Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Êrîşa polîsan a li dijî HDP’ê hat şermezarkirin

Li Mêrdîn, Çewlîk, Edene, Hatay, Mêrsîn, Enqere, Riha, Bûrsa û Wanê êrişa polîsan a li dijî avahiya HDP’ê ya Amedê û binçavkirina 7 çalakgeran hat şermezarkirin

Bi boneya rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li Amedê di 3’yê Adarê de di nav de Parlamenter Dersim Dag jî heyî 6 HDP’iyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Piştî çalakiyê bi çend saetan ji derveyî parlamenter Dersim Dag çalakgerên din hatin binçavkirin û piştî çend rojan serbest hatin berdan û çalakgeran çalakiya xwe domandin. Duh jî Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç li gel 2 HDP’iyên din bi heman daxazê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin. Şevê din bi sedan polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Bajêr a Amedê de girtin û 7 çalakgerên greva birçîbûnê binçav kirin.

Li Çewlîk, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Enqere, Riha, Wan û Bûrsayê êrîşa polîsan a li dijî avahiya HDP’ê ya Amedê bi daxuyaniyên çapemeniyan hat şermezarkirin. Di çalakiyên pişgiriyê û daxuyaniyên şermezarkirinê de hat xwestin ku welatiyên ketin grevê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalik Kûrt û Yûsûf Ataş ku şevê din hatin binçavkirin bên berhdan.

HDP’a Mêrdînê bi tevlibûna parlamenterên HDP’ê Tûma Çelîk û Ebrû Gunay, li Parka Karayollari kom bûn û êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Amedê şermezar kir. Di çalakiyê de Tûma Çelîk diyar kir ku mudaxaleya polîsan li dijî hiqûqê ye û dê hesabê vê yekê bipirsin û wiha got: “Em ê bi têkoşîna xwe, tekoşîna hevala me Leyla Guven ku 122 rojin berdewam dike û bi sedan girtiyên li zindanan vê tecrîdê bişkînin.”

HDP’a Çewlikê bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Çewlîkê Erdal Aydemîr, namzetê hevşaredariya Çewlikê Senem Çakas û gelek endam û rêveberên HDP’ê amade bûn. Parlamenterê HDP’ê Erdal Aydemîr, êrişa polîsan a bi çek şermezar kir û wiha got: “Wekîlên me yên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç li avahiyê di grevê de bûn. Lê polîsan bi çekan li dijî hiqûq û qanûnan bi ser avahiyê de girtin. Di serdegirtinê de camên avahiyê şikadin. Polîsan wekîl derb kirin û êrîşî wan kirin. Ev êrîş di şexsê wekîlan de li dijî aştî û demokrasiya welat pêk hatiye. Em vê tundiyê şermezar dikin.”

TJA: Ev êrîş ne li gorî sinc û mirovahiyê ye

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyek nivîskî êrîş şerezar kir û wiha got: “Li dijî daxwazên aştiyane yên Leyla Guven faşizma AKP-MHP’ê serdestiya xwe derxistiye pêş. Bi maşîneyên zirxî bi sedan polîsan şev nivê şevê bi ser avahiya HDP’ê de girtin. Polisan cam û şibakeyên avahiya HDP’ê şikandine û wekîl derb kirine. Faşîzma AKP-MHP’ê tirsa xwe carek din aşkera kiriye. Ev êrîş ne li gorî tu sinc, mirovahî û hiqûqê ye.  Tecrîda mutlaq a li dijî birêz Abdullah Ocalan di heman demê de li dijî mirovahiyê ye. Têkoşîna me dê tecrîdê bişkîne.”

Ev çalakî her ku diçe belav dibe

HDP’a Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tural anî ziman ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 122 rojin di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Ev çalakî her ku diçe belav dibe. AKP qanûnên xwe binpê dike û sûcekî mezin dike. Gele kurd vê neheqiyê qebûl nake. Em erîşa polîsan şermezar dikin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.” Parlamenter Kemal Pekoz jî êrîşa polîsan şermezar kir û anî ziman ku ligel hemû êrîşan ewê têkoşîna aştî û demokrasiyê mezin bikin.

HDP’a Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya partiyê daxuyanî da û êrîşa polîsan şermezar kir. Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan, endam û rêveberên HDP’ê tevli daxuyaniyê bûn. Li salonê pankarta “Deng bide Leyla, Deng bide jiyanê” vekirin. Hevserokê HDP’ê Mustafa Işik, daxuyanî da û êrîşa polîsan şermezar kir.

HDP’a Dortyola Hatayê jî bi daxuyaniyê êrîşa li diji avahiya HDP’a Amedê şermezar kir. Namzetê Hevşaredariya Dortyolê Mahmut Daş diyar kir ku ew li çalakiya Guven  xwedî derdikevin û êrîşê şerezar dikin.

HDP’a Enqereyê û Komeleya Elewiyên Demokratîk a Enqereyê (ADAD) êrîşa li dijî endamên xwe û êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Amedê şermezar kir.

HDP’ê li Riha û navçeyên Rihayê jî daxuyanî da û êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Amedê şermezar kir. Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Îsmail Karadagli anî ziman ku AKP bi zextan dixwaze 3’yemîn partiya meclisê têxe bin kontrola xwe û êrîş şermezar kir. HDP’ê li Wêranşar, Pirsûs, Serêkaniyê, Birecîk, Hîlwan, Sîwereg, Xalfetî û Hewagê jî daxuyanî dan û êrîşa li dijî avahiya HDP’ê şermezar kir.

HDP û DBP’ê yên Wanê bi heman armancê daxuyani da û êrîşa li dijî avahiya HDP’ê şermezar kir. Rêvebera HDP’ê ya Wanê Nasibe Akdag anî ziman ku Leyla Guven 122 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye û piştgiriya xwe anî ziman. Akdag anî ziman ku êrîşa polîsan nayê qebûlkirin û êrîş şermezar kir.

HDP’a Bûrsayê jî bi heman armancê daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Hevserokên HDP’ê yên Bûrsayê Serpîl Yildiz û Mehmet Resûl Baykara, Hevberdevkê Partiya Çep û Keskan a Bûrsayê Kemalettîn Yildiz û gelek kesên din tevli daxuyaniyê bûn û êrîş şermezar kirin. AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar