Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Êrîşa li dijî goristanan zilm e û divê kurd qebûl nekin’

Di demên dawî de êrîşên dewleta tirk ên li dijî goristanan zêde bû. Tevî hemû bang û hişyariyan jî hikûmeta AKP-MHP’ê êrîşên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de heta niha li Wan û navçeyên wê, li Colemêrg, Amed, Mûş, Çewlik, Şirnex û Êlihê goristan hatin rûxandin û dewleta tirk alên xwe li goristanan daliqandin. Têkildarî mijarê serokê Komeleya Şêx Sêîd û neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat ji MA’yê re axivî.

Mehmet Kasim Firat diyar kir ku definkirin, kefenkirin û veşartina cenazeyan li ser misilmanan ferze û wiha got: “Dema kesek mir, ol, mezheb û nasnameya wî çi dibe bila bibe divê li gorî wecîbeyên olî bê definkirin û gora wî jî bê parastin. Ev nêrîna îslamî ye. Lê divê em dagirkeran nas bikin. Kî ne û heta niha çi kirî ne? Ji Cengîz Xan heta Tîmurlengê wan û Osmaniyan, her cihên ku dagir kirine,  çand û hemû nirxên wan civakan tune kirine. Kemalîzm jî heman pergalê didomîne. Ev yek her tim di dîroka tirkan de heye. Ev hovîtî ye. Gelê ermen kuştin û çiqas tirbe, nîşane û xaçên wan hebûn hemû ji holê rakirin. Li ser goristanan xanî ava kirin. Tirk hezar sal berê çi bûn, niha jî ew in. Em êrîşan lanet dikin.”

‘Partiyên kurd li dijî gelê xwe gunehkar in’

Bi domdarî jî Firat anî ziman ku ya tê kirin zilme û xwedê jî qebûl nake. Firat wiha dom kir: “Zorê li malbatan dikin da ku gorên zarokên xwe bi destê xwe xera bikin. Divê malbat teqez vê yekê qebûl nekin. Ev tiştekî gelek xelet e. Divê malbat li ber xwe bidin. Bi sedan sal in ku li Kurdistanê zilm heye. Goristanên me hildiweşînin û berhemên çand û dîroka kurdan talan û wêran dikin û di bin avê de dihêlin. Li hêla din partiyên kurdan li dijî vê yekê gunehkar in. Ji ber ku berjewendiyên xwe yên şexsî esas digirin û yekitiyê ava nakin. Divê ji ewil nirxên gel biparêzin û yekitiyê ava bikin.”

‘Em neçarin li dijî zilmê li ber xwe bidin’

Herî dawî jî Firat ev tişt destnîşan kir: “Divê malbat û partî xwedî li goristanan derkevin. Bi çi rêbazê dibe bila bibe divê malbat li ber xwe bidin. Pergal ditirse. Divê em li dijî vê zilm û zordariyê li ber xwe bidin. Wan ji bo me canê xwe dan û divê em jî gorên wan biparêzin. Me ji bo gorên Şêx Seîd û hevalên wî jî serlêdan kir lê red kirin. Nediyarbûna gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî hovîtî ye. Divê em xet û doza wan biparêzin. Veşartina cenazeyan li peyareya Goristana Kîlyosê zilm û heqareteke herî mezin e. Divê haya cîhanê ji vê hebe. Li dijî vê zilmê êdî divê em tifaqeke birûmet ava bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar