Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Êrîşa li dijî hevşaredarên Giyadînê li gelek bajaran hate şermezarkirin

Êrîşa li dijî hevşaredarên Şaredariya Giyadînê îro li gelek navendan bi daxuyaniyên cuda hate şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku polîsên êrîşkar li ser daxwaza AKP’ê û wezîrê karên hundir êrîşî vîna gel kiriye

Polîsên tirk şevê din êrîşî hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Giyadîn a Agiriyê Evren Demîr û Betul Yaşar kiribûn. Êrîşa polîsan li bajarên weke Enqere, Amed, Êlih, Sêrt, Îzmîr, Hatay û Antalyayê bi daxuyaniyên cuda hate şermezarkirin.

Enqere

Di çarçoveya şermezarkirina êrîşa li dijî hevşaredarên Şaredariya Giyadînê de, HDP ya Enqereyê xwest li ber avahiya xwe ya li Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsan mudaxaleyî rêveber û hevserokên HDP’ê ya Enqereyê kirin. Di dema hat xwestin ku daxuyanî bê dayin polîsan xwest rêveber û hevserokên HDP’ê bixin hûndirê avahiyê. Rêveberên HDP’ê jî bertek nîşanî polîsan dan û gotin ku ‘hûn jî dê rojekî bên darizandin.’

Hewldana HDP’iyan a cara duyemîn jî rastî astengkirina polîsan hat. Li ser vê yekê hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Zeyno Bayram bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku tu kes nikare mafên wan binpê bikin. Hevserok Huseyîn Gevher jî da zanîn ku hevşaredarên Giyadînê bi tenê nînin.

Tu kes nikare îradeya Gel xesp bike

Daxuyaniya ku polîsan destûr nedan wiha ye: “Em êrîşa li ser hevserokên Şaredariya Giyadînê şermezar dikin. Piştî hilbijartinên 31’ê adarê, li 26 şaredariyên me cîhaza x-ray hatiye bicihkirin û bi vê yekê re jî dixwazin xizmetên şaredariyê asteng bikin. Welatiyê bi navê Mehmet Hayrî Durmuş dema ku xwestiye têkeve şaredariyê bi êrîşa polîsan rû bi rû hatiye hiştin. Li ser vê yekê hevşaredarên Şaredariya Diyadînê Evren Demîr û Betul Yaşar ketine navberê û ew jî bi êrîşa polîsan rû bi rû mane. Piştî bûyerê bi sedan polîs bi copên xwe ketine şaredariyê û îradeya gelê Giyadînê xesp kirine. Ji bo ev bûyer bê veşartin polîsan dîmenên kamerayên şaredariyê desteser kirine. Em vê bûyerê dîsa şermezar dikin û em dibêjin tu kes nikare îradeya gel xesp bike.”

Amed

Bi heman boneyê HDP’a Amedê jî daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyanî bûn. Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik axivî û diyar kir ku tê xwestin ku şaredariyên HDP’ê veguherînin qereqolan.  Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî destnîşan kir ku gel bersiva pêwîst di hilbijartinan de daye pêkanînên antîdemokratîk û wiha domand: “Ew kesên dixwazin me asteng bikin bila bizivirin û li encamên hilbijartinên 31’ê adarê û 23’yê hezîranê binêrin. Êrîşa hatiye kirin sûc e. Dê heqîqet û demokrasî bi ser bikeve.”

Elih

HDP’a Êlihê jî bi heman armancê bi beşdariya rêveberên KCD, DBP, TJA, hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, hevşaredara Bajarokê Kaniyahenê Gulîstan Sonuk û welatiyan daxuyanî da. Wekîlê hevserokên HDP’a Êlihê Îkram Îrgî daxuyanî da û da zanîn ku HDP partiya gel e û êrîşa li Giyadînê pêk hatiye li dijî vîna gel pêk hatiye. Îrgî got çi dibe bila bibe dê dest ji têkoşîna demokrasiyê û xizmeta ji bo gel bernedin.

Sêrt

Li Sêrtê jî bi tevlêbûna endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Selîm Sadak, hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş, rêveberên partiyê û Dayikên Aştiyê, HDP’a Sêrtê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Siddik Taş destnîşan kir ku êrîşa li dijî hevşaredarên wan pêk hatiye li dijî hiqûqê ye û ew polîs li ser daxwaza AKP’ê û wezîrê karên hundir tevdigerin. Taş got ku roj were dê AKP û wezîrê xwe hesab bide gel û ew bi tundî vê êrîşê şermezar dikin.

Îzmîr, Antalya û Hatay

HDP’yên Îzmîr, Antalya û Hatayê jî bi daxuyaniyên cuda êrîş şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku ew dê bi tu awayî êrîşa li dijî îradeya gel qebûl nekin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar