Encama derketina vî şerî pêşbaziyên berfirehkirin û nakokiyên mezhebî yên di navbera Osmanî û Sefewiyan de bû. Dûr û nêzîk kurd eleqeder nedikirin, lê Kurdistan bû qada şer û herdu aliyan xwestin xaka mezopotamya bêxin di bin destê xwe de. Di encamê de jî cara yekemîn Kurdistan bi peymanekê kirin du parçe.
Şerê Çaldiranê yekem şerê parçekirina Kurdistanê ye. Îro 509 sal li ser vî şerî re derbas dibe ku Kurdistan di warê siyasî û coxrafya de xistine jêr destê Osmanî û Sefewiyan de. Heta sedsala 20’an wiha ma ye.
Alozî û şerê Sefewî û Osmaniyan
Şah Îsmaîlê kurê Şêx Heyder di sala 1501’an de dewleta Sefewî damezirand û guhertinek bingehîn pêk anî, êdî di çarçoveya forma olî de nema û saziya dewletê damezirand.
Di dema Ak Koyunan de jî, mîrên kurd û Ak Koyunan hinek derdor kirine Sûnî. Vê yekê li gel Şah Îsmaîl bertek çêkiriye. Serokên xêlên Ak Koyunî, dayika wî jî birine, kirine sûnî û ji xwe mar kirine. Herwiha bavê wî Şêx Heyder û birayê wî yê mezin Elî ji aliyê Ak Koyunan ve tên binxistin. Ev kîna Şah Îsmaîl a li hemberî Suniyan zêde dike.
Di wê serdemê de, beşeke Kurdistanê yarsan û elewî ne. Bi taybetî rojhilatê Kurdistanê, li Kirmanşan, Hewreman, Erdelan û beşeke Ûrmiyê yarsan in. Li bakurê Kurdistanê, herêma Serhed, Dersîmê, heya Herêma Gurgumê beşeke zêde elewî ne. Li min-tiqaya Şêxan, Cîzre, Mêrdîn û beşeke êlih û Serhedê êzîdî ne. Ev jî ji bo dewleta Sefewî û Şah Îsmaîl derfeteke ku Kurdistanê di demek kurt de bixê di bin destê xwe de.
Di sala 1508’an de jî navenda Ak Koyunan, Amedê digirin û bi giştî Ak Koyunan têk dibin. Şah Îsmaîl heya Gurgum û Deryaya Spî jî diçe û beşeke Anatolyayê jî dixe destê xwe. Êdî dewleteke navendî û berfireh ava dike.
Ji aliyê din ve, di vê serdemê de çawa ku mîritiyên kurd çêbûne, li Anatolyayê jî mîritiyên tirkan çêbûne. Li gorî dîroka Osmaniyan, di sala 1299’an de mîritiya Osmaniyan tê ava kirin. Ew mîritî hêdî hêdî xwe pêş dixe û berfireh dike.
Ji ber ku Kurdistan xwedî coxrafyayek dewlemend û girînge timî çavên hezên cihanî û herêmî li sere. Vê taybetmendiyê wiha kir ku dewleta Sefewî û Osmanî çav berdin Kurdistanê û hewl bidin bêxin di bin destê xwe de. Ev jî bû sedema alozî û şerê di navbera wan de.
Dema ku Şah Îsmaîl tê, di destpêkê de di nava civakê de kêfxweşiyek heye. Lê pişt re bertek û nerehetî çêdibe. Di sala 1508’an de Kurdistan bi giştî dikeve destê Şah Îsmaîl, lê di sala 1511’an de ew mîr hatine girtin. Piştî vê demê bertek zêde dibe.
Şêx Idrîsê Bidlîsî, mamosteyekî mezin yê Sunîtiyê yê wê demê ye. Demekê diçe Amedê û di medreseyên olî de li gel Ak Koyunan ders dide. Mamosteyekî ku talebeyan perwerde dike ye. Dema ku Şah Îsmaîl Kurdistanê dixe destê xwe, Şêx Idrîsê Bidlîsî demekê li gel xwe dihêle. Diyare ku dixwaze wî qezenc bike, lewra bixwesta dikarî bikûje. Lewra dizane ku kesekî zana ye û tesîra wî li ser civakê heye, dixwaze wî qezenc bike. Şah Îsmaîl dixwaze ku ew bibe Şîa. Şêx Idrîsî Bidlîsî jî nabe. Dibêje, “Em hemû misilman in, em Sûnî ne, hûn Şîa ne. Rê bidin em dersên xwe berdewam bikin.” Şah Îsmaîl, rê nade ku medreseyên Sûnî berdewam bikin. Dibêje, “Li cihên ku me girtine, divê her kesek bibe Şîa.” Diyalogên bi vî rengî di navbera wan de çêdibin. Di wê demê de diyare ku Idrîsê Bidlîsî jî, ji Şah Îsmaîl bê hêvî bûye û mîrên kurd ji Şax Îsmaîl sar dibin.
Idrîsê Bidlîsî, di sala 1513’an de vedigere Kurdistanê, da ku vê mijarê bi mîrên kurdan re nîqaş bike. Hejmareke zêde mîrên Kur-dan dibîne, hin çavkanî dibêjin 28, hinek jî dibêjin 34 mîran ew peyman qebûl kirine. Jixwe Idrîsê Bidlîsî weke nuner tê erkdar kirin ku van karan bi rê ve bibe. Li ser vê esasê Şêx Idrîs belgeyekê peymanî îmza dike.
Lê, ji ber yeknegirtin û lihevkirina mîrên kurd, Osmanî di warê stratejîk de qezenc dikin. Piştre beşek mîrên kurdan ji bo Osmaniyan dibin bikarhênerên hêsan. Kurdan nekarîne xwe li hemberî îhtimalên cuda amade bikin û herî dawî kurd ziyanê dibînin.
Şerê Çaldiran
Piştî lihevkirina osmanî û kurdan, siltanê osmaniyan di 28’ê Sibata 1514’an de hêza xwe kom dike û ber bi Kurdistanê ve bi rê dikeve. Di 13’yê tîrmeha heman salê de digihe herêma Çaldiran ya ser bi parêzgeha Wanê. Bi piştevaniya hêzên kurdan, hejmara leşkerên osmaniyan nêzî 200 hezarî dibe.
Şah Îsmaîlê Sefewî zêde bawerî bi liv û tevgerek wisa nedikir, ji bo wê jî xwe ji bo wê rewşê amade nekiribû. Dema ku hewldana êrîşa osmaniyan dibîne, vedigere herêma Sine û hewl dide artêşê amade bike. Lê dem ne di feydeya wî de bû. Siltan Selîm beşek mezin yê coxrafyayê derbas kiribû. Şah Îsmaîl bi 25 hezar leşker ve hemberî artêşa osmaniyan derdikeve. Di encamê de siltan Selîm û hêzên kurd bi ser dikevin û artêşa şah Ismaîl têk diçe û heya paytexta sefewiyan Tebrêz diçe. Ev şer yê ku di 23’yê Tebaxa 1514’an de çêbûyî, weke şerê Çaldiranê tê bi navkirin.
Di encamê de Kurdistan bi ser dû welatan belav dibe. Beşa mezin ya Kurdistana Bakur, Başûr û Rojhilat dikeve bin destê Osmaniyan de û beşê din jî Rojavayê Rojhilat û Başûr jî dikevin bin destê Sefewiyan de.
Piştre Kurdistan dibe cihê pêşbaziya komên wan her dû welatan. Piştî demek kurt ji şerê Çaldiranê, şah Îsmaîl hêzek mezin kom dike û osmanî jî neçar dibin paşbikêşin. Osmanî heya nêzî Amedê vedigerin.
Heya sala 1639’an pêşbaziya her dû welatan li ser Kurdistanê dewam dike. Di encamê de lihevkirinê li ser sînoran dikin û bi fermî Kurdistanê dikin du parçe. Beşek mezin bakurê Kurdistan, başûrê Kurdistan û rojavayê Kurdistanê dikeve destê osmaniyan de. Rojhilatê Kurdistanê jî dikeve destê sefewiyan de. Ev lihevkirin bi peymana Qesr û Şîrîn tê nasîn. Beşê mezin yê Kurdistanê di vê lihevkirinê de dikeve bin destê osmaniyan de.
Kurdistana di bin siya osmanî û sefewiyan de
Heya sala 1800’an Kurdistanê gelek guhertinan bi çavê xwe dît. Bi taybet guhertina demografîk, etnîkî, olî, guhertinên di warê bûyerên siyasî, formên civakî, pêşketina nivîsandina dîrokî, wêjeya kurdî, pêşxistina aborî û pîşe.
Piştî sedsalan jî hewla parçekirin û dagirkirinê
Di 24’ê Tîrmeha sala 1923’an de Peymana Lozanê di navbera Brîtanya, Fransa, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbîstan, Hirvatîstan, Tirkiye, Silovenya, Îtalya, Bulgarîstan, Portekîz, Belçîka, Yûgoslavyayê de hat îmzekirin. Di Peymana Lozanê de xaka Kurdistanê bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat belavkirin û Peymana Sewrê ya ku mafên gelê kurd têde hatibûn qebûlkirin, hat betalkirin.
509 salin Kurdistan hatiye parçekirin, Kurdistana bi hemû aliyên xwe ve ewqas dewlemend û çavkaniya jiyanê ye, di hedefa hemû dewletên hegemon dene. Di roja me ya îro de jî dagirkeriya ji bo tevahî Kurdistanê dewam dike. Dewleta tirk ji bo dagirkeriyê di salên dawî de topyekûn êrîş daye destpêkirin. Bi taybet bi pêşengiya PDK û dewleta tirk dixwazin Kurdistanê ji mirovahiyê bidin valekirin. Îro ji bo Kurdistanek azad Gerîlayên Azadiyê li Metîna, Zap û hemû beşên Kurdistanê ber xwe didin û hemberî dagirkeran şer dikin.
Çavkanî: Pirtûka Xwendinek Nû ji bo Dîroka Kurdistanê / Diyar Xerîb