Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye’

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê di 27’ê îlonê de dest pê kir. Di şer de nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber Tirkiye piştgirî da Azerbeycanê, şer geş bû. Piştî civîna sê alî ya wezîrên derve yên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê li Moskovê di pêşkêşiya Rûsyayê de pêk hat, di 10’ê cotmehê de Azerbeycan û Ermenistanê agirbest îlan kirin. Li gel agirbestê şer didome. Tabûra Ermeniyan a Nubar Ozanyan a li Sûriyeya Bakur û Rojhilat diyar kir ku Tirkiye komên paramîlîter ên li Sûriyeyê dişîne herêmê û niha plana armanc dike ku Talibanê bişîne herêmê.

Turkiye; îdea kir ku YPG/PKK’î şandine Ermenistanê. Piştî vê yekê medyaya nêzî îktîdarê wêneyên ku Ajansa Mezopotamya (MA) li herêma Rojava ji Tabûra Nubar Ozanyan a Ermeniyan kişandibû wekî wêneyên ku li Karabaglarê hatine kişandin nîşan dan. Rojnameyên îktidarê yên wekî Yenî Akît, Star û Yenî Şafakê ku li Karabaglarê hatine kişandin nîşan dan. Li aliyê din Tirkiye hêzên çekdar ên bi pere ji Sûriyeyê dişîne herêma Azerbeycanê. Têkildarî mijarê Fermandarê Tabûra Ermeniyan a Nubar Ozanyan Nubar Melkonyan, geşedanên heyî nirxand.

‘Gelê herêmê bi komkujiyê re rû bi rû ye’

Melkonyan destnîşan kir ku Tirkiye bi hemû welatên herêmê re di nava şer de ye û wiha got: “Sedama mezin a bi welatên herêmê re dijminatiyê dike qeyrana aborî ye. Tirkiye li rêbazên hêzan ê ku qeyranê derbas bike digere. Bi feraseta ‘Ez dikarim petrolê ji ku peyda bikim, ez dikarim ji ku xwe xwedî bikim, ez dikarim ji kîjan çavkaniyên petrol û xaza xwezyî sûdê bistînim û bibim xwedî par’ tev digere. Sedemek din jî bi xeyalê osmanciyan tev digere. Îdeayên wan nijadperestî û tirkîtî ye. Heta niha tu kesan polîtîkayên bi vî rengî pêş nexistine. Ev ne Nepal e, ne Komara Kongo ye û ne jî hikûmeta Kolombiya ye. Sedama vê yekê dixwaze wekî rêveberiya dewletekê xwe belav bike, dagir bike, desteser bike û hegemonyayê (serdestiyê) pêş bixe. Dixwazin van xeyalên xwe têxin meriyetê. Ev bi xwe re nijadperestiya tirk û şovenîzma tirk pêş dixe. Gelê herêmê bi aqilê qatlîamê ya tirk re rû bi rû ne. Gelê herême tev bi gefan re rû bi rû ye”

Dagirkerî didome

Fermandar Melkonyan da zanÎn ku dagirkerî û komkujiya ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, bi Lîbya, Yewnenistanê berdewam kir û niha jî bi Ermenistanê didome û wiha domand: “Tenê sira kesên di rêzê de nayê. Kesên ne di rêzê de jî dixin nava hesabê xwe. Ev yek li ser hev pêş dikeve. Ev ne tesaduf ye. Bi xeyalên tirkên ku li 7 parzemînan hespê xwe dibezînin tev digerin. Tirkiye ji nakokiyên di navbera DYA û Rûsyayê de sûdê digire. Yê wan jî polîtîkayên wan ê pispor heye. Tu kes bi qasî Erdogan nikare hespê wan bibezîne. Xizmetkarekî pir baş e. Tirkiye bêyî NATO nikare tu êrîşan bike. Bêyî DYA nikare tev bigere. DYA tê wateya Îngîlistan, Îsraîl, Yekitiya Ewropa û Almanyayê. Di meseleya Ermenistanê de jî wisa tevgeriyan. Dixwaze bi rêya azeriyan bêtir parek mezin bi dest bixe. Hedefa NATO’yê ew e.”

 Planên li dijî Îranê

Di axaftina xwe de Melkonyan bal kişand ser planên NATO û DYA yên li dijî Îranê û wiha lê zêde kir: “NATO û DYA armanc dike ku di ser Ermenistanê de planên xwe yên li dijî Îranê pêk bîne. Piştî êrîşên li dijî Ermenistanê armanc dike ku êrîşî Îranê bike. Bi van êrîşan dixwaze êrîşî Îranê bike û deriyê wê veke. Rewşa Karabaxê nîşan dide ku armanc dike polîtîkayên belavbûnê pêş bixe.”

Dijmên ermenî û kurdan

Her wiha Melkonyan anî ziman ku di dîrokê de her tim dijminantiya ermeniyan kiriye û piştre dijminantiya kurdan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dijminantiya kurdan nû ye. Dema berê xwe dide Karabaxê Sûriyeya Bakur û Rojhilat ji bîr nakin. Bakur û Rojhilatê Sûriye di hesabê wan de heye. Gefên wan hêj didomin. Bi gotina terorê dixwazin hêza xwe ya li ser girseya xwe nû bikin. Vê yekê jî bi terorîzekirina daxwazên azadiyê pêk tîne. Niha li ser Talîban hesaban dike. Komên radîkal ên selefî û komên paramîlîter birin sînorê Ermenistanê. Herî dawî li gorî dîplomatên ermenî nêzî 4 hezar komên çekdar ên çete birin sînorê Ermenistanê. Ji Sûriyeyê anîn Dîlokê û ji wir jî şandin Azerbeycanê. Bi balafirên şer birin Balafirgeha Genceyê. Tirkiye armanc dike kuTalîban jî bibe li sînorê Ermenistanê bi cih bike.”

Çavkanî : MA/ Nazim Daştan – KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar