Di 8ê Kanûna 2020an de li Fransayê bajarê Parîsê di lîstika Saînt German û Başakşehîrê de bûyereke rêgezperest qewimî û geşedanên girng pêk hatin. Tenê bi Fransa û Tirkiyeyê sînorkirî nema, di seranserê cîhanê de ev qewmîna sosret deng veda, weke bûyereke sereke ya lenetî hat nîqaşkirin.
Ev bûyer wê weke şermekê di bîra mirovan de cihê xwe bigire. Bi rastî jî mînaka şermezarkirinê ya rêgezperestiyê ye. Divê li her derê cîhanê bê şermezarkirin. Kiryarên vê bûyerê li hember mirovên nespî heqareteke mezin pêk anî û rêgezperestiya wan a di nav dil û mêjiyên xwe de veşartine, bi têkildarî vê lîstikê vereşiyan. Tenê ne ew, helwesta hevramanên xwe yên nixumandî jî temsil kirin.
Tê zanîn pêla rêgezperest ji şerê cîhanê yê pêşî vir ve her çû bilind bû. Hîtler olîmpiyata Belîn-1936an li hember mirovên çermreş weke amûreke rêgezperest bi kar anî û olimpiyat kir lûtkeya rêgezperstiyê ya qada sporê. Prensîpên sporê yên aştîparêz û raserî siyasetê bin pê kir.
Ew pêla rêgezperst di qada sporê de her çû zêde bû. Îro jî li hember çermreşan ji jiyana rojane bigirin heta qada sporê bûyerên sosret û rasîst diqewimin. Ev pêl gelek berfireh bûye, ne tenê çermreş li hember asyayiyan, niştecihên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur jî rû didin. Weke nexweşiyeke lêger ji binî ve dikele, car caran bi misabetet an bê minasebet geh li Ewrûpayê, geh li Amerîkayê, geh li curbicur deverên cîhanê serî dide.
Ya li Parîsê di maça futbolê de qewimî bûyera dawiyê nebû lê dilopa herî paşwext bû. Ne pêkan e dawî lê bê. Çawkaniya wê pergala kapîtalîst û têkiliyên wê ne, heta ew pergal û têkilî hebin, wê rojekê li sûkên Amerîkayê, rojekê li ser sînorên Macaristanê li hember koçberên Rojhilata Navîn, rojekê ser çîmênen stadyuma Parîsê, Madrîdê, Manchesterê yan ser ava Behraspî rû bide.
Çi û çawa dibe bila bibe ev şerma rûyê pergalê ye. Kiryarên li pêşperdeyê qurbaniyên wê pergalê ne ku rêgezperestiyê ew ji eyarê xwe derxistine û li hember mirovatiyê kirine pizotên agir.
Weke her welatên cîhanê raya giştî û çapemeniya Tirkiyê jî li ser vê bûyerê sekinî û bi berfirehî cih dayê. Bê prolekirî hemû kanalên televizyonên tirkan ev rûdan kişandine pêş rojevê. Peyamên li dijî rasîzm û rêgezperestiyê li hev zêde bûn. Rojeva şev û sibetirê bi vê bûyerê hate dagirtin. Çi kanalên sporê, çi kanalên aktûel û nûçeyan zêdetir bûyer hasilandin. Bernameyên taybet, nirxandinên dijrasîst hatin çêkirin. We tirê çapemenî û raya giştî ya Tirkiyeyê serkêşên dijrêgezperestiyê ne, alemdarên têkoşîna dijrêgezperestiyê ne. Her kanalên televizyonên tirkan weke benîştê nav diranan dirûşma ÛEFAyê ‘No To Racism’ li ser ekranan kêm nekirin. Gotin, ‘qada herî bêalî, paqij û masum spor e, di sporê de ew qas rêgezperestî nabe. Em vê yekê qebûl nakin.’ Qîrîna wan çû heft tewekan.
Bixwaze, nexwaze rûyekî wan ê din lê yê rasteqîn hate bîra her kurdekî. Dîsa spor, dîsa rêgezperestî, dîsa durûtiyê bal kişand. Helbet rûdanên li hember Amedsporê yek bi yek li ber çavên kurdan re derbas bûn. Ji ber ku Amedspor bi nasnameya kurdî tevgeriya û xwedî derket jê pê de bû armanca nefreta dewlet û rêgezperestên tirk. Lê spartin ku navê xwe bigure. Ji her aliyan ve Amedspor girtine nav pençen lînç û hincirandinê. Ji aliyê aborî, siyasî, civakî, hiqûqî, maf û edaletê ve derî jê re hatin tengkirin. Li deplasmanan lêdan, heqaret û neheqiyan re rû bir û man. Kêyfî ceza lê hatine birin, federasyona futbolê her biryar li dijî Amedsporê dan. Fûtbolbazê wê Denîz Nakî li Ewrûpayê hate gulebarankirin. Gelek rûdanên bi vî rengî derketin pêş Amedsporê. Her tim nefreta li dijî kurdan bi hinceta Amedsporê hate vereşandin.
Çapemenî û raya giştî ya hesas a ku li hember bûyera li Parîsê qîr û hawar dikir yek deng jî dernedixist. Li gel wê dengê Amedsporê nedibihîst, ker û lal dima.
Amedsporê jî bal kişandiye ser vê durûtiyê û wiha gotiye, ‘ew kesên ku bi salan e em li deplasmasnanan bi kiryarên cihêwazî, rêgezperestiyê re rû bi rû dimînin re bêdeng dimînin, em menîdar dibînin ku îro bi perdeyeke bilindli dijî cihêwazî, rêgezperestiyê hesas tevdigerin.’
Rastiya derdorên ku îro li dijî rêgezperestiya li Parîsê rû da bertek nişan didin ne ev e û ne samîmî ye; dûrûtî ye, xapandineke keysperest e. Ne îro her dem û her bûyerên ku tirk di nav de hene ji bo wan her dem helwest ev e. Weke keysperst pozîsyona xwe diparêzin, ne ku bi rastî jidil li hember van yekan in. Gava Fransa, Amerîka li dijî kiryarên dewleta tirk bertek nîşan didin, dengê xwe bilind dikin ‘wa we li Cezayîrê çiqas ereb kuştin, wa we li Rojavaya Hov (LI Amerîkayê) çiqas çermsor kuştin’. Dixwazin bi van gotinan, kiryarên xwe rewa nişan bidin û pozisyona xwe biparêzin. Ne kuştina cezayîriyan, ne çermsor xema wan in. Di vê rûdana rêgerperest de jî xema wan çermreş nîn in. Dixwazin vê rewşê ji xwe re bikin amûr, rûmeta wan a nemayî pê bilind bikin ku ew çiqas dijrasîst in îspat bikin, rûmetê bibînin. Dixwazin rûyê rêgezperestiya xwe binixumînin. Qurnazî, xapandin, arastekirin pisporiyeke wan a bingehîn e.
Dema gaye wan naêşe û keysperestî heye qaşo adil, dijhelwest in. Dema kurdên li paş guhên wan bi nefret û dermirovahiyan re rû bi dimînin ker û lal û êrîşkar in.
Ji bo vê yekê jî heq e her kes bêje, ‘No To Racism’, rast e û exlaqî ye, lê Amedspor!?.