Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşa vê sibê ya li dijî akademiya perwerdeyê ya Hêzên Komandos a li Dêrazorê agahiyên nû parve kir. HSD’ê destnîşan kir ku komên ser bi Îranê ve berpirsê êrîşê ne û ji herêmên hikûmeta Şamê ve êrîş kirine.
Navenda Ragihandinê ya HSD`ê di dewama daxuyaniyê de ev agahî parve kir: “Hêzên me, têkildarî êrişê lêpirsîn çêkir. Diyar bû ku milîsên Îranê ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êriş kirine.”