Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Êrîşa li dijî mamosteyan li dijî hemû kesan e

Komek mamoste li dijî ezmûna mamosteyên pispor û mamosteyên bi qidem daxuyanî dan. Nerazîbûnên xwe anîn ziman. Lê polîsan bi gaza îsotê êrîşî mamosteyan kir û gelek ji wan binçav kirin. Di heman rojê de wezîrê karê hundir bi tundî bertek nîşanî çalakiya mamosteyan da û got. “çalakiyên bêitiatiya sivil nayên qebûlkirin” û mamoste wekî “terorîst” pênase kirin. Roja din serokê AKP’ê Erdogan di merasîma tayinkirina 20 hezar mamoste ya li Navenda çand û kongre ya millet a li Beştepeyê de, berê tîrê xwe da mamosteyên û got. “vana çend beradayên li kolanan in”

Di rojên dawî de dema em li nûçeyên medya guhdar û temaşe dikin, em dibînin  ku qedexe, sansur girtin zêde bûye. Di mehekê de 16 konser û mihrîcan hatin qedexe kirin. Hunermend Gulşen hat girtin. Parlementera HDP’ê Semra Guzel ku wekiltiya wê ji wê stendin binçav kirin û girtin. Li Wanê girseya ku ji bo 1’ê Îlonê daxuyanî da bû hedefa êrîşan. Rojnemegeran jî para xwe ji êrîş û gefên polîsan girt. Di daxuyaniya mamosteyan de hat dîtin ku desthilatdar bi tu awayî rexne, daxuyan, çalakî û nerazîbûnên li dijî xwe qebûl nake. Her çend daxuyanî, çalakî, rexne û nerazîbûn li gorî pîvanên zagon û mafê mirovan be jî hikûmet naxwaze cesaret û çalakiyên bêîtiata sivil pêş bikeve û êrîş dike.

Kes, kom, sazî, rêxistin û partiyên ku edalet, demokrasî azadiya ramanê, mafên mirovan, mafê ekolojiyê û mafê jinan diparêzin bi fermana îqtidarê dibin hedefa polîs û darazê.

Li aliyê din, kesên diziya mal û milkê dewletê dikin, xweza û ekolojiyê talan û wêran dikin, di nava vî welatî de kom û çeteyên fihûş, dizî, tiryak û hêzên tarî ava dikin, nelirêtiyê pêş dixin; Li vî welatî serbest digerin. Her roj jin û zarok bi destê van kesan têne kuştin. Lê hikûmet, daraz û medya navendî li dijî vê nelirêtî, talan kirin, kuştin û girtinê bêdeng e.

Hikûmeta li îqtîdarê sûc û nesûc tev li hev dike, aloz dike, şolî dike. Hemû kesên muxalîf wekî “terorîst” û “çapûlcî” dibîne. Kesên zirarê didin gelên vî welatî jî wekî dost û heval dibîne. Daraz jî li hemberî vê rastiyê kor maye. Ev yek xwe di qeyrana aboriya li tirkiyeyê de xwe dide der.

Xwe di diplomasiyê de dide der. Bi her awayî li Tirkiyeyê heqîqet çi ye û ev heqîqet çawa tê beravajî kirin, êdî hemû dunya alem dibîne.

Lê mijara me ji vê yekê zêdetir êrîşa li dijî mamosteyan e. Her kes rastî û armanca hêzên îqtîdar dibîne û dizane. Hêzên îqtîdar her dem dixwazin mutlaq îqtîdar bin. Tu raqîban li hember xwe naxwazin.

Yên serê xwe radikin êrîşî wan dikin. Wan wekî kes û komên li dijî dewletê didin xuyakirin. Yên ku daxuyaniyan didin û çalakiyan li dar dixin jî dizanin ku daxwaz û çalakiyên wan rewa û zagonî ne dizanin ku mafekî wan ê mirovî heye û ew mafê wan tê xwarin. Dizanin ku neheqî li wan tê kirin.

Çalakiya mamosteyan jî heq e. Ji bo doza heqê xwe yê rewa û mirovî bikin daketin kolanê. Li şûna daxwaza xwe  bînin ziman polîsan êrîşê wan kir. Binçav kirin. Piştre Wezîrê karê hundir Soylû ew wekî “Terorîst” pênase kirin û reş kirin. Serokkomar Erdogan ew wekî “çapulçu” reş kirin. Ev gotin ji bo mamosteyan êrîş û neheqiya herî giran e. Di şexsê komek mamosteyan de li hemû mamosteyan hatiye kirin. Ev êrîş û neheqî di şexsê nasnameya mamosteyan de li hemû gelên vî welatî hatiye kirin. Hemû endezyar, bijîşk, parêzer, nivîskar, rojnameger, hekîm , dozger, vezîr, serokkomar li ber destê van mamosteyan perwerde bûne. Ev êrîş berî her tiştî li dijî vîna azad e. Li dijî lêgerîna heqîqetê ye. Li dijî mafê mirovan e. Wê demê divê tu kes li dijî vê êrîşa li ser nasname û vîna xwe qebûl neke . Ev êrîş li dijî her kesî hatiye kirin. Di serî de li dijî hemû mamosteyan  hatiye kirin.

Hemû kesên ku daxwazên van mamosteyan wekî heq dibîne, hemû kesên ku daxuyanî, meş, çalakiyên bêîtiala sivil wekî mafê rewa dibîne. Divê li dijî van gotinên “Terorîst” û “çapulcû” bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî qebûlkirine. Kesên doza mafên xwe dikin û ji bo mafê xwe li kolanan têdikoşin kesên xwedî vîna azad tu carî neheqî û koletiyê qebûl nakin.

Divê baş bê zanîn hêzên tirsonek êrîş dikin. Êrîşî heq û heqîqetê dikin. Ji ber ku ji rastiya xwe ditirsin. Naxwzin cesaret û wêrekî belav bibe. Cihê wêrekî lê hebe azadî û jiyan lê heye.

Nivîs ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Amedê hat şandin.

Nûçeyên Têkildar