Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo cezayê heta bi hetayê yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn diyar kiribû ku ev ceza dijî xala 3’yan a qedexekirina îşkence û muameleya xirab a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. DMME’yê piştî vê biryarê di 18’ê adara 2014’an de di bin navê “Ocalan 2” de derbarê girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan jî heman biryar dabû.
Piştî 7 salan Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 26’ê tîrmeha 2021’ê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn ku demildest biryarên ji bo “cezayê girtîgehê yê muebeda girankirî” hatine dayîn pêk bên.
Komîteyê cara ewilî di navbera 30’yê mijdarê û 2’yê kanûnê de ev mijar daxilî rojeva xwe kiribû û xwestibû Tirkiye herî dereng heya îlona 2022’yan têkildarî vê mijarê agahiyan bide. Tirkiyeyê heya niha têkildarî biryara derbarê cezayê “muebeda agirankirî” yê li Ocalan, Boltan, Gûrban û Kaytan hatiye birîn nexşerêyek berpêş nekiriye.
Sekretera Giştî ya OHD Rengîn Ergul serlêdana kirine û helwesta Tirkiyeyê nirxandin.
Ergul anî ziman ku Ocalan di şert û mercên giran de dimîne û li Îmraliyê “rejîmeke” taybet a cihêkar û newkehev tê pêkanîn û ji ber vê Tirkiye ne hiqûqa xwe ya navxweyî ne jî biryarên DMME’yê pêk tîne. Ergul destnîşan kir ku beriya ku Komîteya Wezîran serlêdana wan daxilî nava rojeva xwe bike Tirkiye planê manîpule berpêşî komîteyê kirine û got: “Tirkiyeyê di plana ewil a da ber komîteyê de got biryara hatiye dayîn wergerandiye û pêk aniye. Lê belê wergerandina biryareke DMME’yê û şandina wê ya ji dadgehê re nayê wateya pêkanîna wê, ji bo vê guherandike qanûnî divê. Di bersiva xwe ya da me de jî diyar kir ku li Tirkiyeyê berdana bi şertî pêkan e, lê îstisnayê vê hene. Me jî di serlêdanên xwe de ev îstisna destnîşan kirin.”
Gav nehatin avêtin
Ergul bibîr xist ku komîteyê ji Tirkiyeyê xwestiye qanûnên xwe li gor DMME’yê li hev bîne, agahiyên derbarê girtiyên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn parve bike û plana xwe heya 22’yê îlona 2022’yan berpêş bike û got, lê Tirkiyeyê heya niha tu gav neavêtine û plana xwe berpêş nekiriye.
Ergul bilêv kir ku ger Tirkiye li gor tenbiyên komîteyê tevbigere dê piştî 25 salên girtinê azadiya fizîkî ya Ocalan bê nîqaşkirin û got: “Ger Tirkiye qanûnên xwe li gor qanûnên DMME’yê li hev bîne, wê demê gere ji bo azadiya Ocalan mekanîzmayekê ava bike. DMME di şert û mercên asayî de piştî 25 salên girtinê înîsyatîfa berdanê ji Tirkiyeyê re dihêle. Biryara mînak a DMME’yê ya derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de heye. Lê ji ber ku Tirkiye bersiva van bangawaziyan neda, komîteyê bi taybetî ji bo Kavala prosedura binpêkirinê da destpêkirin. Tirkiyeya ku di mînaka Kavala de li gor van bangawaziyan hereket nekir, em bawer nakin ji bo Birêz Ocalan jî li gor hiqûqê hereket bike û bersivên bangawaziyan bide. Lê belê komîte mecbûr bi mekanîzmayeke kontrolkirinê vê yekê pêk bîne û Tirkiye jî mecbûr e li gor wê hereket bike. Em jî di vî warî de divê zorê bidinê. Em ê vê pêvajoyê bi vî awayî bidin şixulandin.”
Îmralî û bazarî
Ergul destnîşan kir ku DMME polîtîkayeke durû dimeşîne û ji ber liv û tevgerên komîteyê heya niha Macaristan û Lîtvanyayê qanûnên xwe guherandine û got: “Komîteya Wezîran 7 sal in tu bangawazî nekirine û doza guherandina qanûnê nekiribû. Lê piştî me serlêdan kir vê yekê daxilî nava rojeva xwe kir. Helbet ev nayê wateya ku peywira xwe tîne cî. Me gelek caran diyar kir ku saziyên navneteweyî erka xwe naynin cî. Van saziyan û Tirkiyeyê bazariyek kirine. Deshilata siyasî derî sînorên qanûnî çûye û rewabûna xwe winda kiriye. Lê em mecbûr in bitêkoşin.”
Biryara di navbera Tirkiye û CPT’ê de
Ergul di dawiya axaftina xwe de li ser bêdengiya CPT’yê jî sekinî û got: “CPT jî di bin banê Konseya Ewropayê de ye. Lê biryarên DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wekî yên CPT’yê ne bibandor in. Gava me ji bo tecrîda girankirî serî li komîteyê da, komîteyê îşaret bi CPT’yê kir. Lê CPT niha erka xwe nayne cî. Taybetiyeke CPT’yê ya bi vî rengî heye. CPT, li paş perdeyê bazariyeke siyasî bi hikûmetan re dike. CPT piştî van bazariyan gavan bi hikûmetan dide avêtin. Şertekî wiha tune ye ku CPT hemû serlêdanên xwe bi awayekî aşkere bike, lê di serdana xwe ya dawî de Îmraliyê daxilî nava bernameya xwe nekir. Sedema vê jî ez wisa difikirim ku di navbera CPT û Tirkiyeyê bazariyek çêbûye.”