Duh di saetên şevê de li dijî Eywana Konserê ya Şaredariya Crocusê ya paytexta Rûsyayê Moskovê de êrîşa çekdarî hat kirin. Hejmara kuştî û birîndaran her ku diçe zêdetir dibe. Servîsa Ewlekariyê ya Federal a Rûsyayê (FSB) da zanîn ku di êrîşê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û 146 kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê da zanîn ku rewşa herî kêm 60 birîndaran giran e.
Hat ragihandin ku êrîşkar ji cihê komkujiyê reviyane û DAIŞ’ê li ser kanala Telegramê êrîş li xwe girt. Weke ku tê zanîn DAIŞ’ê di demên berê de jî hinek çalakiyên eleqeya wê pê re tune bû li xwe girtibû. Têkildarî mijarê hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.