Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Êrîşa li dijî goristanan sepana barbariyê ye’

Dewleta tirk di demên dawî de gelek caran êrîşî gorên gerîlayan ên li bajarên Wan, Amed, Mûş, Colemêrg, Çewlik û Şirnexê kir. Herî dawî jî leşkeran li gundê Hespistê yê Şirnexê êrîşî goristanê kir û gorên 6 gerîlayên PKK’ê bi maşîneyan rûxand. Têkildarî mijarê parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş, Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz ji MA’yê re axivîn.

Parlamenter Hasan Ozguneş êrîş weke êrîşa li dijî mirovahî û nirxên mirovahiyê pênse kir û got: “Pêkanînên AKP’ê, pêkanînên faşîzmê ne. Xwe weke olperestan nîşan didin. Lê tu eleqeya wan bi ol re nîne. Ji xwe hêviyeke me ya oldarbûna AKP’ê jî nîne. Ya ku dikin, hovîtî ye. AKP vîrûsa koronayê weke firsend bi kar tîne. Em ê tevî gelê xwe li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Em ê her dem van êrîşên li dijî mirovahiyê teşhîr bikin.”

‘Di vê serdemê de rûyê barbar ê AKP’ê bêhtir xuya bû’

Têkildarî mijarê parlamenter Nûran Îmîr jî bi lêv kir ku sepanên AKP’ê ji yên salên 90’î girantirin û wiha domand: “Di vê pêvajoya ku hemû dewletên cîhanê piştgiriyê hev dikin, AKP êrîş dike. Di vê pêvajoyê de ji zilm û faşîzma xwe tenê gavek jî paşve ne avêt. Di vê pêvajoyê de rûyê xwe yê barbar derdixe holê. Hebûna xwe li ser tunekirina nirxên gelê kurd didomîne. Îro li dijî kêlên gorên me dest bi şer kirine. Tu hêz nikarin van nirxên me tune bikin û ji hişê me bibin. Em van êrîşan bi hêrseke mezin şermezar dikin. Ya ku dikin hovîtî ye. Daxwaza me ji malbat û gelê kurd ew e ku bi hestiyarî tevbigerin û bêdeng nemînin. Divê em li dijî van êrîşan bibin yek. Ev gor rûmeta gelê kurd in. Em vê rûmeta xwe naxin bin pêyan.”

‘Çîroka barbariyê’

Di heman mijarê de parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî ev tişt anî ziman: “Yên ku van êrîşan dikin hêza xwe ji Enqereyê digirin. Navenda konsepta van êrîşan Enqere ye. Ya ku dikin barbarî ye. Zîhniyeta ku di 2015’an de bajarên kurdan talan û wêran kirin, niha jî êrîşî goran dike. Dixwazin bîr, dîrok û îradeya kurdan tune bikin. Ev êrîş dişibin trajediya Antîgone ya Sophokles. 2 hezar û 500 sal berê li Yewnana Antîk trajediyeke bi vî rengî çêbû. Ev çîroka barbarî û hovîtiyê ye. AKP û tifaqa wê ku tehemûla hebûna kurdan nakin, êrîşî hiş û koka kurdan dike. Êrîşî nirxên gelê kurd dike. Lê li dijî van êrîşan têkoşîna me jî dê bidome.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar