Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Êrîşa li ser HDP’ê hat protestokirin

Duh êrîşkaran bi çek û molotofan êrîşî avahiya HDP’ê ya navçeya Yuregîra Edeneyê kiribûn. Êrîş ji aliyê HDP’eyiyan ve li Edeneyê li Parka Înonuyê hat protestokirin

Duh êrîşkaran bi çek û molotofan êrîşî avahiya HDP’ê ya navçeya Yuregîra Edeneyê kiribûn. Êrîş ji aliyê HDP’eyiyan ve li Edeneyê li Parka Înonuyê hat protestokirin. Parlementer jî di nav de gelek partî û rêxistinên saziyên civakî yên sivîl jî tev li çalakiya protestoyê bûn.

Polîsan beriya daxuyaniyê ketin û derketina avahiya HPD’ê girtin û nehiştin ku gel biçe parkê. Dema ku gel li ber xwe da, polîsan êrîşê gel kir.

Çalakiya protestoyê li pêşiya avahiya HDP’ê hat kirin. Hevserokê HDP’a Yuregîrê Dûrmaz Ozmen di çalakiyê de axivî û got “Ev fîşekên bera HDP’ê dane û molotofen ku avêtine HDP’ê, li dijî aştî, azadî û yekitiya gelan hatiye kirin.”

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û wiha got: “Di vê pêvajoyê de em dibînin ku partiyên siyasî û saziyên civakî piştgirî didin HDP’ê. Ev hevgirtin xwedî li demokrasiya Tirkiyeyê derketine. Dê ev hevgirtin welat ji desthilatdariya zordar rizgar bike.”

Serokê CHP’a Edeneyê Mehmet Çelebî jî diyar kir ew êrişa li ser HDP’a Yuregîrê şermezar dikin û ev tişt anî ziman: “Vê helwesta AKP û MHP’ê ne nû ye. Ji bo astengkirina vî tiştî divê em xwedî li demokrasiyê derkevin. Em ê piştgiriya xwe zêdetir bikin.”

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Parêzer Yakûp Ataş jî got: “Ev êrîş ne bi tenê li dijî HDP’ê, li dijî gelên Tirkiyeyê, demokrasî û mafên mirovan hatiye kirin.”

Piştî daxuyaniyê parlementerên HDP’ê tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl çûn avahiya HDP’ê ya Yuregîrê. Ji xeynî HDP’ê  DBP, TJA, CHP, ÇHD, ÎHD, EMEP, ESP, TOP, TÎP, SYKP û Halkevlerî jî tev li çalakiya protestoyan bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar