Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û berxwedana gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:
“Li qada Werxelê ya herêma Avaşînê;
19’ê îlonê saet di 19:45’an artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.
19’ê îlonê saet di 12:30’î de artêşa tirk a dagirker ji qereqolên li ser sînor obus û hawan avêt qada Çemçoyê.
19’ê îlonê saet di navbera 20:00-00:20’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Spî, Girê Sor, Mervanos û Tabûra Ereban geriyan.
19’ê îlonê ji saet 14:00 heta 20’ê îlonê saet 08:00 li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Serarû, Êdinê, Hirorê û Dêşîşê, qada Qela Qûmriyê ya herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.” BEHDÎNAN