Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Êrîşên Dêrazorê bi saya yekitiya gel a bi HSD’ê re têk çû

Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Abdulrehman El Dixêvîj diyar kir ku baweriya gel a bi rêveberiya xweser û HSD'ê bi tu awayî neşikest û wiha got: “Gel bi HSD'ê re tevgeriya û ev êrîş bi saya yekitiya gel a bi HSD'ê re hatin têkbirin. Em ê li hemberî her cûre êrîşan li ber xwe bidin."

Kantona Dêrazorê piştî ku ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin di çarçoveya sîstema Rêveberiya Xweser de sîstema xwe ya rêveberiyê li ser meclîs û komunan ava kir. Lê belê êrîşên li ser vê herêmê û sîstema wê ya rêveberiyê dema dawî zêde bûne. Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Abdulrehman El Dixêvîj têkildarî êrîşên li ser kantona Dêrazorê, dilsoziya gel a bi Rêveberiya Xweser re axivî.

El Dixêvîj diyar kir ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên li herêmê li dora vê sîstemê bûn yek, dest bi birêxistinkirina jiyana xwe kirin. El Dixêvîj anî ziman ku Dêrazor ji aliyê cografîk ve herêmeke berfireh û ji çandiniyê re berhemdar e, ji aliyê çandiniya genim û pembo ve dewlemend e. El Dixêvîj ragihand ku piştî Dêrazor hate rizgarkirin, gel û olên herêmê mozaîkeke bi hev re ava kirin, ev sîstem bi baweriyeke mezin ava bû. El Dixêvîj destnîşan kir ku li hemberî êrîş û hewldanên siyasî yên li ser Dêrazorê gel hîn bêhtir xurt û yek bûye û got û êrîşên dema dawî bandoreke cidî li gel nekirine, baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser hemû hewldan têk biriye.

El Dixêvîj diyar kir ku dij propagandayên ji derve li ser Dêrazorê têne kirin dûrî ji rastiyê ne, ji bo tevlîhevkirina herêmê ye, lewma ji aliyê hin saziyên çapemeniyê ve têne belavkirin û ev tişt anî ziman: “Piştî ku Dêrazor ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin meclîsên qanûndanîn, edalet û rêvebirinê hatin avakirin; ev meclîs karekî hevpar dimeşînin. Saziyên li herêmê hemû li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser hatine birêxistinkirin û ji bo xizmetê ji gel re bikin dixebitin.”

El Dixêvîj destnîşan kir ku dewleta tirk, hikûmeta Şamê û hin hêzên li herêmê hewl didin li Dêrazorê tevlîheviyê derxin û diyar kir ku ev hêz li dijî sîstema Rêveberiya Xweser polîtîkayeke şerê taybet dimeşînin, lê belê li Dêrazorê zêdeyî 500 hezar mirov li dora sîstema Rêveberiya Xweser civiyane, baweriya gel a bi vê sîstemê re zêdetir bûye.

El Dixêvîj wiha dawî li axaftina xwe anî: “Baweriya gel a bi rêveberiya xweser û HSD’ê bi ti awayî neşikest. Van êrîşan baweriya me ya bi yekîtî, hêza me ya parastinê û rêveberiya me hîn zêde kir. Yên ku sîstema gel xera dikin, ewlekariyê dixin metirsiyê di asta sereke de dijminê gel in. Yên ku hewl didin jiyana xwe li ser yên din ava bikin, wê ti carî bi ser nekevin. Di dema êrişên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî de jî karên me yên meclîsê nesekinîn, berevajî ji bo xizmeta ji gel re hîn bêhtir xebitîn. Gel bi HSD’ê re tevgeriya û ev êrîş bi saya yekîtiya gel a bi HSD’ê re hatin têkbirin. Gel wê bi HSD’ê û rêveberiya xwe re be; ti êrîş wê nikaribe vê yekitiyê xerab ike. Em ê li hemberî her cûre êrîşan li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar