Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Zap û Avaşînê: 28 dagirker hatin cezakirin

Artêşa tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve li Avaşîn û Zapê dest bi êrişê kir. HPG'ê daxuyanî da û ev tişt ragihand: "Heta niha di çalakiyan de 28 dagirker hatine cezakirin, 9 dagirker birîndar bûne, derb li 2 helîkopterên êrişê hatine xistin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk û berxwedana gerîla daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Artêşa tirk a dagirker bi mehane ji bejahî û hewayî ve bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Rojên dawî bombardûman giran kir û bi taybetî li herêmên Avaşîn û Zapê di 14 û 17’ê nîsanê de êriş zêde kir. Êvara 17’ê nîsanê jî artêşa tirk êrişeke dagirkeriyê bir ser herêmên Avaşîn û Zapê. Li gorî vê yekê;

Li herêma Avaşînê;

Di 17’ê nîsanê saet di 19:00 de dagirkeran 8 caran bi helîkopteran xwe li qada Werxelê ya li herêma Avaşînê danîn. Di heman demê de helîkopterên êrişê bombardûmaneke giran li vê qadê kirin. Hêzên me jî bi çekên giran dest li vê hewldana dagirkeran werdan. Hêzên me her wiha bi çekên ferdî li dagirkeran xistin. Dagirkerên ku derb xwarin bi helîkopteran careke din xwe danîn gundê Werxelê û mirî û birîndarên xwe birin.

Bi şev saet di 01:30’î de li dijî dagirkerên ku dixwestin li girê Werxelê bi cih bibin, bi çekên ferdî û nîvotomatîk, dest li wan hate werdan. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin. Balafirên şer jî saet di 02:45’an de bombe li vê qadê barandin. Bi şev saet di 03:10’an de li qada Werxelê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan xwe li qada Werxelê deynin. Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin.

Saet di 03:40’î de li dijî komeke dagirkeran a hewl dida li qada Werxelê bikeve çeperê, bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Dijmin piştî vê çalakiyê neçar ma ku bi qedemeyekê xwe vekişîne.

Ber destê sibehê saet di 04:20’î de careke din derb li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li qada Werxelê bi cih bibin û neçar man bi qedemeyekê xwe vekişînin. Saet di 05:00 de dagirkerek bi sûîqestê hate cezakirin. Îro saet di 09:40’î de li girê Werxelê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî û hîn jî dewam dike.

Li herêma Zapê;

Artêşa tirk a dagirker ji 14’ê nîsanê heta 17’ê nîsanê bi balafirên şer û obusan bombardûmaneke giran li qadên Kurojahro, Şikefta Birîndaran, Ertûş, Şehîd Şahîn, Karker û Çiyareş kirin. Di 17’ê nîsanê de dagirkeran bi helîkopterên êrişê û droneyan li vê qadê dest bi êrişeke dagirkeriyê kirin.

Dagirkeran ji sînorê bakurê Kurdistanê qadên Çiyayê Reş, Ertûş û Şikefta Birîndaran ên herêma Zapê û qada Werxelê jî bi helîkopteran bombe kirin. Bi helîkopterên Skorsky jî hewl dan hêzên xwe li qadê deynin. Hêzên me dest li helîkopteran werdan û gelek helîkopterên dijmin bêyî ku karibin hêzên xwe deynin neçar man vekişin. Li qada Girê Şehîd Şahîn, hêzên me derb li helîkoptereke êrişê xistin ku hewl dida hêzên xwe li qadê deyne.

Helîkopterên êrişê yên artêşa tirk a dagirker û helîkopterên bi tîpa Skorsky ji navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bi hewa ketin û di ser qadên Barmenê, Amediyê û Dêrelokê yên di bin kontrola PDK’ê de ne firiyan û êrişî qada Kurojahro kirin. Helîkopterên ku xwestin hêzên xwe li qada Kurojahro deynin li destwerdana hêzên me rast hatin û nekarîn hêzên xwe li qadê deynin. Dagirkeran li qada Kurjahro karîbûn carekê hêzên xwe li Girê Şehîd Amargî deynin. Li vê derê jî hêzên me yên YJA Starê hêzên dagirker xistin bin kontrola xwe û bi çekên ferdî li dagirkeran dan. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Li heman cihî bi taktîka sabotajê li dagirkeran hate xistin û 4 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê di herdu çalakiyan de 7 dagirker ceza kirin.

Êrîşa dagirker bi destûr û piştgiriya PDK’ê tê kirin

Helîkopterên artêşa tirk li ser qada Kurojahro ya li pişt herêma Zapê ye digere. Dema ku helîkopter ji nav sînorên başûrê Kurdistanê difirin û hewl didin vê derê dagir bikin ev jî tê wateya ku PDK’ê vê plana êrişê pesend dike û rê li ber vedike. Heke PDK’ê destûr û piştgirî neda vê dagirkeriyê artêşa tirk wê nekaribû ji pişt ve li gerîlayan bide. Di heman demê de hêzên dewleta tirk a dagirker ji baregeha Sîrê ya di bin kontrola hêzên PDK’ê de ya li navçeya Şêladizê bi rê ketine û ji bejahiyê ve hewl didin li qada Kurojahro bi cih bibin. Hêzên me li van hêzan dane û pêşveçûna wan dane sekinandin. Li gorî çavdêriyan hêzên PDK’ê bi şev ber bi xeta Dêrelo, Şêladizê û Barzanê ketine tevgerê.

Dagirkeran saet di 21.00’an de du caran xwestine bi helîkopteran hêzên xwe deynin qada Kevirêkun a li qada Şikefta Birîndara. Hêzên me dora van dagirkeran girtine û bi xurtî li dagirkeran dane. Bi qasî ku hatiye zelalkirin 5 dagirker hatine cezakirin. Dagirker nekarîne li vir bi cih bibin û xwe vekişandine Kaniya Skorsky. Dagirkeran hewl dane saet di 22.00’an de bi pêş ve biçin, hêzên me dîsa li dagirkeran dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 dagirker hatine cezakirin û 6 dagirker jî birîndar bûne. Piştî van çalakiyan qada Şikefta Birîndaran 4 caran bi balefiran hatine bomberdûmankirin. Ber destê sibehê ve jî li qada Şikefta Birîndara hêzên me li helîkopterên êrişê dane û helîkopter neçar mane, ji qadê vekişin.

Dema artêşa tirk a dagirker hewl daye leşkerên xwe bi helîkopterê deyne qada Werxelê ya Zapê, hêzên me li helîkopterê dane.

Dagirkeran dema hewl dane li ser xeta Çiyareş bi pêş ve biçin du caran bi taktîka sabotajê bûne hedef. Dagirker neçar mane ji vir vekişin. Wê agahiyên zêdetir piştre werin belavkirin.

Dema 2 helîkopterên êrişê hewl dane têkevin qada Çemçoyê hêzên me li helîkopteran dane. Helîkoptereke êrişî derbeke giran xwariye û neçar maye ji qadê vekişe.

Di destê sibehê de jî helîkopter ji ser xeta Bamernê, Amêdiyê û Dêrelokê xwestine êrişî Kurojahro bikin, hêzên me li van helîkopteran jî dane. 2 helîkopterên êrişê û helîkoptereke Skorsky neçar mane ji qadê vekişin.

Di 4 rojên dawîn de qadên me 147 caran bi balefirên şer û ji bejahiyê ve jî gelek caran bi obusan hatine bomberdûmankirin. Droneyên bi çek û balefirên şer hê jî li ser qadên me digerin. Hêzên me bi ruhekî fedaî  pêla êrişa yekemîn a li hemberî Avaşîn û zapê şikandine. Heta niha 28 dagirker hatine cezakirin, 9 dagirker hatine birîndarkirin û li 2 helîkopterên êrişê hatine xistin. Berxwedana qehremanî ya hêzên me û şer bi awayekî kûr didome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar