Di saetên esir de, komek çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê başûrê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ve êrîşê ser kampê kirin. Di navbera koma çete û Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê de pevçûnek dijwar derket. Pevçûna ku bi qasî saetek berdewam kir de, du çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di dema pevçûnê de şivanek jî birîndar bû. Li gorî zanyariyên hatin girtin niha rewş li wargehê aram e. MEXMÛR