Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Agahiyên li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker wiha ne;
Li herêma Zapê; Di 7’ê nîsanê de dagirkeran êrîşî çeperên berxwedanê yên Sîdayê kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û pevçûn çêbû.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker;
Di 7’ê nîsanê de herêma Girê Bahar carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
Di 7’ê nîsanê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên berxwedanê yên Çemço û Sîdayê 26 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”