Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Êrîşan ji rêzê nebînin her qadê bikin qadên berxwedanê’

Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê têkildarê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan a bi kargoyê ji malbatê re hat şandin, daxuyaniyek da û bang li gel kir ku êrîşan ji rêzê nebinin, her qadê bikin qada berxwedan û xwedîderketina li şehîdan

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk a degirker roja 2’ê tebaxê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan ( Fîraz Paramaz) ku sala 2018’an li Çiyayê Sor a Dêrsimê di encama êrîşa hewayî ya artêşa tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi kargoyê ji malbata Aslan re şandibû. Têkildarî vê rêbazê dermirovî yê dewleta tirk a dagirker, Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyek nivîskî da û bang li gel kir ku li hemberî polîtîkayên bi vî rengî divê her qadê bikin qadên berxwedan û xwedîderketina li şehîdan.

Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

“Di rastiya PKK’ê de Şehadet; heqîqeta fikir, felsefe, raman û bîrdoziyê îfade dike. Di PKK’ê de şehîdbûn jî afirandina jiyana herî pak û pîroz e. Li dijî deshilatdariyê, xeta berxwedêriya bê hempa jî zîrve û teqezkirina azadiya gelên bindest dide îfadekirin.

Di vê rastiyê de Egîd û lehengên gelê kurd ji bo azadiya paşeroj û pêşeroja gelekî ku di bin pençên qirkirinê de ye, bênavber têkoşîneke bêhempa di lûtkeyên çiyayên welat de birêve dibin û digihînin lûtkeyê. Gerîla li her derî darbeyên giran li dijmin dixe. Pêwîst e gelê me baş bizanibe dema ku faşîzma AKP-MHP’ê bin dikeve û ji ber ku vê binketina xwe hezim nake, her tim gorên xwebexşên gelê me dike hedef. Laşen cangoriyên me her tim ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj dike straterjiya şerê xwe yê teybet; bi salan li gel xwe digire û bi kargoyan dişîne ji malbatên me yên bi rûmet re. Ev yek destpêkê li ser hevrêyê me Egîd Îpek pêk anîn. Ruxmê ku malbata hevrêyê me Mahsûm Aslan testa xwe ya DNA’yê dabû lê piştî 3 salan banî malbatê dikin û cenazeyê wî bi kargoyê dişînin ji malbatê re.

Di to olan de mirovahî rastî dehşeteke wiha nehatiye. Komkujî û karasetên li ser gelê me ne tenê bi bûyera Konyayê ve girêdayî ne. Her du hevrêyên me ji Amedê ne û li Dêrsimê gihîştine şahadetê. Lê pêwîst e di serî de gelê me yê Dêrsim, Amed û tevahî mirovahiya azadîxwaz baş bizanibe ku ev bûyer ne ji rêzê ye. Çawa di serhildana Dêrsimê de mirovan nikarîbûn ji ber cenazeyan derbas bibin, îro jî heman hişmendî di dewrê de ye. Bi vî rengî dixwazin qirêjiya xwe ya dîrokê dubare zindî bikin. Paşeroj û pêşeroja gelê me bi êşên mezin bidin jibîrkirin. Ger heya niha fermanek bi vî rengî nekarîne pêk bînin, sedema wê têkoşîn û lehengiya bi salan ya gerîlayan e.

Cenazeyên xwebexşên azadiya gelê me carnan bi kargoyan, pir caran jî ji gorên wan derdixin û dibin cihên nayên zanîn. Divê baş bê zanîn ku bê exlaqiyeke bi vî rengî ya dermirovî ku dewleta tirk a qirker, dagirker û dijminê kurd li hemberî nirxê herî pîroz ango şehîdên me yên qehreman pêk tîne, di esasê de ji tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin û êrîşên faşîzan ên li ser gelê me pêk tên ne qut e. Pêwîst e ev yek bi tu awayî neyê qebûlkirin û ji rêzê neye dîtin. Ger gelê me dibêje çavreşên me yên leheng duh, îro û siberoja me ne, divê her qad bikin qadên berxwedan û xwedîderketina li şehîdan ku paşeroj û pêşeroja gelê me ne.

Dibe ronahiya şiverêyên hevrêyên xwe

Di şexsê malbata hevrêyê me Mahsûm Aslan de, ji hemû malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û em hevrêyên wî soza xwe ya domkirina têkoşîna wan heya bi azadî û serfiraziyê nû dikin. Hevrêyê me Mahsûm bi nasnav Fîraz Paramaz di temenê xwe yê ciwanî de kariye erkên doza azadiya gelê xwe bi lehengiyekî mezin bi cih bîne. Di şiverêyên tarî de dibe agirê meşaleya di destê hevrêyên xwe de. Di zîrveyên çiyayê Dêrsimê de dibe Avzema herî xweşik û li ser xaka dayikniştîmana xwe diherike nava çemê Mûnzûrê û wê her tim biherike. Bûye volkanek û her kêliyê di mejiyê desthilatdariya AKP-MHP’ê de diteqe.

Rûmeta xwe biparêzin

Di çarçoveya bangewaziya ‘Em rûmeta xwe diparêzin’ ya Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê de bang li hemû gelê me dikin ku li hemberî wan polîtîkayên bê rûmetkirinê, em bi bilindkirina têkoşînê rûmeta xwe biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar