Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Êrîşên artêşa tirk a dagirker dewam dikin

Êrîşên dagirkeriyê û bombardûmanên artêşa tirk dewam dikin. HPG'ê ragihand ku di van êrîşan de tiştek bi hêzên wan nehatiye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“5’ê çileyê saet di 05:00 de artêşa tirk a dagirker qadên Gundê Kerwas, Gundê Memyat û Gundê Mehle yên herêma Şehîd Kendal a Amedê bi konvoyek ji 32 wesayîtan dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Hêzên dagirker piştî ku yekîneyên xwe yên veşartî li vê herêmê bi cih kirin, vekişiyan.

Êrîşên hewayî yên artêşa tirk a dagirker dewam dikin. Agahiyên berfireh ên van êrîşên dagirkeriyê ku 5 rojan dewam kirin û hêzên me windahî nedan, wiha ne:

2’yê çileyê saet di 16:00 de qada Girê Şehîd Şahan a Zapê û qada Girê Cûdî ya herêma Gundê Fileha bi balafirên şer hatin bombekirin.

2’yê çileyê saet di navbera 16:00-17:00 de qadên Girê Şehîd Şerîf û Sinînê yên herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

3’yê çileyê saet di 22:15’an de qadên Kunîşka û Şehîd Rustem ên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

4’ê çileyê saet di 15:10’an de qadên Girê Berbizina û Sinînê yên Goşînê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

4’ê çileyê saet di 15:10’an qada Çiyayê Reş ê herêma Zapê û qada Barzan bi balafirên şer hatin bombekirin.

4’ê çileyê saet di 15:00 de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hat bombekirin.

5’ê çileyê saet di 18:40’î û 20:30’î de qadên Sinînê û Goşîne yên herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

5’ê çileyê qadên Kunîşka, Çemço û Şikefta Birîndaran a herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

5’ê çileyê saet di 18:27’an qada Deriyê Hirçê yê herêma Garê bi balafirên şer hatin bombekirin.

6’ê çileyê saet di navbera 16:00-16:27’an de qadên Kunîşka, Girê Şehîd Şahîn ên herêma Zapê û Girê Amediyê bi balafirên şer hatin bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar