Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Eren Keskîn: Di şexsê Abdullah Ocalan de hemû civak tê tecrîdkirin

DMME’yê di 18’ê adara 2014’an de, derbarê serlêdana 2003’yan a parêzerên Ocalan de biryar dabû û gotibû, cezayê muebedê yê giran ê li Ocalan hatiye birîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Li gel vê biryara ku wekî “Ocalan 2” tê binavkirin, Tirkiyeyê gavek jî neavêtibû. Li ser vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Tirkiye qanûnên di çarçoveya “mafê hêviyê” de çêbike derheqê wê de pêvajoyeke venihêrînê dabû destpêkirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî li ser biryara DMME’yê nehate pêkanîn di 9’ê tebaxa 2022’yan careke din serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû.

Di serlêdanê de ji bo ku di hiqûqa navxweyî de tevdîrên takekesî bên qebûlkirin, serlêdanên wan ên ji bo agahdarkirina Ocalan hebûn. Di serlêdanê de bal hat kişandin ku Ocalan bêyî ‘mafê hêviyê’ li girtîgehê tê girtin û hewldanên hiqûqî yên ji bo ewlekirina ‘mafê hêviyê’ û serbestberdana wî ya dema dirêj a ragirtina Ocalan hat redkirin.

Parêzerên Ocalan û û saziyên wek Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) jî serî li Komîteyê dan. Komîte ji bo di vê mijarê de Tirkiye agahî bide wan heta îlona 2022’yan dem da Tikiyeyê. Tê payîn ev dem di vê mehê de bi dawî bibe.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn ku di nav serlêderan de ye bersiva Tirkiyeyê ya ji bo Komîteyê nirxand.

Keskîn da zanîn ku “mafê hêviyê” ew maf e ku ku hêviyê dide mirovek girtî ku rojek ji girtîgehê derkeve. Keskîn diyar kir ku qanûnên Tirkiyeyê ji bo dizek, tecawizkar û qaçaxvanan dixebite û ji bo girtiyên siyasî jî rêyên hiqûq û qanûnan hatine girtin. Keskîn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li dijî girtiyên siyasî cihêkarî tê kirin.

Hiqûqa li gor kesan

Keskîn anî ziman ku ji ber Tirkiye ne hiqûqa dewletê ye her tim li paş hiqûqê dimîne lewma ew di biryarên ji bo Abdullah Ocalan de dide rewşek kêfiyetê dibînin. Keskîn diyar kir ku di pergalek hiqûqî ya demokratîk de hiqûqa li gorî kesan nabe. Eren Keskîn da zanîn ku ‘mafê hêviyê’ mafek giştî ye û di biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de biryarên gire didin hene û got: “Lê belê Tirkiye van biryaran nasepîne.”

Keskîn destnîşan kir ku bersiva ku Tirkiyeyê daye Komîteyê biryarek siyasî ye û wiha got: “Çimkî ev biryarek hiqûqî nîne, biryarek siyasî ye. Heke siyaset biguhere ev biryar jî dikarin bên guhertin. Bêparhiştina Abdullah Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ tê maneya ku dê nerçareserkirina pirsgirêka kurd kûrtir bibe. Heke mafê hêviyê yê ji bo Abdullah Ocalan nebe, divê ku ev mafê hêviyê ji bo kesekî nîne. Heke li girtîgehan mafê hêviyê nebe, tê maneya ku li derve jî mafê hêviyê tune be. Hêviyê ji destê me digirin. Em dixwazin erdnîgariyek ku li serê çareseriyên aştiyane bê axivîn, were avakirin. Em dixwazin şer bi dawî bibe û pirgirêka kurd jî bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Ji ber ku tecrdkirina Abdullah Ocalan didome û pirsgirêk nayê çareserkirin, di şexsê Abdullah Ocalan de hemû civak tê tecrîdkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar