Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Eren: Partiya me amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike

Serhat Eren bibîr xist ku nêzîkatiya dewleta tirk ya li dijî kurdan hiqûqa dijminatiyê ye û got: “Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîda Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş amadekariyên kampanyayekê dike.” 

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren anî ziman ku ji deverên herî zêde maf lê tên binpêkirin yek jê jî girtîgeh in. Astengkirina mafê tenduristiyê yê girtiyan, binpêkirina mafê jiyanê, îşkence, muameleya xirab û tecrîd û gelek binpêkirinên din rû didin. Li gel hewldanên parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl jî hikûmetê polîtîkaya xwe ya ji bo girtîgehan neguherandiye.

‘Nêzîkatiya ji bo girtiyên nexweş di heman demê de peyamek e ji bo civakê’

Eren anî ziman ku ji ber ku girtiyên nexweş lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev qebûl nakin nikarin mafê xwe yê xwegihandina tenduristiyê jî bi dest bixin û got ku ji ber vê li girtîgehan nexweşînên girtiyan zêde dibin. Eren destnîşan kir ku ev polîtîkayeke sîstematîk e û ber bi girtîgehên dûr ve sewqkirina girtiyan, şewitandina înfazan, astengkirina tedawiyê û nebûna şert û mercên paqij gelek girtî nexweş dikevin. Eren wiha domand: “Ev polîtîkaya dewletê, ji polîtîkayeke kuştina bi demê re ne cudatir e. Nêzîkatiya ji bo girtiyên nexweş, di heman demê de peyamek e ji bo civakê û malbatan. Ji kurdan, civakê û muxalefetê re dibêjin ger hûn li dijî bêhiqûqîtiyên li welêt û bêedaletiyan rabin û hûn ji bo demokrasiyê bitêkoşin, dê rewşa we wiha be.”

‘ATK li gor polîtîkayê AKP’ê tevdigere’

Eren bilêv kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ya bi raporên xwe di dermankirin û berdana girtiyên nexweş de xwedî roleke girîng e, lê ji polîtîkayên hikûmetê qut nîne û got: “Ne pêkan e ku serokekî ji aliyê serokkomar Erdogan ve tayinkirî, li derveyî fermanên hikûmetê û Erdogan hereket bike.”

Saziya ATK’ê Tûran kuşt

Eren bibîr xist ku Lijneya Tenduristiyê herî dawî ji bo girtiyê nexweş Şakir Tûran (70) ê di Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa L’yê de jiyana xwe ji dest da rapora “ne hewce ye cezayê wî bê taloqkirin” çêkiriye û got ku lê piştî vê raporê bi 20 rojan Tûran jiyana xwe ji dest daye. Eren wiha domand: “Ev pêkanîneke tolhilgirtinê ye. Ev pêkanîn ji sala 2015’an ve li hemberî girtiyên kurd tê pêkanîn. Û di nava vê de li hemberî girtiyên nexweş û malbatên wan pêkanîneke tolhilgirtinê heye.”

‘Tirkiye hiqûqa dijminatiyê li dijî kurdan dide meşandin’

Eren destnîşan kir ku gelek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên der barê pêvajoyên dermankirinê yên girtiyên nexweş de hene, lê belê ev biryar ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên pêkanîn. Eren anî ziman ku mirov dikare vê yekê wekî “hiqûqa dijminatiyê” ya li dijî kurdan pênase bike û got girtîgeh ji bo kurdan bûne cihê mirina bi demê re.

‘Texrîbkirina cenazeyan encama nêzîkatiya tolhilîner a dewletê ya li dijî kurdan e’

Eren bal kişand ser pêkanînên li dijî cenazeyan jî û got: “Li gel dewleta tirk kurdê sax û mirî wek hev in. Bi vê îşkenceyê nêzîkatiya li miriyê kurdan bi xwe jî, parçeyeke polîtîkaya dewletê ya 8 salên dawî ye, di esasê xwe de yê 100 salên dawî ye. Texrîbkirina cenazeyan, encama nêzîkatiya tolhilîner a dewletê ya li dijî kurdan e.”

 ‘Desthilat cesaret ji bêdengiya civakê digire’

Eren destnîşan kir ku sedema bêhiqûqîtiyên li Tirkiyeyê rasterast tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got ku bêdengiya civakê jî desthilatê wêrek dike û ev polîtîka li tevahiya civakê belav bûye.

Eren herî dawî got ku partiya wan li dijî tecrîda Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş amadekariyên kampanyayekê dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar