dewleta tirk şerekî dijwar didin û tevî dagirkeriya dewleta tirk gelek îmkan xistine dewreyê jî bi ser neketiye û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê jî di sîstemê de krîz heye. Rejîma tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê di warî aborî, siyasî, civakî û leşkeri de pêsîrtengî û tengav bûye. Siberoja wan di tehlûkeyê de ye. Di van şert û mercên zivistanê de xwestin derbekê li me bidin û bi vî awayî hebûna xwe dewam bikin.

Eger di êrîşên xwe de bi ser ketibûna wê hilbijartina pêşwext pêk bianiyana. Bi vê armancê tevgeriyan. Di nava sal û nîvê de li bakurê Kurdistanê ji Serhedê heta Mêrdîn û Dêrsimê li dijî hêzên me deh operasyon pêk anîn. Ev hemû bêencam man. Me li tu deverê derb nexwar. Tenê li Mêrdînê sê şehîdên me çêbûn. Êrîşa Garê weke asta herî jor a van êrîşan plan kiribûn. Dixwestin Garê dagir bikin. Li cihê wê yê herî stratejîk bi cih bibin û bi vî awayî hem li dijî me û li dijî hêzên dewrûberê bibin xwedî pozîsyoneke bi hêz û serdest.

Li heman herêmê êsîr hebûn. Di vî warî de agahiya wan hebû. Me jî dizanîbû haya wan ji vê heye. Dixwestin sax an jî mirî bixin destê xwe û şov bikin. Pêdiviya wan bi vê hebû ji bo desthilatiya xwe bidomînin.

Di asta herî jor de hatibû plankirin û amadekirin. Tevî ku dizanîbûn ne beraqil e û bi tehlûkeye jî li ber çav girtin. Erdogan bi qumarê lîst û xisirî. Ji bo dagirkirinê hat û nekarî dagir bike. Êsîran jî li şûna rizgar bike kuşt; gelekî zêde xisirî.

Bi pêşengiya hevalên me Şoreş, Rojhat û Seyfiyan berxwedaneke mezin pêk hat. Ji ber ku wan jî ev fêhm kir, gaz bi kar anîn û bi vî awayî karîbûn xwe ji dorgirtinê rizgar bikin û roja çaran bikevin kampê. Eger Havîn bûya yan jî dinya ewrabî bûya yek ji wan sax nedifilitî. Bi vî awayî jî me encama gerîlatiya profesyonel dît. Ev tecrûbeya li Heftenînê li Garê piştrast bû.”

Erdogan yekemcar neçar ma bêje ‘em bi ser neketin’

Karayilan destnîşan kir ku Erdogan yekemcar neçar ma ku bêje ‘Mixabin em bi ser neketin’ û ev tişt anî ziman: “Lehengên me yên li Garê ev axaftin bi Erdogan dan kirin. Em çiqasî qala berxwedana li Garê bike têrê nake. Ev berxwedan di encama wêrekî û fedakariya hevalên me pêk hat. Bêguman encamên gelekî girîng ên vê berxwedanê hene. Me dît ku gerîlayên modernîteya demokratîk bi rêbazên têkoşînê û şer ên nû çawa encamê werdigirin. Ev rêbaz li Heftanînê hatin ceribandin, lê Garê bû ispata vê yekê.

Li gorî agahiyên ku hevalan dan, nêzî 20 Drone, 41 balafirên şer li ser Garê firiyan. Helîkopter û balafirên jê re Atak dibêjin, car carna ketin dewrê. Lê belê nekarîn bi me bidin windakirin. Aşkera kirin ku wan li dehan cihî xistine, lê belê tenê hevalekî me şehîd bû, hevalê Gelhat. Hevalên me yên şehîd bûn hemû di şer de şehîd bûn.

Gerîla heta ku li ser rêbaza nû ya şer a ku em li ser disekinin, li ser rêbaza şerê tîm tevbigere, wê teknîk, dîmen û hewldana îstîxbaratê ya dijmin bêencam bimîne. Ev yek ji bo me encameke gelekî girîng e. Li Garê careke din ispat bû ku bi rêbaza şerê tîm û tunelê em ê bi ser bikevin. Dijmin jî têkildarî Garê gelek tişt hîn bû. Devlet Bahçelî got ku divê êdî bêjin berê Garê û piştî Garê. Yanî Garê qonaxeke girîng e. Ew ji aliyê xwe ve tiştekî wiha dibêjin, lê ji bo me jî rewş bi vî rengî ye.

Divê em jî bêjin ku berê Garê û piştî Garê. Ji ber ku bi vê berxwedana dîrokî re em derbasî pêvajoyeke nû bûn. Bersiva rê û rêbazên serketinê aşkera bû. Ji ber vê yekê ji niha ve em dikarin bêjin ku sala 2021’ê saleke ji rêzê nîne. Ji bo me bi berxwedaneke mezin û lehengiyeke destanî dest pê kir. Em di wê baweriyê de ne ku tevahiya salê wê bi vê rêbazê û bi vî ruhê têkoşînê be. Li Garê 2 encam derketin holê: Yek; ruhê fedayî yê Apoyî, sekna lehengî. Duyemîn; Rêbazên têkoşînê yên gerîlatiya serdemê. Van her du rêbazan encam wergirtin, berxwedana destanî afirandin.”

Heyetên serbixwe dikarin bên

Di berdewamê de Karayilan destnîşan kir ku ji sedî sed ev operasyon ne ji bo rizgarkirina êsîran bû û ev nirxandin kir: “Dijmin xwest li navenda Garê bi cih bibe. Lê belê dîtin ku dor li wan hatiye pêçandin neçar man vekişin. Mirovekî ku xwedî agahiyeke biçûk a leşkerî ye, fêhm dike ku ev operasyon ne karekî aqilane bû. Bi bombekirina kampeke li binê erdê, bi bikaranîna gazê gelo pêkan e ku êsîr bi saxî bên wergirtin? Ev ne tiştekî aqilane ye. Binêrin; çiqasî êrîş kirin jî fermandar Şoreş û hevrêyên wî derb li dijmin xistin, neçar man ku derkevin derveyî kampê, vekişiyan. Piştre jî bi balafiran bombe li kampê barandin. Piştî bombardûmanê careke din ji bo ketina kampê êrîş kirin, lê careke din neçar man vekişin. Yanî ne carekê bi dehan carî êrîş kirin û piştre jî gaz bi kar anîn. Ji bo êsîran bi saxî rizgar bikin tiştek nekirin, berevajî li dijî wan çekên kujer bi kar anîn.

Çawa dikarin bêjin ku ew ji bo rizgarkirina wan çûne? Derewan dikin. Tiştekî wiha nîne. Ewqasî bêwijdan in, bêmerhamet in. Xwestin ku mirovên ji bo xwe şer dikin bikujin. Çima? Ji bo kariyera xwe. Ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin, êsîr kirin qurban. Eger wijdan bi Erdogan re hebûya ev nedikir. Çawa ku li Roboskî bombe li ser mirovên me yên ciwan, sivîl barandin û fermana vê da, li Garê jî heman tişt kirin. Tevgera me heta niha tu êsîr nekuştiye. Heta niha me bi sedan kes êsîr girtin û bi rê û rêbazekê rastî malbatên wan kir. Navbeynkar hebûn. Lê belê ji bo van êsîran heta niha kes nebû navbeynkar. Çima? Ji ber ku rejîma AKP-MHP’ê nehişt. Yanî kes bêyî agahiya wan nikare bê qada me. Li gorî agahiyan ÎHD û saziyên civakî yên sivîl ji bo navbeynkariyê bikin heyetek ava kirin û gelek caran serî li dewletê dan, lê belê destûr nedan wan. ÎHD’ê înîsiyatîf bi kar anî û bang kir lê belê tenê bi bangê encam nayê wergirtin.

Yanî ji bo êsîr bi saxî bên berdan kes nehate gel me. Bila malbatên êsîran baş bi vê zanibin. Bila gelê kurd û gelên Tirkiyeyê baş zanibin ku ji bo rizgarkirina êsîran hewl nedan. Em tevgereke ku li gorî pîvanên şer ên gerdûnî tevdigerin. Di destê me de çiqas mirov hebin em bi her awayî wan diparêzin. Hevalên me ji bo parastina êsîran xwe feda kirin. Êsîrên berê di destê me de bûn û piştre hatin berdan jî qala vê rewşê dikin. Ji bo parastina wan me xwe feda kir. Gelek mînakên vê yekê hene. Em êsîran weke mêvan dibînin û li gorî wê tevdigerin. Berpirsyariya kuştina êsîran a kesên biryara operasyonê dane. Berpirsyarî ya Tayyîp Erdogan û Hûlûsî Akar e. Eger li Tirkiyeyê hiqûq hebûya ew ê îstifa kiribûna, yan jî ketibûna ber lêpirsînê. Qet nebe wê ji ber têkçûna di operasyonê de ketibûna ber lêpirsînê. Çima hesab ji wan nayê pirsîn? Ji ber ku serkêşên wan biryara vê operasyonê dan.”

Karayilan da zanîn ku ew li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tevdigerin, êsîran diparêzin, ji bo parastina wan jî fedakariyeke mezin dikin û ev bang kir: “Em vekirîne, heyetên serbixwe/navneteweyî dikarin bên qada me. Cenazeyên hevalên me yên şehîd bûn, dikarin ji wan mînakan werbigirin. Dikarin li kampê lêkolînê bikin. Em wan vedixwînin; bila bên lêkolîn bikin. Bila bên bibînin bê faşîzma tirk çi kiriye.”

‘Cotyar Mûhsîn mirovê me bû’

Karayilan bi dewama axaftina xwe de wiha got: “Dixwazim balê bikişînim ser mijareke din. Mirovê me yê bi navê Cotyar jî li wir bû. Hevalan amadekarî dikirin ku wî berdin. Ya rast li gel hevalan bû, ne tam mêvan jî bû. Mirovê me bû. Bêguman berpirsyarî dîsa ya me ye, lê belê berpirsyarê qetilkirina wî rayedarên tirk e. Bêwijdanî bêmerhametiya wan bû sedema rûdana bûyereke wiha.”

‘Ger dijmin li dijî me dibe yek, em çima di nava xwe de nabin yek?’

Karayilan bi dewamî diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û wiha pêde çû: “Doza azadiyê ya Kurdistanê di qonaxeke girîng de ye. Kurd li Rojhilata Navîn bûne xwedî îradeyekê. Rastiyên xwe yên neteweyî êdî bêhtir tînin ziman û temsîl dikin. Lê belê di serî de dewleta tirk, dijminên me ji vê rewşê aciz in û li dijî vê ketine nava liv û tevgerê. Binêrin, Tirkiye û Sûriyeyê 10 sal in xwîna hev vedixwin. Tirkiye li dijî Sûriyeyê li her qadê şer dike. Lê belê bi hev re hevdîtinan jî dikin. Îran bi Iraqê re hevdîtinan dike, serdanan dike. Mijar çi ye? Mijar kurd e. Di navbera van dewletan de gelek nakokî û pirsgirêk hene, lê belê yekane mijara ku li ser li hev dikin kurd in.

Di nava sîstema dewletê ya tirk de jî baskên cuda hene, li hev nakin. Nijadperest hene, neteweperest hene, îslamiyên tirk hene, Avrasyaperest hene, NATOperest hene. Yanî di nava burokasiya sîstema tirk de gelek bask hene. Ev bask nikarin bên gel hev, bi hev re nakok in. Yekane mijar heye ku li ser li hev dikin, ew jî kurd in. Eger şerê li dijî kurdan bi dawî bibe wê ev rejîm hilweşe. Ji ber ku Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî, Dogû Perînçek, Hûlûsî Akar li dijî kurdan bûne yek. Di mijara kurdan de yek e, lê belê di gelek mijarên din de li hev nakin. Rewşa dewletên li derdora me wiha ye.

Eger dijmi li dijî me dibe yek, em kurd çima nabin yek? Di vê pêvajoya girîng de ger em kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser nekin, helwesteke neteweyî nîşan nedin, wê dîrok me mehkûm bike. Wê gelê me jî vê qebûl neke. Di vê pêvajoya girîng de tişta ku gelê me ji siyaseta kurd dixwaze, qet nebe nebin dijminê hev. Ji bo bendewariya gelê xwe divê em bibin yek. Plana dijmin ew e ku kurdan bi hev re bide şerkirin, dawî li hebûna kurdan bîne. Armanceke xwe ya bi vî rengî heye.”

‘Pêwîstiya neteweya me bi siyaseteke hevpar heye’

Her wiha Karayilan bal kişand ser şerê psîkolojîk ê dewleta tirk jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Abdullah Agar yek ji kadroyên şerê psîkolojîk e. Ev kes li 6-7 televîzyonan geriya û diaxive. Di dema xwe de gelek kurd kuştiye, kujereke. Niha jî propagandayê dike. Dibêje ‘Pêşmerge ji PKK’ê aciz e, lewma kincê leşkeran li xwe dike, li gel artêşa tirk şer dike’. Tiştekî bi vî rengî nîne. Di vê der barê de me daxuyaniyek weşandibû. Armanc çi ye? Dixwazin provokasyonê çêbikin. Dixwaze herduyan li dijî hev sor bike. Dijmin dixwaze di navbera kurdan de şer rû bide. Bila kes nekeve vê xefikê. Di vê pêvajoyê de hewldana ji bo afirandina helwesteke neteweyî gelekî girîng û jiyanî ye. Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.

Em tim banga vê dikin. Ji hinekan heye ku tenê pêwîstiya PKK’ê bi vê heye, lewma bangê dike. Na, pêwîstiya me hemûyan bi yekitiyê heye. Di nava her şert û mercê de em dikarin şer bikin, dikarin xwe biparêzin û doza xwe dewam bikin. Lê belê pêwîstiya neteweya me bi siyaseteke hevpar heye. Berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Berpirsyarî dikeve ser milê Yekgirtûy, Goran, Komela, hemû partiyên li Rojava, Rojhilat, Bakur. Lê belê di vir de berpirsyariya me û ya PDK’ê, têkiliya navbera me girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar