Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Êrîşa li Kongreya DYAyê û pirsên bêbersiv

Di 5ê çileya 2021an de li Kongreya Amerîkayê civîna ji bo pesendkirina serokê Amerîkayê Joe Bîden pêk hat. Di heman rojê de li dijî civîna Kongreyê êrîşeke derasayî, berfireh û mezin pêk hat. Li cîhanê gelek rayedar û giregirên derdora siyasetê ev êrîş weke darbeyekê bi nav kir. A rast di dîroka DYAyê de tevrabûn û çelqîneke wiha mezin li dijî sazî û dezgehên Amerîkayê yên fermî nehatibû dîtin.

Ev êrîşa girseyî bi çawaniya xwe ji du aliyan ve girîng bû. Serê pêşîn bi girseyî û berfireh bû. Xala duduyan jî ev êrîş ji aliyê vîn û îradeya piştperdeyê ve layiqî nixandinê ye. Gelek dîroknasên amerîkî û cîhanê beriya vê êrîşê behsa pêkhatina êrîşeke wiha ku xwe gihandibe saziyên bûne dil û mêjiyê DYAyê nakin û nebûye jî. Êrîş hem girseyî bû hem jî encamên wê giran bûn. Di 5 çile 2021an de, di dil û mêjiyê Amerîkayê de xwîn hate rijandin, serok û cîgirên wan saziyan dîl hatin girtin. Her wiha lêpirsîna hatiye vekirin jî vê ciddiyet û giraniyê dipeyîtîne.

Tevrabûneke mezin liAmerîkayê qewimî, derbas bû û çû. Em ê wiha lê binêrin an em ê bêjin qewmîneke dîrokî ye, hewce ye em, her wiha hemû cîhan binirxînin, binirxîne; wateya wê çi ye, ji çi qewimî û berê wê li ku derê ye? Ango parametre û dînamîkên wê çi ne?

Hesab bikin ku ev bûyer li paytexta dinyayê qewimiye. Ew qas girîng e. Mûxatabê vê çelqînê dewleteke weke DYAyê hêza aborî, siyasî, bazirganî, leşkeri û çandî û hegemonîk e. Mînaka herî pêşî tê hişê mirovan ku hevsengeke (qaşo) demokratîk di navbera saziyên wê yên pêşeng de heye. Pergala herî zêde mînak tê dayîn ew e. Hilbijartinek bû, derbas bû lê encamên wê her roj Amerîka û pê re dinyayê diçelqînin.

Camekana bi çavê pêşî tê dîtin ev e; serokekî çilqijî, qubede heta serseri hilbijartin winda kir, encamên wê napejirîne, naxwaze desthilatdariya xwe ji dest berde. Camekan ev e lê gelo hemû rastî ev e yan beroşeke din di nav pergala Amerîkayê de dikele, parametre û dînamîkên wê hêdî hêdî serî didin? Pirsgirêka sereke ya pergala Amerîkayê ya ku em bikaribin pêşeroja wê bibînin yek jî ev e.

Wisa dixuyê ku DYAyê ev arîşe derbas kir û serokê nû wê dest bi kar bike. Dibe ku ji bo vê arîşeyê doz bê vekirin, Trûmp û hin berpirsiyarên vê çelqê bên darizandin û ceza bigirin. Qaşogravî demokrasiya Amerîkayê xwe îspat bike, bêhnekê bistîne û li riya devam bike.

Lê dibe ku ev keşk di vî eyarî de wisa nemine, eyar xira bike jî. Helbet ên ev îrade û biryardarî nişan dan wê bênderên berê nedine ber bayê, garisan jî li ser ben ranexin, wê li ser karê xwe bin. Ev dinamik û şiyan (potansiyel) di nav vê pergalê de heye. Di serî de jî rasîzma ku aliyê sermayeya şer û hêzparêz ve tê xurandin, xwe li ser baskên rasîzmê bi hincet û rêxistin dike.

Çelqîna li ser Kongreya Amerîkayê ji hin aliyan ve dişibe Darbeya Bîraxaneyan a Hîtler a sala 1923yan. Domana ku Trûmp derxist meydanê nakokiyên sermayeya Amerîkayê bûn. Şiyana li pişt Trûmp disekine û wî derdixe pêş jî ev nakokî ne. Sermayeya Amerîkayê û cîhanê serwêrî û serdestiyeke nû û hêzparêz dixwaze. Li hember hêzên neserdest û piçûk bê tawîz e. Amûrên wê şîdet, otorite, çek û hêz in. Tazî ye û xwe venaşêre. Cerebe û pêşketinên xwe bi Trûmp, Jonson, Pûtîn, Orban, Erdogan hwd pêk anîne. Helbet têkçûna Trûmp ji bo dînamîkên hêzparêz ên Amerîkayê jî derfeta xwedanhev û bêhnvedanê ye.

Rewşa ku dinya pê diçelqe dide xuyakirin ku hesabê sermayeya cîhanê vekirîne, her roj li pey hewldanên serwerî û hegomîk ên cuda ne û planên nû çêdikin. Binêrin Watsapp bûye sermayeyeke mezin, hêzeke navendî û yekdestî pêk aniye û serdestiyeke çawa bêperwa li milyaran mirovan dispêre. Mînakeke rojane ye. Bi giştî sermaye dixwaze otoriter, hêzeke bêperwa (leşkeri, siyasî, aborî û hwd) bi dest bixe, serwêriya xwe bê astengî bispêre pala hêzê. Ji bo wê Trûmp, Jonson û Erdoganên nû hewce ne. Tu car vî hesabê vekirî nagire.

Ji ber vê yekê çelqîna ku ji êrîşa Kongreya Amerîkayê hat, pirsen bê bersiv jî bi xwe re anîn. Ev çelqînê raweste yan wê kingê û çawa xwe nişan bide?

Daxwaza sermayeya şîdet û hêzparêz ji bo dinyayê xetere ye. Bi taybet jî bo gelên bindest û kedkaran. Mixabin rastiyên dinyayê didin xuyakirin ku pêşeroja mirovahiyê avisê van xirabiyan e jî. Ne weke misoger lê fikar û metirsî li pêş dinyayê ne.

Divê gelên bindest û mexdûrên vê xirabiyê yên şiyan gelek bi şiyarî tevbigerin û pêşeroja xwe li gorî van xereyên şiyan plan bikin.

Di serî de jî gelê kurd. Ji ber ku mexdûrê vê xirabiyê yê herî pêşî wê gelê kurd be.

Nûçeyên Têkildar