Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Êrîşeke li dijî Rojava dê ji bo Erdogan bibe xeletiyeke mezin’

Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy ku demek berê li DYA’yê hevdîtin kirin anî ziman ku DYA dixwaze di navbera Rojava û dewleta tirk de hevsengiyekê çê bike. Ozsoy bi lêv kir ku tevî lihevkirina heyî jî Tirkiye dixwaze êrîşî Rojava bike û wiha domand: “Ev herêm ne mîna Efrînê ye. Dê ev êrîş ji bo Tirkiyeyê bibe xeletiyeke mezin. Erdogan têkiliyên NATO û Tirkiyeyê dide zorê. Ger Tirkiye mijara Erdogan çareser neke dê bi xwe bê çareserkirin.”

Cîgirê Hevserokên Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, li ser vexwendina hevpar a Komîsyona Mafên Mirovan a Tom Lantos a Kongreya DYA’yê û Yekitiya Parlamentoyên Navneteweyî (IPU) demek berê li Amerîkayê hevdîtin kirin. Ozsoy têkildarî hevdîtinên di navbera 18-24’ê îlonê yên li DYA’yê ji MA’yê bi Bêrîvan  Altan re axivî.

Hişyar Ozsoy da zanîn ku IPU mehek û nîv berê hatibû Tirkiyeyê û têkildarî rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û rewşa hiqûqî ya parlamenteran, raporeke ji 12 rûpelan amade kiriye. Ozsoy got ku IPU niha jî dê raporê di desteya giştî ya ku dê di 17’ê cotmehê de li Belgradê pêk were nîqaş bikin û biryarê li ser bidin. Ozsoy diyar kir ku wan di ziyareta IPU û Komîsyona Mafên  Mirovan a Tom Lantos a Kongreya DYA’yê de demokrasiya giştî ya li Tirkiyeyê, serdestiya hiqûqê, veqetandina hêzan, serbixwebûna darazê, pirsgirêka kurd, rewşa siyasetmedarên kurd ên girtî û hemû mijarên din nirxandine.

Serdanên Konseya Ewropayê

Di berdewamê de jî Ozsoy anî ziman ku ew ji DYA’yê wêdetir, li benda Konseya Ewropayê ne ku têkildarî qeyûman danekirinê pêk bîne û wiha dom kir: “Dê di serê meha cotmehê de li Meclisa Parlamenterên Ewropayê rûniştin pêk werin. Dê heyeteke rêveberiyên xwecihî ya Konseya Ewropayê jî bê Tirkiyeyê. Pişt re jî dê li Ewropayê kom bibin. Dê di cotmeh û mijdarê de du heyet Tirkiyeyê ziyaret bikin. Piştî van ziyaretan em dixwazin gavên şênber bên avêtin. Me ji wan xwest ku di van rûniştinan de hevşaredarên me yên ji wezîfeyê hatine girtin jî amade bin.”

Mijara Rojava

Ozsoy diyar kir ku ew bi Meclisa Nûneran, endamê senatoyê, wezareta karên derve, Nûnertiya Taybet a Sûriyeyê û bi gelek saziyên raman re hatine gel hev. Ozsoy ji bo hevdîtinên li DYA’yê jî ev tişt destnîşan kir: “Rojeva sereke ya DYA’yê Sûriye û Rojava ye. Mijara Rojava di navbera her du aliyan de mijareke aloz e. Gelo DYA li Tirkiye, Sûriye û li Rojava dixwaze çi bike, ev mijara me ya sereke bû. Me çavdêrî û nirxandinên xwe parve kirin. Bêyî ku pevçûn çê bibin gelo çawa dikare pêşiya pêvajoya diyalogê bê vekirin, me nêrînên xwe yên di vê der barê de anîn ziman.”

‘DYA nikare niha ji Sûriyeyê derkeve’

Di bedewamê de jî Ozsoy anî ziman ku hê jî polîtîkayeke zelal a DYA’yê ya ji bo Rojava nîne û wiha domand: “DYA di navbera xwe de weke wezareta karên derve, Qesra Spî û Pentagon hevbeş bûye. DYA bêyî çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê dê nekare ji wir derkeve. Trump biryareke fevrî da. Mijarên jinûvederketina DAIŞ’ê, rageşiyên bi Îranê re û rewşa Îsraîlê dihêle ku li Sûriyeyê bimîne. Her wiha dixwazin di navbera kurd û tirkan de zemîneke lihevkirinê çê bikin.”

‘Pirsgirêka kurd a li Rojava û Bakur hev ve girêdayî ye’

Hişyar Ozsoy da zanîn ku DYA çareserkirina pirsgirêkên li Rojava, di çareserkirina pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê û pêşxistina demokrasiyê de dibîne û wiha pê de çû: “Ger ku em bixwazin di navbera kurdên Rojava û Tirkiyeyê de lihevkirinek çêbibe, em neçarin pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê jî bi aştiyane çareser bikin. Ji bo vê jî hewceye demokrasiya Tirkiyeyê pêş bikeve. Hêvîdarim ku hewldaneke wiha pêk bê.”

‘Erdogan têkiliyên NATO-Tirkiyeyê dide zor e’

Ozsoy daxuyand ku DYA ji bo Rojhilata Navîn herî zêde li ser Tirkiyeyê dixebite û ev tişt anî ziman: “Ev 70-80 salin li ser vê dixebitin. Lê li Sûriyeyê ji ber Rojava hatin hemberî hev. DYA dê Tirkiyeyê di carekê de neavêje. Lê DYA bi Erdogan re pirsgirêkan dijî. Lê Tirkiye ji bo NATO’yê keleha jepolîtîk a Rojhilata Navîn e. Têkiliyên xurt hene. Lê Erdogan van têkiliyan dide zorê. Mijara S-400’an mijarekî ji rêzê nîne. Ger balafirên şer ên rûsan bên girtin dê qiyamet rabe. Niha Erdogan dikişînin ser xetekî. Sedema pêkneanîna sepanan Trump e. Lê ew jî niha di pêvajoya ezlkirinê de ye. Êrîşeke gengaz a Erdogan a li dijî Rojava dê ji bo wî bibe xeletiyeke mezin. Di wê rewşê de bi şaştî jî be ger leşkerekî amerîkî bê kuştin dê rewşên pir cuda rû bidin.”

Gefên dewleta tirk ên li ser Rojava

Di dawiyê de jî Hişyar Ozsoy wiha got: “Tirkiye pir dixwaze bikeve Rojava. Tirkiyeyê ji DYA’yê noqteyên hêzên wan ên leşkerî xwestî ne. DYA jî van noqteyan nade û Tirkiye dide zorê. Di mijara herêma bi ewle de jî DYA hewl dide di navbera Tirkiye û rêveberiya xweser de hevsengiyekê çê bike. Israra şer û rageşiyê ya Tirkiyeyê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo DYA û kurdan pirsgirêkan çê bike. Ew der Efrîn nîne. Tevî lihevkirina herêma biewle jî Tirkiye dikare êrîş bike. Lê dê ev êrîş ji bo Tirkiyeyê bibe xeletiyeke mezin. Di demekî ku pirsgirêka S-400’an heye de êrîşeke wiha gelek bi rîsk e. Li şûna ku Tirkiye ji bo xwe kurdan weke gef bibîne, divê di serdemeke ku li Rojhilata Navîn ji nûve de tê dîzaynkirin de weke tifaq bibîne. Ango ger Tirkiye meseleya Erdogan çareser neke, dê bi xwe bê çareserkirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar