PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Êrîş li ser hemû kurdan e

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aştî got êrîşa dagirker a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê êrîşa li ser hemû kurdan e.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aştî got divê hemû kurd li dijî êrîşa dagirker a tirk a rawestin.

Ayetullah Aştî ji ANF’ê re axivî û got ku dewleta tirk eva sed sal in Kurdan dikuje û her carê hincetekê ji komkujiya xwe re dibîne. Aştî komkujiya Roboskê bi bîr anî û got ji roboskiyan re jî got, ”eşkiyayên qeçaxçî’ u wiha hewl da ji komkujiyê xwe pak bike û got divê mirov bi çarçoweyê li hincetên ji bo êrîşa dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî binere.

Aştî got li gel banga ji bo yekîtiya kurdan divê heman bang li tirkan jî were kirin û got, ”Îro kurd ne xwedî dewlet in lê tirk xwedî dewlet in. Ev dinya bi qasî ku ji têra me jî bike û têra wan jî bike berfireh e. Dîroka wan a fermî jî dibêje kurd û tirk bi hezaran sal in bi hev re dijîn lê biratiya wiha nabe. Dewleta tirk li gorî ziman û mezheba tirk dimeşe. Tiştekî têkilî kurdan pê re tune. Biratî bi wekheviyê dibe lê dema ku mirov li wekheviyê dinere tiştekî wiha tine. Ji ber vê ku diyalog û muzakere hebin divê mirov dev ji şer biqere.”

Bi Barzanî re daxwaza hevdîtinê

Aştî her wiha got ew bi rengê tifaqa Kurdistanê van rojên pê biçine başûrê Kurdistanê, têkilî dagirkeriya tirk bi Mesûd Barzanî û rêveberên din re rûnin ji bo ku kurd hemû bi hev re tevbigerin. Aştî got, ”Me partiyên kurdistanî biryareke wiha stand. Hê li ser rêbazê zelaliyek tine. Bi mîsogerî em ê biçin û ji ob ku kak Mesûd di siyaseta cîhanê de rola xwe bilîze em ê daxwazên xwe diyar bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar