Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa a dagirker bi vî rengî ne; 22’ê adarê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
22 û 23’ê adarê li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê FM’ê, Sîda û Çemçoyê çeperên me yên berxwedanê 32 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”