Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Eren Keskîn: Sakîne Cansiz serî neditewand

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn destnîşan kir ku ger komkujiya ewil a li Parîsê bihata zelalkirin, dê komkujiya duyemîn pêk nehatana. 

Di ser kuştina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) re 10 sal derbas bûn ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn kuştin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku di sala 1991’ê de Sakîne Cansizê nas kiriye, behsa wê kir.

Keskîn diyar kir ku di sala 1991’ê de gava Cansiz ji girtîgehê derketiye hatiye buroya wê û got: “Gava hat, got ‘ez dixwazim parêzera me ya wêrek û xemilandî nas bikim.’ Ez van gotinên wê qet jibîr nakim. Me bi vî awayî hev du nas kir.” Keskîn anî ziman ku paşê li derveyî welêt di panelan de hevdu dîtine û got ku dostaniya wê ya bi Sakîne Cansiz re di van wextan de xurt bûye.

Keskîn bi vî awayî behsa Sakîne Cansiz kir: “Ew Sakîne Cansiz a ku min ew nas dikir, çendî demekê di nava şer de mabû jî, her tim aştîxwaz bû û li dijî serdestiya mêr bû. Sakîne Cansiz, yek ji wan jinên herî bihêz bû ku min ew nas kirine. Serî li ber tu kesî neditewand. Min ew bi vî awayî nas kir.”

Pêwendiya wê ya bi ciwanan re

Keskîn anî ziman ku piştî wê û Cansiz hevdu nas kiriye, pêwendiya di nava wan de qet qut nebûye û got ku li Ewropayê gelek caran di panelan de rastî hev hatine û sohbet kirine. Keskîn bilêv kir ku taybetiya herî berbiçav a Cansiz ku wê ferq kiriye, pêwendiya wê ya bi ciwanan re bûye û bîranîneke xwe ya bi Cansizê re ragihand: “Ji bo panelekê çûbûm Hollandayê. Ez li mala hevalekê mam. Sakîne jî hatibû wir. Me heta serê sibehê li ser mafê jinan û serdestiya mêr xeber da. Gava me sohbet dikir, dengekî wekî dengê bombeyê hat. Me li derve mêze kir, tiştek tune ye. Meger çop teqiyabû. Tişta ku 40 salan carekê li Hollandayê ancax çêbibe, hatibû serê me. Wê şevê em pir keniyabûn…”

Keskîn diyar kir ku roja komkujiyê telefonî Fîdan Doganê kiriye û wiha got: “Rojbîn li parlementoya Ewropayê dixebitî û her kesî ew nas dikir. Piştî komkujiyê di cî de min telefonî Rojbînê kir. Min got, niha ew dizane bê kî miriye. Min telefon kir, lê bersiv nehat. Paşê li buroyê hevaleke min got, ‘nav tên aşkerakirin.’ Min dît ji kesên hatine kuştin yek jê jî Rojbîn e. Ez wê rojê qet jibîr nakim.”

Keksîn di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Sakîne Cansiz, ew mirov bû ku dabû ser rêya heqîqetê û dixwest meseleya kurdî bi awayekî aştiyane bê çareserkirin.Gelek caran tahde dîtibû, hatibû binçavkirin û li girtîgehan bi awayekî dijwar hatibû îşkencekirin. Lê dîsa jî her tim ji bo aştiyê têdikoşiya. Ji bo min hêla herî girîng a Sakîneyê ev bû.”

‘Serî netewand’

Keskîn destnîşan kir ku Sakîne Cansiz jineke azad bû û got ku jinan jî ev hêla wê esas digirt. Keskîn bilêv kir ku her wiha Cansiz jineke têra xwe entelektuel bûye jî û wiha got: “Tevî hemû tahde û îşkenceyan jî tu carî serî li ber neheqiyan neditewand. Jineke wisa bû.”

Keskîn bal kişand ser komkujiya li Parîsê ya vê dawiyê û got ku divê herdu komkujî jî bên zelalkirin. Keskîn destnîşan kir ku di van komkujiyan de dewletên kûr bi hev re tevgeriyane û got: “Ez wisa difikirim ku di vê cinayetê de jî eynî wekî komkujiya li hemberî her sê siyasetmedarên kurd, tiliya heman serdestan heye.”

‘Tenê Tirkiyeyê eleqedar nake’

Keskîn anî ziman ku tevî hemû komkujiyan jî kurd dest ji têkoşîna xwe bernedane û ev tişt anî ziman: “Kurd naguherin, dewlet diguhere. Ev bûyer, ji bo gel çavtirsandî bibe û paş de gav bavêje tên kirin. Ev ji bo tepisandina siyaseta kurdan e. Ev mesele, tenê Tirkiyeyê eleqedar nake. Meseleya kurdan, meseleyeke navneteweyî ye.”

Divê bê zelalkirin

Keskîn di dawiya de destnîşan kir ku Fransa divê van komkujiyan zelal bike û ev tişt gotin: “Çareserkirina vê bûyerê, ji bo çareserkirina meseleya kurdan jî girîng e. Ez wisa difikirim ku qethiyen tiliya rêxistinên îstixbaratê di van dozan de heye. Daraza Fransayê diviyabû van têkiliyan aşkera bikira. Ger ev doz bihata çareserkirin, dê di warê çareserkirina meseleya kurdan de bûbûna gaveke girîng û dê komkujiya duyemîn a Parîsê çênebûna.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar